1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Artêşa Tirk 7 meh in êriş dike û gerîla rê nade biserbikeve
Artêşa Tirk 7 meh in êriş dike û gerîla rê nade biserbikeve,artêşa,tirk,7,meh,in,êriş,dike,û,gerîla,rê,nade,biserbikeve

Artêşa Tirk 7 meh in êriş dike û gerîla rê nade biserbikeve

A+ A-

Artêşa Tirk a dagirker 7 mehin bi hemû cûrên çekên pêşketî û qedexekirî li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna êrişan dike, lê hîn nekariye nefesê bistîne û bi berxwedana bêhempa ya gerîla neçar ma ji hin herêman vekişe. Tenê di nava 6 mehan 323 caran çekên kîmyawî bi kar aniye, lê dîsan Tirkiyeyê nekarî bigihe armanca xwe.

Di 19’ê Mijdarê de Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê agihand ku artêşa Tirk a dagirker ku nekarî li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla bisekine û derbên girantir xwar, xwe ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişandiye.

Tevî ku artêşa Tirk bi hemû hêz û teknîka xwe û bi çekên kîmyawî êrişî herêmên Werxelê û Tabûra Ereban ên Avaşînê dikir jî nekarî bi ser bikeve.

Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, di nava 6 mehên destpêkê de, artêşa Tirk li dijî hêzên gerîla 323 caran çekên kîmyawî bi kar aniye. Herêma herî zêde artêşa Tirk çekên kîmyawî lê bikar aniye, herêma Werxelê bû, lê nekarî lê ti encamê bi dest bixe û neçar ma jê vekişe. Tenê di 15 rojên destpêkê yên meha Îlonê de Artêşa Tirk 99 caran herêma Werxelê bi çekên kîmyawî bombebaran kiriye.

Li gorî bîlançoya HPG’ê di nava 6 mehên destpêkê de, gerîla 599 çalakî li dijî Artêşa Tirk lidar xistiye. 670 dagirker hatine kuştin û artêşa Tirk jî 323 caran çekên kîmyawî bi kar aniye.

Li gorî daneyên HPG’ê, di nava 6 mehên şer û pevçûnan de, 101 gerîla li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê şehîd bûne. Ji vane 32 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûne.

  Herêmên Werxel û Tabûra Ereb

Necara yekeme ku dewleta Tirk ji herêmên Tabûra Ereban û Werxelê vedikişe, di meha Hezîranê de ji berî liv û tevgera PDK’ê ya li herêma Metîna, Tirkiye ji vê herêmê vekişiya, piştre hewdanek nû ji bo dagirkerina vê herêmê da destpê kirin, lê di hewldana duyemîn de jî şikest.

Artêşa Tirk ji du aliyan ve êrişî herêma Avaşîn kir. Ji aliyê Mam Reşo û Mervanus ve hewl da xwe bigihîne Tabûra Ereban. Tabûra Ereban dikeve navenda Avaşîn. Her çiqas Tirkiye, ji dema borî ve, nekariye bi temamî gir dagir bike, lê ji bo demekê li herêmê bi cih bû, gerîla jî berdewam li derdora gir li dijî artêşa Tirk çalakî dikir. Lewma Artêşa Tirk nekarî zêde li vê herêmê bimîne.

Sedema sereke ya vekişîna artêşa Trik çalakiyên gerîla yên bi taktîka serdemê û gerîlatîbûna serdemê ye. Gerîla rojane bi taktîka nû li dijî çeper û baregehên artêşa Tirk çalakî lidar dixist û rê nedida kontrola şer û herêmê bikeve bi din destê artêşa Tirk de.

Bi girtina Tabûra Ereban re dikare riya Zapê jî weke kontrol kirin, lê Artêşa Tirk tevî hemû hewldanên xwe yên ji bo dagirkirina vî gir a ji bo veqetandina Zap û Avaşîne, bin ket û negiha armanca xwe.

Ji aliyê din ve, Werxelê jî cihek bilind e û dikeve li ser sînorê Bakurê Kurdistanê de, lûtkeya çiyayî wiha ye ku leşker nikarin lê bi cih bibin, di heman demê de li çiya tonelek jî heye, ji ber dirêjiya xwe artêşa Tirk nekarî tevahî kontrol bike.

 Armanca êrişa Tirkiyeyê ya ser Zap, Metîna û Avaşîn

Artêşa Tirk di 23’yê Nîsanê de dest bi êrişên berfireh û dijwar ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn kir. Destpêkê armanca artêşa Tirk ew bû ku 100 kîlometre herêmê dagir bike û gerîla ji sînor dûr bixe, lê negiha armanca xwe. Li gorî agahiyan kêmtirî 8 kîlometreyan dagirkiriye.

Piştî 7 mehên êrişên dewleta Tirk ên dijwar û berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê, artêşa Tirk neçar ma li Tabûra Ereban û Werxelê vekişe. Berê ji girên Kartal û Şehîd Dîren jî vekişiya bû. Li gorî pisporên leşkerî, ev şikestina artêşa Tirk ya di operasyonê de vê yekê dertêxe holê, dibe ku pêşerojê ji herêmên din jî vekişe û vale bike.

Rojnews