1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 8 Rêyên Şabûnê!
8 Rêyên Şabûnê!,8,rêyên,şabûnê

8 Rêyên Şabûnê!

Ji zanyarên cîhanê 8 pêşniyazên ji bo şabûna mirovan

A+ A-

Zanistên ji welatên cuda yên cîhanê 13 lêkolînên cuda kirin û di encam de ji bo şabûna mirovan 8 pêşniyaz kirin. Zanyarên vê lêkolînê kirin, encamên vê lêkolîna xwe di kovara "Psychological Bulletin" de weşandin.

1- Bila armancên we hebin:

Kesên ku armancên wan ên ji bo dema dûr an nêzîk hebin, xwe hêsantir ji keseran bi dûr dixin, armancên wan wate dide jiyana wan û dibe sedema zêdetir têkiliyên bi der û dora xwe re.

2- Bi kesên baş re bibine heval:

Zanyar didine zanîn ku têkiliyên civakî ji bo şahiya mirovan grîng in û kesên bikaribin hevaltiyên xurt deynin, bêtir şa dibin.

3- Bila di jiyana we de bêtir rengê hêşîn hebe:

Zanyar diyar dikin ku rengê hêşîn baweriya bi xwe zêdetir dike û stresê kêm dike ku ev rewş jî ji bo şabûnê roleka grîng dilîze.

4- Aram bin:

”Rêya şabûnê di libendêmayîn û aramiyê de ye” dibêjin zanyar. Her wiha, ji bo rûmeta kêliyên xweş bêtir bê zanîn, divê mirov aram be.

5- Bi şevê ji 6 saetan bêtir razên:

Lêkolîner her wiha didine zanîn ku kesên gihîştî bi şevê ji 6 saetan zêdetir razên (di nav hev de 6 saet û 15 deqîqe), dê çêtir dest bi roja xwe bikin. Ji bo zarok û ciwanan jî, pêşniyaza 8 saetan dikin.

6- Alîkariya kesên din bikin:

Hate diyarkirin ku kesên diyarî dikirin, an alîkariya diravî dikin, an jî karên ji bo xêrê dikin, ji bo ku kesên din şa dikin, ew bi xwe jî bêtir şa dibin.

7- Ji nûbûnan re vekirî bin:

Li gor zanyarên vê lêkolînê kirine, kesên ku ji ceribandinên nû re vekirî ne, bêtir şa ne, lewra hînbûna tiştên nû mêjî û hesta meraqkirinê dike nava tevgerê.

8- Hez bikin:

Lêkolîner didine zanîn ku hezkirin, evîn, parvekirina jiyanê bi kesekî/a din re jî, di şabûna mirovan de roleka mezin dilîze.

Wergera ji tirkî: Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî