1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. 715 gerstêrkên nû hatin kifşkirin
715 gerstêrkên nû hatin kifşkirin,715,gerstêrkên,nû,hatin,kifşkirin

715 gerstêrkên nû hatin kifşkirin

A+ A-

SACRAMENTO 27.02.2014 07:11:08 Hat ragihandin ku Maşîna Fezayî Kepler a Daîreya Hewayî û Fezayê ya Amerîkî (NASA) şand fezayê, heta niha li derveyî sîstema Rojê 715 gerstêrkên nayên zanîn kifş kiriye. Tê texmînkirin ku bi gerstêrkên ji aliyê Kepler ve hatiye kifşkirin re hejmara gerstêrkên li derveyî sîstema Rojê hatine dîtin, wê derkeve 1700'î.

Gengaz e ku di gerstêrkên nû hatine kifşkirin de av û jiyan lê hebe.

Di daxuyaniya Navenda Lêkolînan a Ames a ser bi NASA'yê de, ku li Moffett Field a eyaleta Kalîforniyayê ye hat ragihandin ku Maşîna Fezayî Kepler 715 gerstêrkên li dora nêzê 300 stêrkan digerin, kifş kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku keşfên Keplerê bi saya teknîkeke nû ya analîzê hatine piştrastkirin û hatine îspatkirin ku yên hatine tespîtkirin, gerstêrk in.

LI 4 JI WAN DIBE KU AV Û JIYAN HEBE

Ji lêkolînerên gerstêrkan a Ames Jack Lissauer da xuyakirin ku ji sedî 94 ê gerstêrkên nû biçûkî Neptun a bi dehan qat ji cîhanê mezintir e. Lissauer da zanîn ku çar ji gerstêrkên hatine kifşkirin, dibe ku av lê hebe.

Maşîna Fezayî Kepler a di Adara 2009'an de NASA ew şandibû fezayê, di nava 4 salan de di nava Cygnusê de nêzî 200 hezar stêrk lêkolîn kir. Di Gulana bihurî de di teleskoptê de eriza derketibû û dawî li xebatên çavdêriya fezayê ya maşînê hatibû anîn. Ji ber ku analîza li ser keşfên Keplerê temam nebûne, dibe ku hejmara gerstêrkên nû hatine keşfkirin, zêde bin.