6’emîn Mîhrîcana Çandê ya Elewiyan a Dêrsîmê dest pê kir
DÜSSELDORF 31.05.2014 10:48:24
6’emîn Mîhrîcana Çanda Elewiya a Dêrdîmê ku li bajarê Dusseldorf a Almanayê pêk tê, dest pê kir. mîhrîcana ku duh êvarê dest pê kir de panelek pêk hat û asîmîlasyon û qirkirina li ser Elewiyan hat nîqaşkirin. 6’emîn Mîhrîcana Çanda Elewiya a Dersîmê ku her sal li Ewropayê pêk tê îsal li bajarê Dusseldorfê dest pê kir. vekirîna mîhrîcanê duh êvarê bi panela mijara ‘ Dêrsîm, Dîrok, Nasname, Siyaset û Hesabdayîn’ pêk hat.
Mîhrîcana ku bi piştgiriya gelek saziya ku di serî de jî FEDA tê, hat organîzekirin bi sedan kes tevli panelê bûn.
Li salona ku panel pêk hat de wêne û posterên Seyîd Riza, Elîf Ana, Alîşer û Zarîf û Hz. Huseyîn û kesên di qirkirina Dêrsîmê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Moderatoriya panelê Kamer Soylemez pêk anî û Munzur Çem, Dr. Huseyîn Gungor, Edîbe Şahîn, Huseyîn Ayrilmaz û Mehmet Çetîn balkişandin ser zextên li ser Elewiyan.
QIRKIRIN DIDOME
Munzur Çem mafê axaftinê girt û got li Dêrsîmê asîmîlasyonek mezin tê meşandin û got: “Dewleta Tirk polîtîkayeke asîmîlasyonê ya mezin dimeşîne. Ligel vê em jî xwe bi xwe asîmîlasyonê dimeşînin. Em zimanê xwe naxivin. Em girîngiyê nadin vê. Bi me re feraseta ziman zimane çi girîngiya wê heye pêş ketiye. Ev pêşketinek xetere.”
Edîbe Şahîn jî balkişand ser berxwedana jineke elewî û got têkoşîna ku dayika Elîf, Hatun daye destpêkirin bi Zilanan, Berîtanan dimeşe. Dr. Huseyîn Gungor jî texrîbatên li ser xwezaya Dêrsîmê têkirin vegot û got ji berşerê ku li Kurdistanê tê meşandin texrîbatên mezin tên meşandin. Huseyîn Ayrilmaz jî balkişand ser dîroka Dêrsîmê û got ji bo ku tiştên di sala 1930’î de hatiye kirin bê fêmkirin divê biçin paşerojê.
Piştî panelê Pîr Mehmet Yuksel Cem bi rêve bir. Pîr Yuksel axaftinek kir û got divê Elewî li çand û nirxa xwe xwedî derkeve. Mîhrîcan îro dê seranserê rojê bidome.
