1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amnesty İnternational têkildarî xwepêşandanên li Başûr daxuyanî da
Amnesty İnternational têkildarî xwepêşandanên li Başûr daxuyanî da,amnesty,i̇nternational,têkildarî,xwepêşandanên,li,başûr,daxuyanî,da

Amnesty İnternational têkildarî xwepêşandanên li Başûr daxuyanî da

A+ A-

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) têkildarî xwepêşandanên ev 5 roj in li Herêma Kurdistanê berdewam dikin daxuyanî da û hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kir.

Li Herêma Kurdistanê ev 5 roj in xwepêşdana xwedekar û welatiyan berdewam dike. Li dijî xwepêşanderan şîdetek zêde hate bikaranîn û gelek xwendekar hatin binçavkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kir.

Daxuyanî wiha ye: “Li Silêmaniyê belavbûna tundiya li hemberî xwendekaran êrîşa herî dawî ya hêzên ewlehiyê ye, li ser azadiya raderbirînê û civînan. Ji ber zext û zordariya sîstematîk a ku wan dikin, şokek nîne. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê dikin ku hêzên ewlekarîyê bişopîne û pabendbûna xwe bi garantîkirina azadiyan re eşkere bike.

Rojnews