1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. 75 sal û 197 romanên kurdî (kurmancî)
75 sal û 197 romanên kurdî (kurmancî),75,sal,û,197,romanên,kurdî,kurmancî

75 sal û 197 romanên kurdî (kurmancî)

A+ A-

Hin nirxandin û îstatîstikên li ser romanên kurdî:

I-     Romana yekem ya ku bi kurdî hatiye çapkirin Şivanê Kurd e (Ereb Şemo). Lê belê çapa vê romanê ya ku heta niha di destê me de hebû ji zimanê fransî hatibû wergerandin. Wergera wê ya fransî jî ji zimanê rûsî hatibû kirin. Ji ber ku heta niha kesekî kurdiya wê ya pêşîn ku bi dû çapa wê ya rûsî re hatibû nivîsandin bi dest nexistibû (bi dest xistibe jî kesî pê nizanîbû), wergera wê ya ku ji aliyê N. Zaza ve ji fransî hatibû kirin (1947) weke ya orjînal dihat qebûlkirin. Îsal, lêkolîner Nîzamettîn Elçî kurmanciya wê ya orjînal peyda kir û kopyayeke wê gîhand gelek nivîskarên kurd. Di vê romanê de mirov dibîne ku Erebê Şemo elfabeyeke latînî ya nêzîkî elfabeya Celadet bi kar tîne, lê belê hin tîpên wê ji ber elfabeya kirîlî hatine girtin. Tîpên ku di elfabeya Erebê Şemo de cuda ne (di ya C.Bedirxan de: u, û, i, î, e, ê, y, j) dîsa jî dikarin ji aliyê kurdîxwênan ve bi hêsanî bên xwendin. Li gora ku Mamed Jemo jî di lêkolîna xwe ya li ser romanên kurdî de dide, ev roman di sala 1931‘ê de li Leningradê bi navê Kurdiski Pastux bi rûsî hatiye çapkirin. Lê ji ber ku ji aliyê nivîskarê wê ve bi dû re bi kurdî hatiye nivîsandin, ev roman jî weke romaneke kurdî ya xweser tê hesibandin.  Ereb Şemo, di romana Berbang de vê serboriya xwe ya di “Şivanê Kurmanca” ji nû ve dinivîsîne û hin beşên din lê zêde dike. Bi dû re ev pirtûk bi awayê kurmanciya Erebê Şemo ji nû ve û bi navê “Şivanê Kurmanca” hat çapkirin.

 

II-  Yekem romana ku rasterast bi kurmancî hatiye nivîsandin Xatê Xanima Eliyê Evdilrehman (1958) e. Eliyê Ebdilrehman sê roman nivîsandine. Di hevpeyvîneke xwe ya di 1984an de (çavkanî: Nacî Kutlay, Romana Kurdî, Kovara War, hj 8) dibêje ku ew li ser romaneke bi navê Murtule Beg dixebitî, lê belê em nizanin ka gelo ew roman çap bûye an na.

 

 

III-     Romanên kurdên sowyetê bêtir romanên ideolojîk bûn. Lehengên wan kesên îdeal bûn û başî û nebaşî li gora pîvanên bîr û baweriyên nivîskêr dihatin diyarkirin. Herweha, di romanên Ereb Şemo de kesên ku ji bo bolşevîzmê dixebitîn baş bûn û feodal jî nebaş bûn. Ev taybetmendîya romana kurdî ya sovyetê di seranserê wêjeya kurdî ya sovyetê de heye. Lewre, wêje di bin çavdêrîya Partîyê de dihat kirin û mecbûr bû ku bi kêrî sîstema komûnîst bihataya.

 

IV-    Di piraniya romanên ku bi kurmancî çap bûne de hê jî îdealîzekirina lehengan heye. Nivîskarên me lehengan bi tenê ji hêla wan a baş ve dibînin. Ji ber wê, lehengên romana kurdî ji hêla psîkolojîk ve qels in. Hejmara nivîskarên ku xwe nêzîkî lehengên xwe kiriye an jî hewil daye ku psîkolojîya wann îşan bide pirr kêm e.

 

 

V-  Bi giştî, hejmara romannivîsên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye 104 e.

 

VI-    Bi giştî, hejmara romanên kurmancî yên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye 197 e. Hingê, di 75 salan de 197 romanên kurmancî hatine çapkirin.

 

 

VII-      Di salên 1940‘î de û herweha di salên 1970‘î de tu romanên kurmancî nehatine çapkirin.

 

VIII-        Heta sala 1980‘î, ji bilî Erebê Şemo, Eliyê Evdirehman, Mîroyê Esed, Heciyê Cindî û Seîdê Îbo romannivîsên kurmancîaxêv derneketine. Hingê, heta sala 1980‘ê, hejmara romannivîsan 5 û ya romanên kurdî jî 12 bû.

 

 

IX-             Heta sala 1990‘ê hejmara romannivîsan bûye 14. Hejmara romanên kurmancî heta sala 1990‘ê, 27 bû.

 

X-       Di navbera salên 1991 û 1998an de, 13 romannivên nuh peyda bûne û 20 romanên nuh çap bûne.

       1991 : 2 roman çap bûne.

       1992 û 1993 : tu roman çap nebûne.

       1994 : 3 roman çap bûne.

       1995 : 5 roman çap bûne.

       1996 : 4 roman çap bûne.

       1997 : 2 roman çap bûne.

       1998 : 4 roman çap bûne.

 

XI-             Ji sala 1999’an û bi şûn ve hejmara romannivîsan û herweha ya romanan jî zêde bûye. 77 romannivîsên nuh li hejmara nivîskarên kurdî zêde bûne. Di navbera 1999-2010’an de, di yanzdeh salan de, heta niha, 147 roman hatine çapkirin (3 romanên ku me nedîtine û ji ber wê sala çapa wan nehatiye nivîsîn, li derveyî îstatîstîkan hatine girtin).

 

1999 : 10 roman çap bûne.

2000 : 4 roman çap bûne.

2001 : 5 roman çap bûne.

2002 : 12 roman çap bûne.

2003 : 8 roman çap bûne.

2004 : 12 roman çap bûne.

2005 : 18 roman çap bûne.

2006 : 11 roman çap bûne

2007 : 18 roman çap bûne

2008 : 15 roman çap bûne

2009 : 15 roman çap bûne

2010 : 19 roman çap bûne

 

 

XII-           Ji 197 romanan, (ji sedî sed ne rast be jî ev îstatîstîk)

     66 heb li Ewropayê (Swêd û Almanya û Komara çekê) hatine çapkirin.

     94 heb li Stembol û Diyarbekirê hatine çapkirin.

     18 heb li başûrê Kurdistanê hatine çapkirin.

     14 heb di nava Kurdên Sowyetên kevn de hatine çapkirin (13 li Ermenîstan û yek li Azerbeycanê)..

     2 li Beyrûdê hatiye çapkirin

Cihê çapa 3 romanan jî hê ji bo me nediyar e.

 

XIII-        Kurdên sowyetê berî kurdên din dest bi nivîsandina romanan kiriye. (Ereb Semo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî).

 

XIV-        Piraniya romannivîsên kurd li Swêdê bi cîh bûne û romanên xwe li wira nivîsandine. (Brîndar, Mehmed Uzun, Laleş Qaso, Lokman Polat, Mahmûd Baksî, Silêman Demîr, Bûbê Eser, Mustafa Aydogan, Bavê Nazê...).

 

 

XV-      Başûrê Kurdistanê di çapkirina pirtûkên kurmancî de bi derengî be jî geş dibe. Li gora agahiyên ku serokê Komeleya Nivîskarên Başûr di hevpeyvînekê de dide, bi tenê ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd ve mehê du pirtûkên kurdî têne çapkirin. Ji 18 romanên ku li wira çap bûne 17 heb di salên 2000î de çap bûne.

XVI-        Di gelek romanan de agahiyên di derheqê nivîskêr de tune ne. Ji ber wê, gelek nivîskar nenas mane. Lê piraniya romannivîsên ku berî sala 2000’ê pirtûk çap kirine, li Ewropayê dijî.

 

XVII-     Yekem romana ku ji aliyê kurdên Ewropayê ve hatiye çapkirin, Xanê ye. (Birîndar, 1982)

 

XVIII-   Nivîskarê ku di warê romanê de bi kurmancî herî pir berhem dane, Mehmed Uzun û Lokman Polat in û herduyan jî heryekî ji wan 8 roman nivîsandine. Piştî wan jî, Mezher Bozan (7 roman) û Medenî Ferho (7 roman) tê.

 

 

XIX-         Hejmara weşanxaneyên ku romanên kurdî (kurmancî) çap kirine, bi qasî ku hayê me jê heye, ji 50’î derbas bûye e.

 

XX-      Bi qasî ku em dizanin, gellek weşanxaneyên kurdî li Swêdê bi cîh bûne. (11 weşanxane: Nûdem, Roja Nû, Orfeus, Apec, Helwest, Sara, Welat, Pelda, Jîndan, Newroz, Kurdistan)

 

 

XXI-        Serê salên 90î, piştî guherîna hin zagonan ya di dema Ozal de, êdî weşanxane ji nû ve li Stenbolê jî vebûn. Piştî 1980, hemû weşanxaneyên kurdî hatibûn girtin. Piştî 1990î, ji nav weşanxaneyên kurdan ên ku li Tirkiyeyê bi cîh bûne, 12 weşanxaneyan di ber berhemên din re roman jî çap kirine (Doz, Sî/Mîr/Elma, Avesta, Pêrî, Aram, Berfîn, Belkî, Bajar, Veng, Lîs, Do, Ronahî).

 

XXII-     Ji nav weşanxaneyên ku piştî 1991ê vebûne, bi tenê weşanxaneya Belkiyê û ya Lîsê û ya Ronahiyê navenda xwe li welêt (Diyarbekir) daniye.

 

 

XXIII-   Weşanxaneya ku herî pir roman çapkirine, Pêrî ye (18 roman).

 

XXIV-  Di nav kurdên bakurî de, weşanxaneya ku cara pêşîn romanek çap kiriye, Ozgurluk Yolu ye. (Şivanê Kurd-1977, Stenbol, 112 r.)

 

XXV-     Di nav romanên ku me bi dest xistine de romana herî stûr, Serhatiyên Rustem û nemerdiya namerdan (Riza çolpan, Veng, 2004, 558 r.) Romana herî zirav, Pala Bêşop e. (Xemgînê Temê, Sara- sala nivîsandinê:1983, sala çapê li ser nehatiye nivîsandin, 76 r.)

 

 

XXVI-  Hin romanên ku wek cildê yekem yên romanên pircild hatine çapkirin hene, lê belê digel ku wan romannivîsan piştî wê hin romanên din çap kirine jî, cildê duyem hê jî nehatine çapkirin.

1-        Sorê Gulê (Silêman Demîr, 1997)

2-        Xaltîka Zeyno (Medenî Ferho, 1998)

 

XXVII-     Ji nav romanên ku me bi dest xistine, pênc romanên ku ji gelek cildan pêk tên hene.

1-   Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê, Wêran : Sê cild (Laleş Qaso, Nûdem-1999, Pelda-2000-2002)

2-   Hawara Dîcleyê : Du cild (Mehmed uzun, Avesta-2001-2002)

3-   Av zelal bû: çar cild (Mezher Bozan, Pêrî, 2002-2004)

4-   Sêbareya Mêrdînê ; sê cild (Yaqob Tilermenî, Lîs-Do, 2005-2009)

5-   Xezeb: du cild (Eskerê Boyik, Deng, 2004-2008)

 

XXVIII-                     Ji bilî romanên Ereb şemoyî, hin romanên din jî hene ku berê bi zimanin din hatine nivîsandin û bi dû re wergeriyane kurdî. Romanên ku berê bi zimanin din hatine nivîsandin (bi qasî ku em dizanin) û bi dû re wergeriyane kurdî ev in:

1-   Zeviyên Soro (Nacî Kûtlay), berê bi tirkî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin.

2-   Hêlîn (Mahmûd Baksî), berê bi swêdî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin.

3-   Çiyayên bi xwînê avdayî (Bavê Nazê), berê bi erebî û rûsî hatiye çapkirin û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin.

 

XXIX-  Ji ber ku kurd dûrî hevdu mane û têkîliya berheman û xwendevanan li ser pireyên serrast nehatine avakirin, civandina navên romanên kurdî jî bi qasî civandina hemû romanên kurdî dijwar e. Ji ber wê, dibe ku hin romanên din jî hebin ku hayê me jê çênebûbe.

 

XXX-     Çapemeniya kurdî, xwe ji hin romanan re kerr kiriye. Ev jî tê wê mahneyê ku sansureke navxweyî û tûnd di nav weşanên kurdî de bi cîh bûye. Sedema vê yekê jî cudabûna bîr û baweriyên polîtîk e.

 

 

XXXI-       Weşangeriya kurdî li ser hîmên şexsî hatiye sazkirin. Li gora ku tê dîtin, hilbijartina weşanxaneyên kurdî ya berheman ne li gora pîvanên wêjeyî, lê li gora têkîlî û hesabên şexsî tê kirin. Ji ber wê, kî çi binivîsîne, dikare bi hêsanî bide çapkirin jî. Ger têkîliyên şexsî nekevin nav wan, hingê têkîliyên polîtîk çalak dibin.

 

XXXII-     Kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan ya hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane. Hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û kronolojiya wan, şayes, psîkolojiya lehengan û bikaranîna teknîkên romannivîsînê tuneye.

 

XXXIII-    Hejmara nivîskarên kurdî ji hejmara firotina berhemên kurdî zêdetir e. Bi qasî ku di kovar û rojname û malperên kurdî de tê dîtin, hejmara nivîskarên kurdî li derdora 750î ye, lê belê firotina berhemeke kurdî ya asayî li derdora 400  liban e. Ev jî hin pirsên din peyda dike: ma gelo nivîskarên kurdî jî naxwînin?

1. Mehmed Uzun

1-   Tu (Dengê Komal-1984, 220 r.)

2-   Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê (Orfeus-1987, 154 r.)

3-   Mirina Kalekî Rind (Orfeus-1989, 119 r.)

4-   Siya Evînê (Orfeus-1991, 220 r.)

5-   Bîra Qederê (Sara-1995, 252 r.)

6-   Ronî mîna evînê Tarî mîna mirinê (Avesta-1998)

7-   Hawara Dîcleyê (cild 1) (Avesta-2001, 302 r.)

8-   Hawara Dicleyê (cild.2) Avesta-2003)

 

2. Ereb Semo

1-   Şivanê Kurd (1935) (çapa nû, Ozgurluk Yolu-1977, Stenbol, 112 r.)

2-   Berbang (Haypethrat, 1959)

3-   Jiyana Bextewar (1959) (çapa nû, Roja Nû-1990, 253 r.)

4-   Dimdim (1966) (çapa nû, Wesanên Roja Nû-1983, 205 r.)

5-   Hopo (1969) (çapa nû, Roja Nû-1990, 208 r.)

 

3. Lokman Polat

1-   Kewa Marî (Helwest-1999, 272 r.)

2-   Fîlozof (Helwest-2002, 163 r.)

3-   Rojnamevan (Pêrî-2002, 109 r.)

4-   Robîn (Veng-2004, Stembol, 173 r.)

5-   Hawar û Qêrîn, 1996

6-   Nûrheyata Lîcî (Helwest-Doz, 2005, 88 r.)

7-   Kodnav Viyan, (2006)

8-   Parola Operasyonê: girtina Saddam, (2008)

 

4. Eliyê Evdirehman

1-   Xatê Xanim (1958) (çapa nû: Belkî, 2004, Amed, 80 r.)

2-   Gundê Mêrxasan (1968)

3-   Şer çiya da (1989)

 

5. Mahmud Baksî

1-   Hêlîn (Immigrant-institutet-1984, 118 r.)

2-   Gundikê Dono (Orfeus-1988, 107 r.)

3-   Lawikê Xerzî ( 2000) (Nûdem)

4-   Serhildana Mala Eliyê Ûnis (Weşanên Azadiya Welat 2001, 101 r.)

 

6. Lales Qaso

1-   Se şev û sê roj (Nûdem-1999, 328 r.)

2-   Xezeba Azadiyê (Pelda-2000, 312 r.)

3-   Wêran (Pelda-2002, 303 r.)

4-   Ronakbîr (Pelda-2003, 116 r.)

 

7. Medenî Ferho

1-   Berxwedan Jiyan e (1994)

2-   Mîrza Mihemed (Nûdem-1995, 107 r.)

3-   Xaltîka Zeyno (Doz-1998)

4-   Marê di tûr de (Pêrî-1999, 192 r.)

5-   Xewnên pînekirî (pêrî, 2001)

6-   Dora bacînê, bi dar e (Tevn 2007)

7-   çîroka me, (Do, 2010)

 

 

8. Abbas Abbas

1- şivanê Berxan (Pêrî, 2004,111 r.)

2- Xewnên şiyarî (Pêrî, 2004, 111 r.)

3- Dengbêjê piçûk (Pêrî, 2005, 96 r.)

4- Helbestvan (Pêrî, 2005, 95 r.)

5-   Neviya çiyayekî (Pêrî, 2006)

 

 

9. Xursîd Mîrzengî

1-   Sînor (Jîndan-1995)

2-   Ristemê Zal (Rewşen-1999, 205 r.)

3-   Belqitî (Komal, 2004, 251 r.)

 

10. Brîndar

1-   Xanê (1982)

2-   Soro (1983, 179 r.)

 

11. Bavê Nazê

1-   Stockholmê te çi dîtiye bêje (Förtattores Bokmaskin-1987, 122 r.)

2-   Çiyayên bi xwînê avdayî (Wesanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê-1989, 240 r.)

3-   Dara Pelwaşîyayî (Duhok, 2002)

4-   Mirîyê Heram (Weşanên Lîs, 2009, 93 r.)

 

12. Sidqî Hirorî

1-   Kurê Zinarê Serbilind (Nûdem-1996, 156 r.)

2-   Evîn û Sewat (Nûdem-1998, 109 r.)

3-   Ez û delal: min bi tenê nehêlin (Doz, 2007)

 

13. Silêman Demîr

1-   Sorê Gulê (Nûdem-1997, 224 r.)

2-   Koç (Roja Nû-1998, 188 r.)

3-   Piştî bîst salan (Doz, 2007)

4-   Kassandra (Avesta, 2010)

 

14. Îbrahîm Seydo Aydogan

1-   Reş û Spî (Doz-1999, 288 r.)

2-   Leyla Fîgaro (Mîr-2003, 163 r.)

 

15. Zeynel Abîdîn

1-   Binefşên Tariyê (Doz-1999, 176 r.)

2-   Peyman, 1-Girava Stêrkên Vemirî (Havîbûn-2003, 158 r.)

3-   Kela Hewaran (weşanxaneya Han, 2010)

4-   Bigirî heval (evraverlag, berlîn, 2007)

 

16. Bûbê Eser

1-   Gardiyan (Roja Nû-1994, 165 r.)

2-   Jiyanek (Bajar, 2004, 251 r.)

 

17. Mezher Bozan

1-   Av zelal bû (Pêrî-2002, 158 r.)

2-   Av zelal bû 2. (Pêrî – 2004)

3-   Av zelal bû 3.(pêrî, 2006

4-   Zêna (Nûbihar, 2007)

5-   Av zelal bû 4 (pêrî, 2008)

6-   Zarokên me (Pêrî, 2005

7-   Asim, (pêrî, 2007)

 

18. Eyup Kiran

1-   Dewrêşê Evdî (Mîr-2003)

2-   Pilingê Serhedê (Elma, 2005)

 

19. Fêrgîn Melîk Aykoç

1-   Mamosteyê Zinaran (Rewsen-1999)

2-   Dilên li ber pûkê (Rewşen-2002)

3-   Rondikên hêvîyên winda (do, 2009, 247 r.)

4-   Siya Dema borî (Do, 2009)

 

20. Omer Dilsoz

1-   Hêviyên Birîndar (Aram-2003, 162 r.)

2-   Bêhna Axê (berçem- 2005)

3-   Neynika dilî (Aram, 2009)

 

21. Heciyê Cindî

1-   Hewarî (1967) (çapa nû, Roja Nû-1999, 421 r.)

 

22. Seîdê Îbo

1-   Kurdên Rêwî (1979-Erîvan)

 

23. Xemgînê Temê

1-   Pala Bêşop (Sara-1983, 76 r.)

 

24. Egîdê Xudo

1-   Dê û Dêmarî (1986) (çapa nû, Nûdem-1995, 112 r.)

 

25. Sahînê Bekirê Soreklî

1-   Wendabûn (Instituya Kurdî Besê Elmanî-1987, 118 r.)

2-   Veger (Duhok 2006)

 

26. Nûrî Semdîn (Nacî Kutlay)

1-   Zeviyên Soro (Weşanên Kurdistan-1988, 313 r.)

 

27. Ahmedê Hepo (Apiyev)

1-   Birîn (Azerneşr-1996, 207 r.)

 

28. Azad Ehmed (Bavê Sahîn)

1-   Yên Perîşan (1991-Beyrûd)

2-   Berxikê kesk (Semakurd, 2008)

 

29. Hesenê Metê

1-   Labîrenta Cinan (Welat-1994, 197 r.)

2-   Tofan (Apec, 2000)

3-   Gotinên gunehkar (Apec-avesta, 2007)

 

30. Mihemed Dehsiwar

1-   Çirîskên  Rizgariyê (Newroz-1995, 314 r.)

 

31. Ihsan Colemergî

1-   Cembelî Kurê Mîrê Hekarî (Apec-1995, 195 r.)

 

32. Mustafa Aydogan

1-   Pêlên Bêrîkirinê (Nûdem-1997, 171 r.)

 

33. Helîm Yûsiv

1-   Sobarto (Avesta-1999, 203 r.)

2-   Tirsa bê diran (Avesta, 2006)

3-   Gava ku masî tî dibin (2008, Lîs)

 

34. Adil Zozanî

1-   Kejê (Pêrî-2001, 240 r.)

2-   Mişextî (Lîs, 2009)

 

35. Mêvan (Betal Betê)

1-   Bêbextî (?)

 

36. Torî

1-   Mendik (Berfîn-2002, 195 r.)

 

37. Kemal Orgun

1-   Li Qerexa Şevê Hîvron (Sî-2002,112 r.)

 

38. Perwîz Cihanî

1-   Bilîcan (Doz-2002, 511 r.)

 

39. Remezan Alan

1-   Saturn (Avesta-2002, 151 r.)

 

40. M.Beşîr

1-    Sofî Remo (Medya-1999)

 

41. Reşat Aktaş

1-   Veger (Rewşen-2001, 147 r.)

2-   Evdalkovî (Mezopotamya, 2004)

3-   Niqutî dilê min (2010, welat)

 

42. Jîr Dilovan

1-   Zenga Zêrîn (Mezopotamya-2003, 272 r.)

 

43. Enwer Mihemed tahir

1-   Geryan li babê berzê (Aso-2000, Hewlêr)

 

44. Hesen Silêvanî

1-   Gulîstan û Şev (Hawar-1996, Dihok, sala nivîsandinê 1987)

 

45. Nacî Taha Berwarî

1-   Ew Aşê Deravlêwergerandî (Hawar-2002, Dihok)

 

46. Menaf Osman

1-   Girê Şêran “Serhildan” (Aram-2003, 435 r.)

 

47. Newroz Saîdpour

1-   Viyan (Sî-2002, 206 r.)

 

48. Jan Dost

1-   Mijabad (Belkî, 2004)

2-   Sê gav û sêdarek (Avesta, 2007)

3-   Mîrname (Avesta, 2008)

 

49. Pîr Rustem

1-   Zarokatiya Neynikê (2005, li ser internetê çap bûye www.mehname.cjb.com .)

 

50. Sebrî Silêvanî

1. Ava Mezin (Renc, 2004).

2. Bîst sal û êvarek (Weşanên yekitiya nivîskarên kurd, Duhok, 2005).

3. Meryema (2007)

 

51. Lokman Ayebe

1-   Jar lê Sermest (Belkî, 2004, 134 r.)

2-   Gava Heyatê (Belkî, 2007)

 

52. Wezîrê Êşo

1. Pamp Sîpan (1986, 278 r.)

 

53. Mîran Janbar

1. Ardûda (Lîs, 2005, 80 r.)

 

54. Mîroyê Esed

1- Sisê (1961)

 

55. Riza çolpan

1- Serhatiyên Rustem û nemerdiya namerdan (Veng, 2004, 558 r.)

 

56. Eskerê Boyik

1- Xezeva Xwedê Gundê ezdiyan (Deng, 2004, 425 r.)

3-   Xezeb (Deng, 2008)

 

57. Muhsin Ebdilrehman

1- Viyan di demeke jandar de (Duhok, 2005)

 

58. Bilind Mihemed

1- Sotingeh (Duhok, 2005)

 

59. Seydayê Xelatî

1- Evîna Bêtixûb (?)

 

60. Yaqob Tilermenî

1. Kitim (Lîs, 2005, 221)

2. Qerebafon (Lîs, 2009, 239 r)

   1. Bavfileh (Do, 2009)

 

61. Firat Cewerî

1. Payiza Dereng (Nûdem, 2005, 407 r.)

2. Ez ê yekî bikujim (Avesta, 2008)

 

62. Atilla Barişer

1- Mandalîn (Elma 2005)

 

63. Mehdî Zana

1- Ay dayê (Tevn, 2005)

 

64. Serkan Brûsk

1- Sê terrîş (Apec, 2006)

 

 

65. Hesen Huseyin Deniz

1- Hêvî herdem heye (Do, 2008)

 

66. Yunus Eroglu

1- Nameyek ji Xwedê re (Lîs, 2007)

   1. Otobês (Lîs, 2010)

 

67. Sener ozmen

1- Rojnivîska Spînoza (Lîs, 2008)

2-   Pêşbazîya çîrokên neqedîyayî (Lîs, 2010)

 

68. Ibrahîm osman

1- Evîna Mêrxasekî (Lîs, 2008)

 

69. Mîr Qasimlo

1- Wêneyê Keserê (Pêrî, 2008)

2- Giyanên Bahozî (Do, 2009)

 

70. Diyar Bohtî

1- Gul bişkivîn (Mezopotamya2006)

2-Mexmûr, (Mezopotama, 2007)

3-Soryaz, (Do, 2008, 277r.)

 

71. Aram Gernas

1- Toqa Lanetê (Doz, 2007)

 

72. Nesîm Tarim

1- Xezal (Belkî, 2007)

 

73. Edîp Polat

1. Ristemê Zal (Evrensel, 2006)

 

74. Ilhamî Sertkaya

1- Kilama Sîlanê (Pêrî, 2007)

 

75. Sabrî Akbel

1- Evîna Pînhan (Nûbihar, 2006)

 

76- Ozgur Kiyak

1-   Rêwîyên Bêwelat (Do, 2009, 143 r.)

 

77- Arîn Zîn

1-   Ez stêrka sîpan in (berçem, 2007, 335 r.)

 

78- Cîhan Roj

1-   Gîtara bê têl (do, 2009, 223 r.)

 

79- Zarife Demir

1-   Kela Bilind (Apec- 2008)

 

80- Ali Huseyn Kerim

1-   şopa rojên bihurî (Rewşen, 2008)

 

81- Tehsîn Navişkî

1-   Janên Sinahîyê (Nivîskarên kurd, Dihok, 2005)

2-   çavên sîtavkê (Dihok, 2007)

3-   Pel û Xulî (Dihok, 2010)

 

82- Kovan Sindî

1-      Nalînên Peravan (Han, 2010, Berlin)

2-      Rojên Êtûn (Dihok, 2007)

 

83- Abdullah Pertev Işik

1-      Mirinên bêwext (Astare, 2009, Istanbul)

 

84- Ismet Mihemed

1-      Dawîya şerrvanekî (Dihok, 2005)

 

85- Mehmet Yilmaz

1-      Doktor Dîno (Ava, 2009)

 

86- Hesen Îbrahîm

1-      şevên sar (Dihok, 2006)

 

87- Îsmaîl Taha şahîn

1-      Ji bo rênivîseke çêtir (Dihok, 2008)

 

88- Mihemedê Seyid Hisên

1-      Tava Mirinê (Brno (komara çek): Trîbun, 2010)

 

89- Îlhamî Sîdar

1-      Tahma Xwelîyê (Dihok, 2009)

 

90- Dilawer Zeraq

1-      şevên winda, wêneyên meçhûl (Lîs, 2005)

 

91- Newaf Mîro

1-      Keleşê reş, (Pêrî, 2009)

 

92- Hesenê Alê

1-   Sêwiyên rojhilat (Stil-offset- 2009)

 

93-Tosinê Reşîd

1-   Mestûre (Ronahî, 2010)

 

94- Eyup Guven

1-   Kulmên morîkên şînbirik (Ronahî, 2010)

 

95- Yusuf Bilgiç

1-   Evîna Me Welatê brîndar (Han, 2010)

 

96- Zekî Silêvanî

1-   Barova Berfê (Han, 2006)

 

97- Yilmaz Çamlibel

1-   Biro (?)

 

98- Enwer Karahan

1-   Şapînoza, (2010 Avesta)

 

99 Arşevê Oskan

1-   Keştiya penaberan (2010, Do)

 

100- Gulgeş Deryaspî

1-   Tariya bi tav (2010, Do)

 

101- Omer dewran

1-   Û çiya jî dinalin (2010, Lîs)

 

102- Amed çeko Jiyan

1-   Varjabed (2010, Lîs)

 

103- Mihemed Ronahî

1-   Bendewarên adarê (2010, Ronahî)

 

104- Omer Yaman

1-   Karwanê azadiyê (2010, welat)
 

* Ev îstatîstîk û lîste li hin deveran beyî navê amadekarê xwe û beyî destûra wî hatiye bikaranîn. Ji bo agahiyê, pêwîst e ku mirov bibêje ku ev lîste ji sala 2004'an ve ye ku dihat amadekirin û berê jî di kovar û rojnameyan de agahiyên li ser wê hatine belavkirin û di teza amadekarê xwe de hatiye bikaranîn.