1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 7. Konferansa Malbatên Şehîdan dest pê kir
7. Konferansa Malbatên Şehîdan dest pê kir,7,konferansa,malbatên,şehîdan,dest,pê,kir

7. Konferansa Malbatên Şehîdan dest pê kir

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî 7. Konferansa Malbatên Şehîdan dest pê kir

A+ A-

MEXMÛR 31.01.2014 10:07:55 Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî( Mexmûr) 7. Konferansa malbatên Şehîdan bi beşdarbûna 486 delegeyan destpê kir.

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî( Mexmûr) 7. Konferansa malbatên Şehîdan bi beşdarbûna 486 delegeyên ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, Sêmêlê, Girêgewrê û wargehên din li Salona Konferansê ya Komeleyên Ciwanan di seat 08:00’an de bi rêzgirtina ji bo kesên di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd jiyana xwe ji destdayîn de destpêkir. Di salona Konferansa ku wê duh rojan dewam biki de pankartên li ser “Bi kelecana mergê pakrewanan de em xwe tevlî kar bikîn”, “PKK partiya şehîdane” û “Şehîd rûmet û felsefeya jiyana me ne.”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , kesên di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd de jiyana we ji dest dayîn û alên PKK, HPG û KCK’ê hatin hilawistin.

Axivtina konferansê ji aliyê endama Koordînesiyona Meclîsa Gel Rozerîn Yildiz ve hat kirin û da diyar kirin ku em konferansa Malbatên Şehîdan dikîn diyariya Şoreşa Rojavayê kurdistanê û got: “Rojava weke têkoşîn û berxwedana Şehîdane û li ser xeta paradîkmeya Rêber Apo ye. Bi saya Rêber Apo û xwîna şehîdan pêşî li komploya navnetewî hatiye girtin. Ji ber vê yekê pêwîste ku em ji hemû demê zêde tir, di vê pêvajoyê de xwedî li têkoşîna şehîdan û keda Rêber Apo derbikevîn.”

Yildiz destnîşan kir ku armanca wê konferansê ewe ku, ji nû malbatên şehîdan xwe bi rêxistin bikin e.

Ji aliyê KCK, PYD, PÇDK, û hemû saziyên Wargehê ve peyam hatin dayîn û ji konferansê re serkeftin xwestin.

Bernameya du rojan ya konferansê wiha ye:

Perspektîvên Rêber Apo

Sinevzîyona Hevserokatiya Desteya Rêberiya KCK’ê

Rewşa Siyasî

Rapora Malbatên Şehîdan.

Nirxandina malbatan

Rêvebirname

Hilbijartin

Encam