1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 6 gund hatin razgarkirin, 26 çete hatin kuştin
6 gund hatin razgarkirin, 26 çete hatin kuştin,6,gund,hatin,razgarkirin,26,çete,hatin,kuştin

6 gund hatin razgarkirin, 26 çete hatin kuştin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di operasyona rizgarkirina Minbicê de 6 gundên din hatin rizgarkirin û 26 çete hatin kuştin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di roja 7’emîn a ‘Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’ de li baskê Bendava Tişrînê gundê Feres El-Kerbîr û gundê El-Muhdîsê ku 7 km dikevin rojavayê bajarê Minbicê rizgar kirin. Li eniya Pira Qereqozaqê jî gundên El-Biwêr, Bor Kîc û gundikek ku 9 km dûrî bajarê Minbicê ne, her wiha gundê Cib El-Kelb ku 2 km li bakûrê riya Reqqa-Qereqozaq e, hatin rizgarkirin.

Di pevçûnên ku li van gundan rû dan de, 26 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî ketin destê şervanan.

Baskê Bendava Tişrîn û baskê Qereqozaq ên operasyonê bi vê yekê hewl didin ku herêma di navbera xwe de ku firehiya wê 39 km ji çeteyan paqij bikin.

(ms)