6 endamên Tîmên Taybet li ku ne?
6 endamên Yekîneya Tîmên Taybet li ku ne?
Fermandarê HGP'ê Reşîd Serdar yê herêma Şemzînanê di bernameya Taybet a Bakî Gul de lîsteya 16 endamên Yekîneya Tîmên Taybet ên bi pere ku îmha kirine aşkere kir û diyar kir ku wan ev tîm bi tevahî îmha kirye. Serdar, di bernameyê de anî ziman ku çapemeniyê ev kes veşartine û ji artêşê û hikûmetê xwest ku aqûbeta van kesan aşkere bike û bi gelê Tirkiyeyê re parve bike.
Di şerê ku di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dest pê kir û hêj didome gelek caran endamên HGP'ê li dijî yekîneyên tîmên taybet, qereqol û leşkeran çalakî pêk anîn. Di êrîşên li dijî konvoy, qereqol û yekîneyên leşkeran de bi dehan leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Lê her tim Serokwezîr Recep Tayip Erdogan diyar kir ku li herêmê her tişt asayî ye û her tişt di bin kontrola wan de ye. Çapemeniya tirk, fermandar her tim hêjmara leşkerên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan veşart. Serokwezîr ferman da çapemeniyê û xwest rastiya herêmê verêşe û bi gelê Tirkiyeyê re parve neke. Lê di bernameya Taybet a Rojnamevan Bakî Gul ku di Nuçe TV de hate weşandin detayên balkêş derketin holê. Di bernameyê de Fermandarê HGP'ê Reşîd Serdar yê herêma Şemzînanê lîsteya 16 endamên Yekîneya Tîmên Taybet ên bi pere ku îmha kirine aşkere kir û diyar kir ku wan ev tîm bi tevahî îmha kirye. Serdar, di bernameyê de anî ziman ku çapemeniyê ev kes veşartine û ji artêşê û hikûmetê xwest ku aqûbeta van kesan aşkere bike û bi gelê Tirkiyeyê re parve bike. Serdar, destnîşan kir ku her tim çapemeniya azad ev rastî aşkere kir û bi gel re parve kir, lê her tim çapemeniya tirk ev yek veşart, Serdar, di bernameyê de ji hikûmetê û çapemeniyê û malbatên endamên tîmên taybet xwest ku li akûbeta van kesan bipirse û encama wan aşkere bike.
Serdar, da zanîn ku artêşa tirk li Şemzînanê windahiyek mezin da. Serdar bal kişand ser Qereqola Haruna û destnîşan kir wan hemû qereqol xistin destê xwe. Serdar, da zanîn ku çalakiya wan 20 deqîqeyan berdewam kir û qereqolê 20 deqîqeyan di ber xwe da. Serdar, da zanîn ku di destê wan de qeyit hene û her tişt bi teyit û belge ne.
Yekîneya ku ji 16 kesan pêk tê li kuye?
Fermandar Reşid Serdar belgeya lîsteya navê yekîneya leşerên ku nav, koma xwînê û telefonên malbatê wan têde hebû aşkere kir û wiha got: "Ji Baskê 4'emîn ê Komando yekîneya ku ji 16 kesan pêk tê me îmha kir. Kesên ku hatin îmhakirin û navê wan di lîsteyê de hene evin: Teyben Hakan Demîr, Çawîşê Pispor ê Piyade Murat Çarkçi, Çawîşê Pispor Soner Ozdemîr, çawişên pispor Gokhan Bektaş, Ozkan Denîz jî di navde 16 kes. Bila artêş akûbeta van kesan aşkere bike."
(mae)
