1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. ANTOLOJIYA HELBESTVANÊN NÛJEN DERKET
ANTOLOJIYA HELBESTVANÊN NÛJEN DERKET,antolojiya,helbestvanên,nûjen,derket

ANTOLOJIYA HELBESTVANÊN NÛJEN DERKET

Antolojiya 158 helbestvanên kurdên bakurê Kurdistanê ku ji 600 rûpelan pêk tê derket pêşberî xwendevanan

A+ A-

 Antolojiya 158 helbestvanên kurdên bakurê Kurdistanê ku ji 600 rûpelan pêk tê derket pêşberî xwendevanan.

 

Di danasîna weşanxaneyê ya pirtûkê de wiha tê gotin: “Birêz Occo Mahabad di encama kar û xebateke dûr û dirêj de va pirtûka hêja a di destê we xwendevanên ezîz de amade kiriye. Xebatên weha gelek girîng in. Xebatên giranbiha ne, bi qîmet in. Ên tirkan û yên Ewropiyan gelek antolojiyên wan hene. Li Tirkiyê her sal antolojiya helbestan ên salane li dawiya salê dihatin weşandin û ew hêj jî diweşînin. Hêvîdar im xebata birêz Occo Mahabad bibe destpêka xebata pêkanina antolojiyên hemû şaxên edebiyata Kurdî. Binêrin hêj jî ”Antolojiya romana kurdî” tune ye.”

 

Anatolojiya Helbestvanên Nûjen a ku Occo Mahabad ve amade kiriye ji aliyê Weşanxaneya NAyê ve hatiye çapkirin û niha li pirtûkfiroşan li benda xwendevanên xwe ye.