1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 699 saziyên sivîl: Li şûna operasyonan diyalogê esas bigirin
699 saziyên sivîl: Li şûna operasyonan diyalogê esas bigirin,699,saziyên,sivîl,li,şûna,operasyonan,diyalogê,esas,bigirin

699 saziyên sivîl: Li şûna operasyonan diyalogê esas bigirin

A+ A-

699 saziyên sivîl ên herêmê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin pêvçûna Farqina Amedê û lîncên ku li hemberî kurdan pêk tên. Saziyan bang li AKP, CHP û MHP'ê kir û xwestin li şûna şîdet, operasyonên leşkerî û siyasî divê diyalog esas bê girtin.

Piştî pêvçuna li Farqina Amedê pêk hatî, li bajarên Tirkiyeyê li hemberî kurdan bûyerên lîncê pêk hat. 699 saziyên sivîl ên herêmê ji bo balê bikişînin ser pêvajoyê li salona Resepsiyonê ya Sumerparkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta 'Tu tişt nabe sedema pêkhatina lînc û nîjadperestiyê' vekirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku rewşa Tirkiyeyê ber bi xetereyê ve diçe. Li ser navê saziyên sivîl rêveberê MAZLUMDER'ê Nurettîn Bozkurt daxuyanî da. Bozkurt, da zanîn ku serokomar, serokwezîr, rayedarên dewletê, hikûmet û serokên partiyên muxalîf daxuyaniyên neteweperestî da û piştî daxuyaniyên van êrîşên lîncê li hemberî kurdan dest pê kir. Bozkurt, da zanîn ku li hemberî saziyên kurdan û avahiya BDP'ê, komele, hunermendên kurd rastî êrîşan hat û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev êrîş li hemberî hêviyên kurd yên çaseresiyê şikand."

Bozkurt, got ku bûyerên ku pêk hatî ne xemginî, cudakariyê kûr dike. Bozkurd, daxuyand ku lînca li hemberî kurdan tê meşrû kirin û wiha axivî: "Di bûyerên herî dawiyê de ala tirk wekî amûrekî lîncê tê bikaranîn. Ev tişt ji bo welatiyên herêmî xemginiyeke. Serokwezîr bi gotinên xwe yên wekî 'bila li benda nêzîkatiyeke baş nemînin'partiya siyasî ya kurdan hedêf nîşan da. Ev nêzîkatî, helwest û gotin bandoreke neyînî li ser welatiyên kurd hişt. Bawerî û hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd şikand. Divê zimanek nû ya aştiyê bê afirandin. Divê ji bo pêşerojê aştî mîras bê hiştîn, ne şer. Divê rê li ber çareseriyê bê vekirin. Li şûna kaos û krîzê divê çareserî bê axaftin. Eş û xemginiya dayikên ku rondikan dibarînin mirov nikare hevdû cuda bike. Li şûna çuyîna çiyê divê ji bo hatina van derfetên aştiyane bê afirandin. Felsefeya me jiyan e, ne mirin e."

Bozkurt, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ji xetereya ku heyî re bibêjin na û di serî de siyasetmedar divê berpirsyariya xwe bine cih, li şûna şer û şîdetê divê diyalog esas bê girtin. DÎHA (aw/mae)