1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bav û keç li heman çeperê şer dikin
Bav û keç li heman çeperê şer dikin,bav,û,keç,li,heman,çeperê,şer,dikin

Bav û keç li heman çeperê şer dikin

A+ A-

Çeperên YBŞ/YJŞ ên li Şengalê, bi tevlîbûnên watedar hê bêhtir xurt dibin. Tevlîbûna şervanan a li nava refên YBŞ û YJŞ'ê nîşan dide, ne tenê ax wê azad bibe, her wiha civak jî wê azad bibe. Bav-keç Îbrahîm û berxwedan ku şervanên YBŞ û YJŞ'ê ne, ji bo parastina ax û civaka xwe li heman çeperê cih digirin.

Yek ji gundên Şengalê, ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de komkujiyeke mezin lê kir, gundê Koço yê ser bi navenda Şengalê ye. Şervanê YBŞ'ê Îbrahîm Mûrad Hewîn (50), tevî malbata xwe bi saxî ji gundê Koço rizgar bû. Hewîn YBŞ weke temînata jiyana civaka Êzidî dît û tevlî nava refên wê bû. Ev sê sal in, bi 3 zarokên xwe li ser rêya azadiyê ye. Hewîn, niha bi keça xwe Berxwedan Tolhildan (20) a li nava refên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) cih digire, li heman çeperên parastinê yên Şengalê ye.

'EM Ê SOZA KU ME DAYE JINAN BI CIH BÎNIN'

Şervanên YBŞ û YJŞ'ê Îbrahîm û Berxwedan destnîşan dikin, ku ew kêfxweş in ji ber ku li heman çeperê ne. Şervana YJŞ'ê Berxwedan Tolhildan anî ziman, ji bo xeyalên hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane tevlî nava refên YJŞ'e bûye û got, "Hesteke bedew e ku tevî bavê xwe di nvaa refên YBŞ'ê de cih digirim. Xeyala me bû, ku em bi hev re serketinan bi dest bixin û diyarî hevrêyên xwe yên şehîd bikin." Tolhildan diyar kir, ew ê soza dane jinên Êzidî bi cih bînin.

'SIBEROJ LI ÇEPERÊN BERXWEDANÊ YE'

Tolhildan di dewama axaftina xwe de got, "Hemû xêrxwazên ji bo Şengalê, lazim e tevlî bibin û li çeperan cih bigirin. Bi taybetî divê jin û ciwanên Êzidî bên û tevlî nava refên YBŞ û YJŞ'ê bibin."

Şervanê YBŞ'ê Îbrahîm jî, ku emrê xwe li pêşiya şervaniyê asteng nabîne, destnîşan dike ku ew gelekî kêfxweş e ji ber ku tevî keça xwe il nava YBŞ'ê ye.

Îbrahîm diyar kir, di nava YBŞ'ê de wezîfe ji wî re hatiye dayin ku ji bo tedarikkirina pêdiviyên bingehîn ên şervanan bibe alîkar û ragihand, di dîroka Şengalê de gelek hêz çêbûn, lê belê hemû jî ji bo berjewendiyên xwe nêzî civaka Êzidî bûn. Îbrahîm got, "Brîtanya, Amerîka, rejîma Baasê û gelek dewletên din hêzên xwe anîn vê derê. Lê belê ti ji wan li siberoja civaka Êzidî nefikirîn û nehiştin hêza parastinê ya Êzidiyan ava bibe. Herî dawî PKK hat û nîşanî me da ku divê em xwe çawa biparêzin. Em hîn kir ku bi çi rengî dikarin bi vîna xwe xwe biparêzin."

'MIN SÊ ZAROKÊN XWE TEVLÎ NAVA REFÊN YBŞ/YJŞ'Ê KIR'

Îbrahîm diyar kir, piştî ku wî ev hemû rastî fêhm kir, tevî keç û du kurên xwe cihê xwe di nava refên YBŞ/YJŞ'ê de girtiye û wiha dewam kir: "Min bi destên xwe 3 zarokên xwe tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê kir. Zarokên min wê bibin pêşeng û siberoja civaka Êzidî. Ez û keça min, ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên şehîd bûne em li vir in. Daxwaza min ew e, ku tevahiya gelê me cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigire."