1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike,5,emîn,mihrîcana,şanoyê,ya,amedê,dest,pê,dike

5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike

Li Amedê li gel girtina sazî û komeleyên çand û hunerê jî, dê rojên şanoyê bên lidarxistin

A+ A-

AMED - Şanoya Bajêr a Amedê, bi dirûşmeya “Nebe temaşeker, heke min ji bîr kir bîne bîra min” di navbera 11-21'ê Gulanê de 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dê li dar bixin.

Li Amedê li gel girtina sazî û komeleyên çand û hunerê jî, dê rojên şanoyê bên lidarxistin. 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê li darxistin. Ev mihrîcan berê bi piştevaniya şaredariyên DBP’î dihat lidarxistin. Dê mihrîcana îsal wek berdewamiya mîhrîcanên din di navbera 11-21'ê Gulanê de bi diruşmeya “Nebe temaşeker, heke min ji bîr kir bîne bîra min” bê lidarxistin. Di mihrîcanê de dê bi giştî 18 lîstik bên pêşandan.

Her wiha ji her çar parçeyên Kuristanê mêvan ji bo mihrîcanê hatine vexwendin û dê di mîhrîcanê de gelek jurî cih bigirin û lîstik li gelek cihên cuda yên Amedê bên pêşandan. Komîteya Amedekar a Mihrîcanê jî amadekariyê bernameyan dike.

‘ASTENGÎ Û QEDEXE NIKARIN ME ASTENG BIKIN’

Yek ji amadekara 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê şanoger Rûgeş Kirici der barê mihrîcanê de agahî dan. Kirici diyar kir ku, wek tarîtiyekê êrîş, qedexe û astengî li ser çand û hunera gelê kurd û kesên şanoya alternatîf diafirînin hene û got: “Ev êrîş ne nû ne, ji destpêka têkoşîna azadiya kurd ve ev zilm û zordestî li ser çanda kurdan heye. Her çi qas îro mal û navendên çand û hunerê yên girêdayî şaredariyên DBP’î hatibin girtin jî, lê tu carî çand û hunera kurdan pişta xwe nedaye saziyên dewletê û dê ji îro şûn ve jî pişta xwe nedin dewletê. Em ê berê xwe bidin têkoşîn û hunera xwe. Astengî hene, lê ev nayê vê maneyê ku em ê li hemberî van astengiyan tiştekî nekin. Em ê li gel vê zilmê jî, tevbigerin û di nav lêgerînekî de bin. Her çi qas gelek cihên me hatibin girtin jî, lê li hemberî vê yekê alternatîfên me jî çêbûn.”

‘EM EW KESÊN KU JI JÊRZEMÎNAN DERKETINE’

Kirici da zanîn ku, şano tenê di nav çar dîwaran de nayê afirandin û wiha berdewam kir: “Ne hewceye em di nav çar dîwaran de şanoyê biafirinîn, em ew kesên ku ji jêrzemînên avahiyan derketine derve. Em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê deng û rengê çand û hunera kurdî hin zêdetir bikin. Di wan salên tarî de ku navê ziman qedexe bû, lê dîsa jî me dengê hunera kurdî bilind kir. Ew sal hin zehmetir bûn. Niha jî zehmet e, lê çand û hunera kurdî ne wek a salên 1990’î ye. Wê demê jî mesela hebûn û tunebûnê bû û niha jî mesela hebûn û tunebûnê ye. Lê li gel hemû pêkanînên dijwar jî niha hêzek hunera kurdî heye. Ew sal me dest bi rêwîtiyê kir û heta demekê gihîşt astekê. Hêj zilm û zordarî heye lê hêza çand û hunera kurdî gihiştiye qonaxeke din. Me niha dest bi rêwitiyeke din kiriye. Zilm û zordariya li ser çanda kurdî neguherî, lê em guherîn. Bi pêşketina gelê kurd re çand û hunera kurdî jî ew qas bi ser ket.”

‘WÊ HER KOLAN BIBE ŞANO’

Kirici behsa 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê kir û wiha domand: “Em ê 5’emîn Rojên Şanoya Amedê li dar bixin. Di dema şaredariyan de me li Amedê 4 mihrîcan li dar xistin. Lê îsal jî, em ê mihrîcana şanoyê li dar bixin û tiştek ji bo me neguheriye. Em riya xwe berdewam dikin û em ê îsal jî mihrîcana xwe çêbikin. Me yê mihrîcana xwe di mehên payîzê de li dar bixista, lê ji ber qeyûm hatin tayînkirin, ew hatin betalkirin. Piştî me Şanoya Bajêr a Amedê da avakirin, me xwest ew mihrîcana me ya wê demê betal bû, em di meha gulanê de li dar bixin. Me gelek komên şanoyê dawetî mihrîcanê kirine. Ji metrepolên Tirkiyê, ji Başûr, Rojava û Rojhilat gelek kom vexwandine. Em hêj li ser amadekirina mihrîcanê dixebitin. Ev mihrîcana me dê di navbera 11-21’ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin. Em dizanin ku wê gelê Amedê dîsa li mihrîcana şanoya xwe xwedî derkeve. Em ê lîstikên şanoyê yên tevlî mihrîcanê dibin li her kolanê belav bikin. Tenê wê ev mihrîcan ne li hundiran be, wê di heman demê de li derve jî bên lîstin. Wê lîstikên me li Mala Hunerê ya Du Çem û Pale Huner bên pêşandan. Gelek mêvanên me wê ji Ewropayê jî bên. Gelek kom dê tevlî bibin. Em hêvîdarin ku wê gelê me beşdariyek herî bi girseyî tevlî bibe.”

Bernameya mihrîcanê wiha ye:

11’ê Gulanê roja pêncşemê

BERNAMEYA RESEPSIYONA FESTÎVALÊ

Lîstika Destpêkê: “Bûn An Jî Nebûn ” lîstika Şanoya Bajêr a Amedê
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00
Axaftina vekirinê

12’ê Gulanê roja înê

YORUYORSUNUZ BİZİ… AFERİN SİZE

Lîstika Kadıköy Theatron-İstanbul
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet:20.00
13’ê Gulanê roja şemiyê

YORUYORSUNUZ BİZİ… AFERİN SİZE

Lîstika Kadıköy Theatron-İstanbul
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00

ŞEQAM -Şanoya Kuçê

Lîstika Şanoya Bajêr a Êlihê
Cih: Mala Hunerê ya Du Çem saet: 14.00 û 18.00

QAYDE û ÎSTÎSNA

Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
Teatra Jiyana Nû
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00

14’ê Gulanê roja yekşemê

QAYDE û ÎSTÎSNA

Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
Teatra Jiyana Nû
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00

ŞEQAM -Şanoya Kuçê

Lîstika Şanoya Bajêr a Êlihê
Cih: Pale Huner saet:14.00 û 18.00

Sevgili Arsız Ölüm / DİRMİT

Lîstika Seyyar Sehne
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00

15’ê Gulanê roja duşemê

Sevgili Arsız Ölüm / DİRMİT

Lîstika Seyyar Sehne
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00

4 KAPI 40 MAKAM

Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
Mezopotamya Dans
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00

16’ê gulanê roja sêşemê

4 KAPI 40 MAKAM

Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
Mezopotamya Dans
Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00

BARIŞ -Şanoya Kuçê

Lîstika Yeni Kapı Tiyatrosu/İzmir
Cih: Mala Hunerê ya Du Çem saet:14.00 û 18.00

BİR KADIN UYANIYOR

BGST Tiyatro Topluluğu/ İstanbul
Nivîskar:Sevilay SARAL Derhêner: Sevilay SARAL
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00


17’ê Gulanê Roja Çarşemê 2017

BİR KADIN UYANIYOR

BGST Tiyatro Topluluğu/İstanbul
Nivîskar:Sevilay Saral Derhêner: Sevilay Saral
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00

BARIŞ -Sokak Tiyatrosu
Yeni Kapı Tiyatrosu/İzmir
Cî: Pale Huner, Saet:14.00 û 18.00

DERWÊŞÊ EVDÎ

Koma Texte Reş/ Urmîye
Nivîskar: Resul Bengin Derhêner: Resul Bengin
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00

DAWIYA DAWÎ - Stand-up

Şanoya Bajêr a Amedê
Derhêner: Kemal Gökhan Gürses
Cî: Pale Huner, Saet: 20.00

18’ê Gulanê Roja Pênçşemê 2017

DERWÊŞÊ EVDÎ

Koma Texte Reş/Urmîye
Nivîskar: Resul Bengin Derhêner: Resul Bengin
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00

VİYAN

Koma Texte Reş/Urmîye
Lîstika Jinan
Nivîskar:Behnam Menda Derhêner: Şebnem Yusifi
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet:20.00


MALA BERNALDA ALBA

Teatra NUJEN/Wan
Nivîskar: Federico Garcia Lorca Derhêner: Nazmi Kahraman
Cî: Du Çem, Saet: 20.00

QIRIX

Şanoya Bajêr a Amedê
Ji Karîkaturên Doğan Güzel, Derhêner: Kemal Gökhan Gürses
Cî: Pale Huner, Saet: 20.00

19’ê Gulanê Roja Înê 2017

MALA DÎNAN

Koma Şanoya Nupelda/Wan
Nivîskar: M.Emin Yalçınkaya Derhêner: Ergül Kutlar
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00

AV Û AR

Şanoya Bajêr a Amedê
Nivîskar û Derhêner: M. Emin Yalçınkaya
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00

20’ê Gulanê Roja Şemiyê 2017

HEFTEHEŞTA DU KESAN

Teatra Yekta Hêvî/Amed
Nivîskar: Eugene Ionesco Derhêner: Hediye Levent, Özgür Adı
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00

HEFTEHEŞTA DU KESAN

Teatra Yekta Hêvî/Amed
Nivîskar: Eugene Ionesco Derhêner: Hediye Levent, Özgür Adı
Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00

21’ê Gulanê Roja Yekşemê 2017

KONSER-Barışa Ezgiler

Cî: DU ÇEM, Saet: 20.00

Bîlal Guldem - dîhaber