1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 8 partiyên Kurd ên Bakûr tifaqa xwe mayînde kir
8 partiyên Kurd ên Bakûr tifaqa xwe mayînde kir,8,partiyên,kurd,ên,bakûr,tifaqa,xwe,mayînde,kir

8 partiyên Kurd ên Bakûr tifaqa xwe mayînde kir

A+ A-

AMED

Li Bakûrê Kurdistanê 8 partiyên Kurd ên ku ji bo hilbijartinên 2019’an Tifaqa Kurdistanî ava kiribû, li Amedê civiyan. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku wan biryara mayîndekirina tifaqê girtiye û dê xebatên wan berdewam bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Alîcan Onlu, Nûsrettîn Maçîn û Nejdet Îpekyuz, li Otela New Garden a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi nûnerên partiyên Kurd ên di Tifaqa Kurdistanî de cîh digirin re civîn li dar xist.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên Komeleya Kurd a Demokratên Şoreşger (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Paltforma Kurdên Demokrat-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî beşdarî civînê bûn. Nûnerên partiyan di civînê de li ser yekîtiya kurd nîqaş kirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Piştî civînê Hevserok Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd derketin pêşberî kamerayan û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş bi kurdî daxuyanî da û Hevserok Mîthat Sancar jî bi tirkî daxuyanî da.

‘BILA HER KES BIBÎNE KU EM HENE’ 

Axaftina Kardaş wiha ye:

“Ji bo xeta siyaseta neteweyî li bakur mayînde bikin û bi şiklekî stratejîk hildin dest,  em ji bo wê civiyan. Hêviyên me ew e ku ev yek bibe siyaseteke mayînde li Kurdistanê. Ku dinya alem bizanibe, va em hene. Bila ji wan kesên dibêjin ‘Kurd tû carî nikare di siyasetê de yekitiya xwe ava bikin’ bibînin. Lê em dixwazin bidin nîşan ku me ev zîhniyet şikandiye. Bawer bikin ku em hînî hev dibin û hêdî hêdî bêtir hevdû nas dikin û ji hev re germ dibin. Em ê mizgîniyên xweş bidin gelê Kurdistanê. Ku va me li Bakur xeta neteweyî ava kir. Hêz û rexên Kurdistanî li gel hev in û yekîtiyek di qada siyaseta neteweyî de bilind dikin.

‘EM HÊZÊ JI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIGIRIN’ 

Hin partiyên ku li vir li derve mane jî em dîsa bi israr li ser wan disekinin, em bang li wan dikin ku beşdarî xebata me bibin. Em ê serdana wan bikin. Em dixwazin ku li Bakur siyasatek yekîtiyê ya mayinde bê avakirin. Îro di siyaseta kurd de li her çar çarçeyên Kurdistanê de pêşketinek xweş heye. Em piştgiriya yekîtiya kurd li her çar parçeyan dikin. Bi taybetî li Başûr û Rojava, partiyên ku gihane hev du û bi hev re civînan çêdikin li hev guhdarî dikin û ev yek gihaye asteke gelekî baş. Em gelek kêfxweşin, em dixwazin ew bi ser bikevin. Em bi hêvî ne. Ger ku ew bi ser bikevin em ê jî jê hêzê bigrin. Ev yekitî înşalah bi ser bikeve. Civîna îro jî ne ji bo xatirê hilbijartinan, bes ji bo xeta neteweyî em bikaribin bi hev re bixebitin. Em îro li ser yekîtiya neteweyî sekinin û dê ji niha şûn ve civînên me dê bidom in.”

SANCAR: ME LI SER HEMAN NÊRÎNAN LI HEV KIR 

Piştî Kardaş, Sancar daxuyanî da û axaftina wî jî wiha ye:

“Îro em bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re hatin cem hev. Civînek pir erênî û baş bû ji bo me. Em di gelek mijaran de bi zelalî li serê axivîn. Me div ê civînê de bi kêfxweşî biryarên şênber girtin. Wek ku rêzdar keke Mehmet Emîn jî eşkere kir, me li ser vê platforma xwe ya li ser tifaqa hilbijartinê pêk hat biryara mayîndekirina wê girt. Em gihîştin heman nêrînan û wê platforma me bi hev re hereket bike.

EM WEK DESTPÊKÊ DIBÎNIN 

Di esasê xwe de piştî hilbijartinan hin hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin, lê îro cara yekem me bi zelalî û şênber biryara Tifaqa Kurdîstanî hat axftin. Û me gavên wê yê ewilî avêt. Di vê civîna me de biryarên dê Tifaqa Kurdistanî mayînde bibe û bi vê mexsedê bixebite derketin holê. Civîna me ya îro gava pêşî ye. Dîroka civîna me ya ji niha şûn ve wê sekreterya me ya heyî diyar bike. Di wê civînê de wê biryara me ya îro girtiye bibe xalek tenê ya wê rojevê.  Wê li derdora vê rojevê xebatên berbiçav werin kirin. Ji bo me biryar û civîn gelek girîng e.

YEKÎTÎ GELEK GIRÎNG E 

Em wek HDP’ê van hevdîtinan ji du aliyan ve gelek girîng dibînin û jiyanî ye. Em gelek nirx didinê. Ya yekemîn meseleya kurdan a yekîtiyê heye. Yekîtiya neteweyî ya kurd jiyanî ye. Ev jî ji ber ku yekîtiya kurdan di bin tehdîtan de ye. Ya mafên netewî nayên nasîn înkar dikin yan jî li dijî mafên heyî her tim mudaxile tên kirin. Nûnerên siyaseta wê netewê û mafên wan her tim di bin gefan de ye neçar in li ser xetekê li hev bikin. Li hev kirin û li ser armancek û rêbazan hevpar bûn berpirsiyariya dîrokî, siyasî û heta ehlaqiye jî.

BÊYÎ KURDAN NABE 

Em bi hişmendiya vê berpirsiyariyê tên gel hev. HDP ji bo vê mijarê tişta bikeve ser milê wê bi biryar e. Me vê biryarê di reng û çavê partiyên Tifaqa Kurdistanî de jî dît û ev yek cihê kêvxweşiyê ye. Ev tifaqa me di heman demê de ji bo piştevaniya demokratîkkirina Tirkiyê xwedî potansiyele ye. Li Tirkiyê bêyî kurdan vegera li demokrasiyê ne mimkin e. Her wiha me bi partiyên tifaqê re li ser vê meseleyê jî nêrînên xwe hevpar anîn ziman.

HÊVIYA ME YA AZADIYÊ MEZIN DIBE

Li Tirkiyê demokratîkkirin bi beşdariya çalak a kurdan mimkin e. Em dixwazin raya giştî hemû vê yekê bibîne. Xebat û têkoşîna me ya ji bo siberojê hêvî dide me û di warê demokratîk, azadî û mafên neteweyî ya gelê kurd de jî hêviya mezintir dibe.

XEBATÊN ME WÊ ŞÊNBER BIDOMIN 

Em ji bo piştevaniya partiyên tifaqa Kurdistanî ku li dijî êriş û zextên li ser me nîşandan jî spasiya wan dikin. Peyamên piştevaniya wan me kêxweş û şanaz dike. Mezinkirina vê piştevaniyê bêtirîn me dilşad dike. Gumana me ji vê yekê nîne. Me li vir carek din vê rewşî rûbirû gotûbêj kir. Em ji vê gelek memnûn in. Gelek mijar û xebat wê şênber bibin û werin temînkirin û birêvebirin. Rêya pêşiya me ev rê ye. Ev rê ji bo me hemûyan e. Em dibînin ku rêya me vekirî ye. Em bi vê bawer in. Em carek din li vir malovaniya hevalan hemû dikin.”

ŞANDE ÇÛ SERDANA SÛRÊ

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî Sancar, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên BDP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê û nûnerên partiyên Kurdistanî derbasî navçeya Sûrê bûn û serdana esnafan kirin. Şandeya partiyên kurd li ber Mizgefta Gewre ya li Sûrê rûniştin û bi gel re sohbet kirin. Li ber Mizgeftê wek her carê balkêş bû ku polîsan şandeya partiyên kurd dorpêç kiribû.

TIFAKA KURDISTANÎ KENGÎ HAT AVAKIRIN?

Beriya hilbijartinên şaredariyan ên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku sala 2019’an pêk hatin, 8 partiyên Bakurê Kurdistanê li hev civiyan. Di encama civîna ku li ser yekîtî û tifaqa Kurdan hatibû rawestîn de Tifaqa Kurdistanî hatibû avakirin û biryar hatibû dayîn ku hemû partî di bin sîwaneya HDP’ê de tevlî hilbijartinên xwecihî bibin.