1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 98 şaredarên BDP'î: Berpirs AKP ye
98 şaredarên BDP'î: Berpirs AKP ye,98,şaredarên,bdp,î,berpirs,akp,ye

98 şaredarên BDP'î: Berpirs AKP ye

A+ A-

Şaredarên BDP'î, diyar kirin ku di dema biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê de hikûmeta AKP'ê tu gav neavêtine û ji ber vê berpisyarê pevçûnan AKP ye. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn li ser navê 98 şaredarên BDP'î daxuyanî da û got, "Em difikirin ku li gel helwest û pêkanînên hikûmetê tu mafê me tune ku em banga bêçalaktiyê ji PKK'ê bikin."

98 şaredar û 9 serokên meclîsên giştî ên bajar ku bi rojeva hilbijartin û xweseriya demokratîk li Amedê li hev civiyane, derbarê agirbesta KCK'ê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyani li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi beşdariya şeredarên bajar, navçe, bajarok û serokên meclîsên giştî hate lidarxistin. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, li ser navê komê daxuyanî da. Şahîn, di axaftina xwe de balkişand ser pêşveçûyînên li Rojhilat Navîn û Bakurê Afrîkayê. Şahîn, da zanîn ku ev pêşveçûn dê qedera gelên li heremê biguhire û wiha got: "Em aşkera dikin ku li kudera cîhanê be bila bibe, em piştgiriyê didin têkoşîna gelên mazlûm ya azadî, demokrasî û kedê." Şahîn, da zanîn ku nêzîkatiya hikûmeta heyî û hemû hikûmetên heta niha dom kirine, ya li hemberî kurdan, ne ji nêzîkatiya Mubarek û Qedafî ya li hemberî gelên xwe cudaye.

'Hikûmetê heta niha tu gav neavêtin'

Şahîn, destnîşan kir ku wekî hilbijartiyên herema ku herî zêde ji şer tesîrên neyînî digire dê piştgiriyek xurd her tim bidin helwestên aştiyane. Şahîn, di vê çarçoveyê de helwesta hikûmetê ya li hemberî pêvajoya bêçalaktiyê ya KCK'ê bi tundî rexne kir û wiha pêde çû: "Ji bo aştiyê, ked, xebat û gavên baş divê. Lê hikûmetê heta niha tu gav neavêtin. Muxalelefetê seknek statukoparêz tercîh kiriye. Rêxistinên civakî û yên sermayê jî têrê helwest nîşan nedane. Ji ber van sedeman jî bidawîkirina bêçalaktiyê hatiye rojevê. Em ji ber berpisyariya ehleqî û wijdanî cardin bang li hikûmetê dikin ku ji bo çareseriyê gav bavêje. Her wiha ji rêxistinên sermaye û civaka sivîl re jî bang dikin ku ji bo hikumet gav bavêje rola xwe bilîzin." Şahîn, di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku li gel helwest û pêkanînên hikûmetê difikirin ku tu mafê wan tune ku banga bêçalaktiyê li PKK'ê bikin.

'Bila siyasetmedarên kurd bên berdan'

Şahîn, di dawiya axaftina xwe de daxwazên ku ji bo aştî pêk bê rêz kir û wiha pêde çû: "Divê ji bo aşityek bi rûmet, operasyonên siyasî û leşkerî bidawî bibin. Bila siyasetmedarên kurd bên berdan. Bendava hilbijartinê bila bê daxistin. Astengiyên pêşiya perwerdehiya kurdî lazime bên rakirin." Şahîn, piştî daxwaz rêz kirin, bang li hemû derdorên aştîxwaz û demokrat kirin ku ji bo pêşeroja welateke azad, rola xwe bilîzin.

DÎHA (lg/mae)