1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Arşîva Radyoya Êrîwanê li ser înternetê hate weşandin
Arşîva Radyoya Êrîwanê li ser înternetê hate weşandin,arşîva,radyoya,êrîwanê,li,ser,înternetê,hate,weşandin

Arşîva Radyoya Êrîwanê li ser înternetê hate weşandin

Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Elmanî (Deutsch-Kurdisches Kultur institut) wê ji bo 3 rojan li ser medya dîjîtal kampanyayekî ji bo weşandina 900 stranên zêdetirî 150 dengbêjan bide destpêkirin

A+ A-

Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Elmanî ku sala 2019’an ava bûye û ev sê sal in ji bo zindîkirina çanda dengbêjî ya Kurdî xebatekî berfireh ya komkirina stranên dengbêjiyê ya dengbêjên Kurd ku li ser Radyo Erîvanê hatine weşandin bi rê ve birine. Lêkolîner û xebatkarên Enstîtûyê radigihînin ku di encama vê xebatê de bi qasî 900 stran li ser platformên dîjîtal ango li ser Youtube, Spotîfy, Apple Music û hin platformên din ên dîjîtal amade û weşandine. Niha jî bi kampanyayekî ya sê rojan dixwazin encamê xebatên xwe pêşkêş bike.

Enstîtuyê bi weşandina vê arşîvê re wê kampanyayeke ji bo sê rojan bide destpêkirin. Enstîtu bang li hemû stranbêjên Kurd û guhdaran dike ku roja 27-28 û 29ê Nîsanê li ser hemû hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, rojê stranekê ji vê arşîvê biweşînin. Enstîtuyê di bangewaziya xwe de bi taybet ji stranbêjan xwestiye ku di van her sê rojan de tenê van stranên ji arşîvê bi guhdarên xwe re par ve bikin. Enstîtu bi vê kampanyayê armanc dike ku bi vî awayî stranên vê arşîvê bigihêje piraniya guhdaran.  

 

Bi vê xebatê re 900 stranên zêdetirî 150 stranbêjan ên ku deng û awazên wan di Radyoya Erîvanê de hatine weşandin, wê ji bo guhdaran û lêkolîneran weke çavkaniyeke dewlemend li ser înternetê ango platformên dijîtal bin.

 

Li ser van navnîşanan hûn dikarin stranan bi dest bixin;

http://www.youtube.com/c/DeutschKurdischesKulturinstitut

https://twitter.com/DKKulturinst

https://www.facebook.com/DeutschKurdischesKulturinst/

https://www.instagram.com/deutschkurdischeskulturinst/