5 raporên penceşêrê jî fêde nekirin
Saziya Tipa Edlî 5 raporên penceşêrê li ber çavan negirt
Girtiyê pençeşêra xwînê Abdul Samet Çelîk, ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Sincanê girtî ye, li gel ku Nexweşxaneya Numune 5 caran rapora taliyekirinê da jî, dîsa Saziya Tipa Edlî rapor red kir û Çelîk serbest berneda. Çelîk, diyar kir ku li her saziyê rapor wergirtiye, lê raporên nexweşxaneyan li ber çavan nayên girtin. Çelîk, anî ziman ku ji bo bi rûmet bijî, li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide jî dê wekî hevalê xwe mirinê bi kêfxweşî pêşwazî bike.
Hem rêveberiyên girtîgehê, hem saziyên tipa edlî û hem jî wezîrên dadê daxwazên girtiyan yên tenduristî, ewlehî û mafên gerdûnî binpê dikin. Daxwazên girtiyan li ber çavan nayên girtin. Daxwaznameyên wan li ber çavan nayên girtin. Girtiyên ku li hemberî binpêkirina mafan bertek û daxwazên xwe tînin ziman rastî cezayên hucre û îşkenceyê tên. Girtiyên nexweş li gel nexweşxane raporê didin wan jî doktorên girtîgehan li ser fermana midûrê girtîgehê û dozger tev digerin û daxwazên wan ên tenduristiyê nabersivînin. Wezareta Dadê daxwazên wan napersîvîne û bi wicdanê midûrên girtîgehê re dihêle. Yek ji van girtîgehên ku binpêkirina mafan zêde ye Girtîgeha Sincanê ye. Girtiyê pençeşêra xwînê Abdul Samet Çelîk, ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Sincanê girtî ye, li gel ku Nexweşxaneya Numune 5 caran rapora taliyekirinê da jî, dîsa Saziya Tipa Edlî rapor red kir û Çelîk serbest berneda. Çelîk, li her saziyê rapor wergirtiye, lê raporên nexweşxaneyan li ber çavan nayên girtin. Çelîk, anî ziman ku ji bo bi rûmet bijî, li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide jî dê wekî hevalê xwe mirinê bi kêfxweşî pêşwazî bike. Çelîk, nameyek ji Edîtorê DÎHA'yê yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtîye re şand û rewşa xwe vegot. Çelîk, anî ziman ku Saziya Tipa Edlî 5 caran rapora wî red kiriye û iha got: "Nexweşxaneya Nimûne rapora "Divê serbest bê berdan û li derve bê dermankirin" lê dîsa Saziya Tipa Edlî ev rapor 5 caran red kir.
Çelîk di nameya xwe de anî ziman ku helwesta Saziya Tipa Edlî girêdayî sekna hikûmetê û têkiliya bi AKP'ê re nîşan dide û wiha got: "Mijar ji aliyê gel ve baş hatiye famkirin. Em êdî nabêjin çima kes nakeve liv û tevgerê. Tu mafê me tune. Em çiqasî vê mijarê dixin rojevê bêtir elimandinek û bêdengiyek çê dibe. Ez dê jibo xwe tu serlêdan û daxwazan nekim. Di her saziyê û li her derê raporê rewşa min tîne ziman heye.Êdî dubarekirina van daxazan bê wate dimîne."
(mae)
