1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Annie Ernaux Xelata Nobelê ya wêjeyê girt
Annie Ernaux Xelata Nobelê ya wêjeyê girt,annie,ernaux,xelata,nobelê,ya,wêjeyê,girt

Annie Ernaux Xelata Nobelê ya wêjeyê girt

Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2022’yan dane nivîskara Fransî Annie Ernaux

A+ A-

Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2022’yan ji bo nivîskara Fransî Annie Ernaux hatiye dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber wêrekiya xwe ya ji bo eşkerekirina koka bîra şexsî, biyanîbûna ji wê, her wiha destnîşankirina astengiyên kolektîf” hêjayî xelatê hate dîtin.

Li ser hesabê Twitterê yê Xelata Nobelê ya Wêjeyê hat diyar kir. Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Nivîskara Fransî Annie Ernaux ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2022’yan wergirtî, di sala 1940’an de ji dayik bû û li bajarokê biçûk ê Yvetot li Normandiyê mezin bû, ku malbata wê xwediyê qehwexaneyek û dikandar bû. Rêwîtiya wê ya nivîskariyê dirêj û dijwar bû.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Annie Ernaux bi hêza azadiyê ya nivîsandinê bawer e û wiha hat gotin, “Berhema wê bi zimanekî bê tawîz û sade, paqij hatiye nivîsandin.”

Nivîskar a ku di 1’ê Îlona 1940’î de ji dayik bûye, berhemên wêjeyî yên ku bi piranî otobiyografîk in û bi civaknasiyê re têkiliyeke berfireh hene, nivîsandiye.

(ab) rojnews