1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayîk: Efrîn ser bikeve wê Lozan ji holê rabe
Bayîk: Efrîn ser bikeve wê Lozan ji holê rabe,bayîk,efrîn,ser,bikeve,wê,lozan,ji,holê,rabe

Bayîk: Efrîn ser bikeve wê Lozan ji holê rabe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayîk got; “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên xwe ve divê xwedî li Efrînê derkevin. Ger berxwedana li Efrînê bi ser bikeve ew konsepta dijî gelê Kurd tê meşandin êdî nema tê meşandin.”

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bû mêvanê bernameyeke Ronahî Tv û êrîşên li ser Efrînê û berxwedana li dijî dagirkeriyên nirxandinên girîng kir.

 

Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemîl Bayîk wiha ye:

 

Di destpêkê de ez berxwedana gelê me ya Efrînê, berxwedana keç û xortên Efrîn, berxwedana YPG û YPJ’ê silav dikim. Dîsa gelê me li Ewropa, Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê li ser piya ye û piştgiriya Efrînê dikin. Ez hemû yan silav dikim. Di heman demê de gelê sosyalîst ku li gel gelê me ne, niha hin ji wan li Efrîn bi gelê me re tekoşînê dikin. Ez wan jî silav dikim.

 

Rast e, li ser Rêber Apo siyasetek dijwar tê meşandin. Ew siyaset ne tenê li ser şexsê Rêber Apo ye, lê belê di şexsê wî de li dijî gelê Kurd û hemû gelê azadîxwaze siyasetên xwe dimeşînin. Rêberê APO ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo hemû gelên azadîxwaz re Rêbertiyê dike. Rêber Apo felsefe û bîrdoziyê pêş dixe. Ên azadiyê û demokrasiyê dixwazin fikrê Rêber Abo ji xwe re esasê serkeftinê digirin. Hêzên kapîtalîst ji vê yekê pir ditirsin, ji ber wan wekî anternatîfa xwe dibînin, ji ber wê dixwazin pêşiya wê bigirin. Dixwazin gelê Kurd ji wê piradîgmayê bêpar bikin, ji ber wê êrîşî Rêber Apo dikin.Li ser Rêber Apo ne tenê tecrîd tê meşandin, lê belê şerekî pîskolojîk, şerekî taybet dimeşînin. Berê rayedarên Tirkan gotibûn ku ew ê carekê nekujin, lê belê ew heroj dikujin. Dewleta Tirk vê yekê li ser gelê kurd, li ser hêzên demokratîk jî dimeşîne.

 

‘Siyaseta li ser Rêber Apo dimeşînin niha li ser gelê Kurd jî dimeşînin’

 

Eger ku îro dewleta Tirk li Efrînê komkujiyan pêk tîne û hemû cûreyên çekan bikar tînin û li aliyê din jî siyasetê dike. Eger dijminek gelekî qebûl nekin, wê rêberê wî jî nas neke, lewma ji ber dixwazin gelê Kurd tine bikin û bifetisînin, li ser Rêber Apo siyasetên dijwar dimeşînin. Siyasetên ku îro li ser gelê Kurd tê meşandin, li ser Rêber Apo dimeşînin, ê ruh daye vî gelî Rêber Apo ye. Gel jî ji bindestê derdixîne. Gelê Kurd îro li ser esasê piradîgmaya Rêber Apo rabûye ser piyan û têkoşînê dike. Dibêje ku siyasetên berê li ser dihat meşandin qebûl nake û li ser wî esasî têkoşînê pêşdixe.

 

‘Êrîşa li ser Efrîn girêdayî siyaseta li ser Rêber Apo tê meşandine’

 

Gelê me di hemû şert û mercan de têkoşîna xwe meşandiye. Eger li ser Rêber Apo tecrîdê û siyaseta ku li ser tu kesî ne hatiye meşandin, dimeşînin, dixwazin gelê Kurd tune bikin. Rêber Apo li dijî siyasetên wan têkoşîn da meşandin, gelê Kurd rakir ser piyan û ew şiyar kirin. Ew niha kerbên xwe yên li dijî vê yekê li ser Rêber Apo didin meşandin. Eger îro li Efrînê êrîşa dagirkeriyê daye meşandin ew girêdayî heman siyaseta li ser Rêber Apo tê meşandin e.

 

‘Kurd gelên din jî radikin ser piyan’

 

Dema dewleta Osmanî li Tirkiyê têk çû, Îtthad û Tereqî li Tirkiyê derket hole. Li her derê komkujî pêk tanîn, dixwestin ku dewleta Osmanî li ser piyan bihêlin. Ji bo dewleta Osmanî biparêzin, li dijî hemû gelên din komkujî pêk anîn. Komkujî ne tenê li ser Ermeniyan bû, lê belê komkujî li ser Romî, Suryanî û Kurdan jî pêk hat, yanî di heman demê de li ser hemû gelan pêk anîn. Xwestin tenê Tirkan bihêlin û li dijî ên din komkujî pêk anîn. Niha jî komkujiyên ku Erdogan pêk tîne û êrîşên wî eynî yên dema Îttîhad û Tereqî ye. Çawa dema Îtthad û Tereqî derket. Niha jî Erdogan û Bahçelî Îttîhad û teriqiya nû ye, ji ber ku netewên din îro ne zêde ji wan re asteng in, lê belê tenê Kurd li pêşiya wan bûne astengî, Kurd têkoşînê dikin û ji bo azadiya xwe têdikoşin. Têkoşîna Kurdan, ruh dide, Ermeniyan, Roman û Suryaniyan, wan zindî dike. Wan radike ser piyan. Ji ber vê yekê tên ser gelê Kurd, armanca wan jî ewe ku Kurd û netewên din zindî nebin û ranebin ser piyan. Ji ber Kurd niha gelên din jî radikin ser piyan.

 

Ew bi xwe jî vê venaşêrin, eşkere dibêjin ku ew ê Kurdan tune bikin, li dijî Kurd herdem êrîş dikin. Komara wan ti elaqeta xwe bi dewletê re tine ye, ew li ser şerê taybet hatiye avakirin. Ji bo xwe berdewam bike, her dem komkujiyan, xerabiyan û nakokiyan çêdikin. Ji ber vê yekê berê li ser gelek pêkhateyan dane meşandin, wekî çawa li dijî Roman, Suryanî û Ermaniyan pêk anîn, niha heman siyasetê dixwazin li dijî Kurdan bidin meşandin.

 

‘Tu têkiliya Erdogan bi Îslamê re tune’

 

Erdogan di sala 2005’an de çi got, dema çûn serdana Amedê gotin ku zarok bin, kal bin, pîr bin hûn dikarin bikujin. Tu têkiliya Erdogan bi Îslamê re tune, ew Îslamê ji xwe re wekî perdeyekê bikar tîne. Erdgoan dibêje ku wan ti der dagir nekiriye, ew derewan dike. Her kes dizane ku dewleta Tirk komkujî pêk aniye, zilim û zordarî pêk aniye. Niha jî ala xwe lê datînin û dibêjin ev der a me ye. Bi navê aştî û edaletê ketin Qibris, piştî ketênê parçe kirin û gotin ev ya me ye. Dewleta Tirk ket Başûr, niha nema kes dikare wan ji Başûr derbixe.

 

‘Yên behsa edaletê dikin komkujiyan pêk nayêne’

 

Ên Edaletê pêk tîne, komkujiyan pêk nayîne û aramiyê diparêze. Lê dewleta Tirk ne wiha ye, li tevahî Sûriyê aramî nine, lê li Efrînê aramê û aşît hebû. Ji ber wê bi hezaran mirovên Sûriyê berê xwe dan wir. Tu niha êrîşî Efrîn dike, êrîşî aramiyê, aştiyê û biratiyê dike. Dewleta Osmanî li ser Ermeniyan, Ewlewiyan û pêkhateyên din çi dane meşandin, her wiha dewleta Tirk li ser Qibirs, li ser Başûr çi daye meşandin, îro dixwaze li ser Rojava bide meşandin. Tu têkiliya vê bi edaletê re nîne, ev berûvajî wê li dijî edaletê ye, edaletê ji hole radike.

 

‘Êrîşên wan li dijî hemû gelên li Efrîn dijîn e’

 

Tu li Efrînê komkujiyan pêk tîne, mirovan dide koçberkirin. Ew îdîa dikin ku ew ê gelê herêmê ji zilmê xilas bikin. Ew derewên mezin dikin, êrîşa wan li dijî hemû gelên li Efrînê dijîn e. Malên wan xira dikin, wêran dikin û bexçên wan talan dikin. Dibêjin ku ew gelan diparêzin, dibêjin ku ew sivîlan diparêzin. Lê di rastiyê de ew li dijî vê yekê tevdigerin. Li hemû aliyan sivîl têne kuştin. Bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûne û birîndar bûne. Bi navê şerê leşkerî dijminatiya gelê Efrînê dikin, dixwazin gelê Efrînê bidin koçberkirin, Efrînê vala bikin. Dibêjin ku Artêşa Azad hêzên herêmî ye, lê ya rast ew ne yên wê herêmê ne, ew çeteyên bi Tirkiyê re şerê Efrînê dikin DAIŞ û Cebhet El-Nusera ne, ew dixwazin tola xwe ji gelê Kurd, gelê Ereb û gelê Ermenî rabikin. Bi balafir, tank û topan êrîş dikin, dixwazin her tiştî ji holê rabikin. Tu têkiliya wan bi mijarên netewî re nîne. Kes nizane ku dewleta Tirk ev ji kur kom kirine. Çekdarên ji Til Efer, Dêra Zor, Raqa û deverên din reviyan, kom kirin, li ba xwe perwede kirin û niha bi wan êrîşî Efrînê dikin. Îdîa dikin ku ev hêzên netewîne, ev dixwazin xaka Sûriyê dagir bikin, ev dixwazin li gel Tirkiyê xaka Sûriyê dagir bikin. Dîsa Erdogan dibêje ku ew çekên di êrîşa Efrînê de bikar tînin ên li Tirkiyê çêdikin. Lê di rastî de çekên li dijî Efrînê bikar tînin, çekên NATO ne. Bi tankên Elman Kurd û Erebên Efrînê qetil dikin. Erdogan pir derewan dikin, ew çi dibêjin tam bervayî wê tê kirin. Bexçelî digot ku divê ên li Efrînê li ber xwe didin hemû tine bibin. Berê ev siyaset li Cizîr, Sûr û hemû deverên Bakur tê bikaranîn. Eger fermandarên wan wiha nekin, hesab ji wan tê xwestin. Ji wan re dibêjin bikujin, tine bikin. Heman siyaset DAIŞ’ê bi Erdogan re li Kobanê û gelek deverên din pêk anî. Gelên sosyalîzim ev rastî baş nas kirin. Erdogan li hemû cîhanê faşizmê pêk tîne.

 

‘Dibêjin wê 3 milyon koçberên Sûrî bibin Efrînê’

 

Tirkiye nema dikar kesî bixapîne, ji ber ku êdî rastî hemû li ber çavaye. Niha dibêjin ku li Efrînê xeterî li ser wan heye, ji bo parstina xwe bikin, êrîşan pêk tînin, vê yekê dikin behane da ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bidin. Dibêjin ji ber ku li dijî wan tevger heye, wan êrîşî Efrînê kiriye. Dixwaze tevgera xwe ya faşist, rewa bikin û dibêjin ku ew ê Efrînê teslîmî gelê wê yê rast bike. Ma ji derveyî gelê Efrînê kî xwediyê wê ye. Di şexsê Efrînê de dijminatiya gelê Kurd pêş dixînin, dibêjin ku ew ê 3 milyon koçberên Sûriyê li Efrînê bi cih bikin, ma ev kîne, ma ev xelkên Efrînê ku hûn wan bibin Efrînê ne.

 

‘Ji ber Ewropî ji koçberên Sûrî ditirsin dibêjin başe koçberan bi cih bike’

 

Ewropa ji koçberên Sûriyê pir ditirse, lewma dema ji wan re dibêje ku wê koçberan bibe Efrîn, her kesî dixapînin. Ewropî jî jê re dibêjin ku başe tê koçberan bi cih bike. Ji ber wê gelê me divê li dijî van axaftinên Erdogan/Behçelî berxwedanê mezin bikin û axaftinên wan vala derbixin.

 

‘Naxwazin DAIŞ û El Nûsra bi dawî bibin’

 

Lazim mirov eşkere bike bê çima li dijî Efrînê êrîş pêk anîn. Em divê wê vebikin. DAIŞ li Dêra Zorê hema bêje ber bi dawî ve çû. Tinebûna DAIŞ’ê tê wateya mirina Behçelî-Erdgoan. Ji ber wê naxwazin ku DAIŞ’ê tine bikin. Derbeyên li DAIŞ û Nûsra dikevin li wan dikevin, ji ber wê naxwazin DAIŞ û Nûsra tine bibe. Ji bo wê Erdogan-Bahçelî wan diparêzin. Di hindirê Tirkiyê de jî Rewşa Awerte heye, ew bi vê yekê pir tengav bûne. Li aliyê din me hin rayedarên MÎT’ê girtin, vê yekê wan tengav kir. Heta di nava AKP’ê de jî tengaviya wan pêş dikeve. Ji derve ji xwe tengav in, li hindir jî tengav in. Çi bikin da ku xwe ji vê tengaviyê xilas bikin, nijatperestiyê derdixin da ku xwe ji tengaviyê bidin rizgar bikin.

 

‘Ji bo di hilbijartinan de qezenc bikin faşîzmê derdixin pêş’

 

Dixwazin di hilbijartinan de qezenc bikin, lewma dixwazin faşizmê derbixin pêş, lewma siyasetên wan her dem li ser esasê şere, her dem zulmê û zordariyê derdixin pêş. Bi vê yekê her dem xîtabî nijatperestên Tirkiyê dikin, bi vê yekê jî dixwazin wan tevger bikin.

 

Di encama tekoşîna me û hêzên soyaslist ên Tirkiyê de dewleta Tirk ti hêza xwe nemaye, ji ber vê yekê li dijî Kurdan şer pêş dixin. Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîş pêk tînin. Ji bo rêjîma ku ew dixwazin li Tirkiyê bidin meşandin pêş bixin, êrîşî Kurdan dikin. Dixwaze hemû armancên xwe li ser xwîn û dijminatiya gelê Kurd derdixin pêş. Gelê Kurd vê baş fam dike, hêzên sosyalîst vê baş dizanin. Erdogan li ser dijminatiya gelê Kurd xwe kir Serokkomar.

 

‘Erdogan ji bo rejîma xwe biparêze hemû cûreyên çekan bikartîne’

 

Lazime gelê Kurd vê rastiyê bibîne. Tu têkiliya Erdogan bi Îslamê re nîne, zirareke mezin dide Îslama rast. Lazime hemû Kurd vê rastiyê bizanin. Divê êdî bes baweriya Kurdan bi wan were. Di navbera Kurdan de ti cudahiyê naxênê. Ji bo wan Kurd reş be spî be dijminên xwe dibînin. Ew xapandinê dikin, li Dersimê çawa yên alîkariya wan kirin û dijberiya gelê xwe kir, tine kirin. Yanî divê gelê Kurd û hemû gelê Misliman vê rastiyê baş bizane. Erdogan ji bo rejîma xwe biparêze hemû cûreyên çekan didin bikaranîn. Qetilaman pêk tînin. Kurdan dikin qurbanî, li dijî Efrînê hemû cûreyên çekan bikar tînin, ji bo vê jî rewa bikin, derewan dikin.

 

 ‘Bi fermana Rûsya êrîşî Efrînê kirin’

 

Bi erêkirina Rûsiya êrîşî Efrînê kirin, lê Rûsiya nikare êrîşa wan biparêze. Amarîka jî got ew herêm ne ya wan e, gotin em li wir opersyon nakin, yanî wan jî rê da êrîşî Efrînê bikin. Lê nikarin dagirkiriya Tirkiyê rewa bibînin. Ewropa jî vê yekê nikare rewa bikin. Lê ev dewlet dirûtiyê dikin, dixwazin li ser Kurdan nakokiyên xwe çareser bikin. Lazime hemû gelê demokrasîxwaz vê rastiyê baş bibîne, divê qederê xwe û Efrînê bikin yek. Çawa berê li Kobanê qederên xwe kirin yek, divê li Efrînê jî vê bikin yek. Baweriya min heye ku sosyalizmên cîhanê, gelê Ereb û gelê Kurd çawa li Kobanê Erdogan dan ber lingan û li erdê dan, wê li li Efrînê jî bikin.

 

‘Dibe ku Efrînê wêran jî bikin, lê wê gelê Efrîn ser bikeve’

 

Belkî li Efrînê wêraniyê pêş bixin, belkî wekî Kobanê xirabiyê pêş bixin, lê wê gelê Efrînê bi ser keve. Gelê Efrînê bi rastî qehreman e, ne tenê ji bo xwe şer dikin, ji bo hemû cîhanê şer dikin. Gelê Efrînê dizane çima li ber xwe didin, ew di ber hemû cîhanê de şerê parstinê dike. Bi derfetên xwe li dijî hemû çekên wan derdikevin. Gelê Efrînê tema azadiyê kirine. Ên tema azadiyê dikin, wê heta dawî ji bo azadiya xwe têkoşînê dikin.

 

‘Gel û şervanên Efrînê carekî tama azadiyê kirine’

 

Eger gelê me û şervanên ku li Efrînê şer dikin, tama azadiyê wergirtine û niha li ser wî esasî têkoşînê dike, wê serkeftinê qezenc bike. Ên dagirker û êrîşkar wê nikaribin tiştekî qezenc bikin. Ji îradeya azadiyê û îradeya mirovan a azadiyê ti îrade xurt nine, îradeya azad wê karibe hemû artêşan têk bibin. Li Kobanê jî heman tişt pêk hat, li Kobanê gelek gund dagirkirin û ji sedî 90 bajar jî dagir kirin. Lê di dawiyê de têkoşîna gelan bi ser ket û serkeftin qezenc kirin.

 

‘Gelê Başûr dît ku ev konsepteke li dijî gelê Kurde’

 

Niha di şexsê Rêber Apo de konsebtek li dijî gelê Kurd tê pêşxistin, her ku diçe gelê Kurd vê baş fam dike. Li Başûr jî êdî saziyên me û gelê me vê yekê baş fam dike. Eger gelê me yê Başûr ji bo Efrînê radibin ser piyan, ciwan dibêjin ku ew ê herin Efrînê şer bikin, ev jî beşek wê rastiyê ye. Gelê Başûr tengaviyek jiyan kirin. Gelê Başûr dît ku çawa li dijî gelê Kurd konseptek didin meşandin.

 

‘Eger Efrîn ser bikeve wê Lozan ji holê rabe’

 

Ew baş e, divê gelê me yê Başûr bi siyasetmedarên xwe, rewşenbîr, saziyên xwe li Efrînê xwedî derkevin. Eger li Efrînê berxwedan bi ser ket, wê ew konsepta wan a li dijî gelê Kurd êdî nemeşe. Erdogan dixwaze itîfaqên Lozanê biparêze, ji ber ku itîfaqên Lozanê têk çûn, wê Kurd li hemû parçeyan bi ser bikeve. Eger li Efrînê berxwedan bi ser ket, wê Lozan ji holê rabe.

 

‘Gelê Bakur tevî şertên zehmet jî dikarin bi şêweyên cûda protesto bikin’

 

Niha her ku diçe di nava Kurdan de yekîtî pêş dikeve. Kongreya Netewî pêş dikeve. Li Kobanê berxwedan bi ser ket, li Efrînê wê berxwedan encam bigire. Biryara ji perlamantoya Başûr jî vê yekê nîşan dide. Gelê me yê Ewropa jî ji roja yekem ve li ser peyan e û çalakiyên xwe didomînin. Gelê me yê Rojava jî wiha ye. Li Bakurê Kurdistanê jî gelê me di bin şert û mercên zehmet de ye, lê car din jî dikarin protesto bikin, dikarin êvarê çirayên xwe vemirînin, pirotesto bikin.

 

‘Berxwedana Efrînê ji bo hemû parçeyane’

 

Dewleta Tirk navenda faşizmê ye. Tekoşîna gelê Rojava piştgiriya Ewropa, Başûr û Bakurê Kurdistanê jî dike. Yek beş wê nikaribe faşizmê bi tena xwe tine bike. Divê hemû parçe û Eworopa jî bi hev re divê teêkoşînê pêş bixin. Berxwedana Efrînê îro ji bo hemû parçeyan e.

 

‘Rusya wer difikire ku bi van êrîşan NATO lewaz bike’

 

Niha siyasetên Ewropa, Amarîka û Rûsiya didin meşandin xizmeta azadiyê, demokrasiyê nake. Belkî ew dibêjin ku bi vî awayî li Tirkiyê pêşiya faşizmê bigirin û paşê li pêşiya demokrasiyê vebikin. Ev ne rast e. Kurdan dikin qurbanî. Li ser Kurdan dixwazin armancên xwe pêk bînin. Ew fam dikin ku dibe Erdogan di siyasetên xwe de guhertinan bikin. Ew xizmeta Erdogan bi vê yekê dikin. Kurd êdî vê yekê nema qebûl dikin, divê Sûriyê jî vê siyasetê qebûl neke. Eger Sûriyê ev yek qebûl dike, rê li ber parçebûna Sûriyê vedike. Dagirkeriya Tirk her derê dike ya xwe. Çawa Hatayê kir a xwe, wê ji Bab, Ezaz û Cerblusê jî dernakeve. Li pêşiya vê girtin tê wateya pêşxistina demokrasî û çareseriyê. Rûsiya jî divê vê baş bibîne. Di nerîna Rûsiya de ku bi vê siyasetê wê NATO lawaz bike, ew şaştiyê bi vê yekê dikin, Tirkiyê ji NATO’yê dûr nake. NATO wiha lawaz nabe, ew siyaset, xizmeta Rûsiya jî nake ev di xizmeta Erdgoan de ye. Eger Erdegon bû bela ji ber vê siyasetên wa bû bela. Divê li ser Kurdan siyasetên xwe pêk neyînin. Kurd êdî wê yekê qebûl nakin.

 

Di dawiyê de jî dviê gelê me berxwedana xwe bidomîne, ji ber ji bilî berxwedanê ti rêyên serkeftinê nîne.