1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Berhemên Hunerî dikin qurbanê kelûpelên bazirganî
Berhemên Hunerî dikin qurbanê kelûpelên bazirganî,berhemên,hunerî,dikin,qurbanê,kelûpelên,bazirganî

Berhemên Hunerî dikin qurbanê kelûpelên bazirganî

A+ A-

Ev rewşa hinek ji stranbêj û hunermendên nû yên Başûrê Kurdistanê ye ku li beramberî reklamên bazirganî de berhemên xwe yên hunerî ji bo hinek pereyan dikin qurbanî. Hinek ji wan bi vê yekê  tenê jî narawestin û radibin berhemên resen û folklorî yên hunermendên dêrîn ji bo reklaman bikartînin. Ev jî didemek de ye ku ev berhemên folklorî yên dêrîn malê giştî ne, nabe were xistina xizmeta take kesî.

Rojane bi dehan stranbêjên Kurd li ser ekranên televîzyonan derdikevin û reklama berhemên xurakê dikin. Gelek ji van stranbêjan ji bilî berhemên xwe berhemên gelerî yên hunermendên wek Hesen Zîrek, Omer Reza û çend hunermendek din ku koça dawî kirine, ji bo berhemên bazirganî bikartînin.

Hinek ji van hunermendên ku van karan dikin, bi behaneya ku hikûmet bi qasî pêwîst giringî bi hunermendan nade, diyar dikin ew ji neçarî ji bo debara xwe van karan dikin. Hinek ji van hunermendan jî van karan wek karek normal pênase dikin.

Çend saleke hinek hunermend û stranbêjên mîllî ku navekî  xwe yê diyar di nava hunera nû ya Kurdî de danîne, hinek jê bi baş û xirab berhemên xwe bi mebestên bazirganî bikartînin û li gel kelûpelên bazirganî têkelhev dikin.

Têkildarî mijarê Hunermend Rewa Cemal diyarkir têkelkirina berhemên hunerî li gel bazirganiyê, tê wateya bênirxkirina berhemên hunerê.

Rewa Cemal da zanîn ger hunermend xwe wek deng, huner û ferhenga çanda netewek bibîne divê berhemên xwe nexe xizmeta kelûpelên bazirganiyê. Rewa got: “Ji aliyê hunermendek ve reklamkirina kelûpelek tiştek asayiye û li cihanê ev yek tê kirin. Lê pêwîst nake ew hunermend bi heman awaza berhemên xwe reklamê bike. Ew hunermend dikarin taybet ji bo wê reklamê awazek çêkin.”

Li beramber de Mîdya Hisên ku navekî wî yê diyar di nava hunera stranên mîllî yên Silêmaniyê de heye, mîna gelek hunermend û stranbêjan awazekî stranên xwe ji bo reklamekî bazirganiyê  bikaraniye. Mîdya Hisên diyar dike li gorî wî tiştek asayiye ku hunermend berhemê xwe bixe di xizmeta reklamên bazirganiyê de.

Mîdya Hisên destnîşan kir ku ew ne li gel wê yekê de ye hunermend awazên hunermendên berê bidize û bikarbîne. Mîdya Hesen, bikaranîn û dizîna berhemên hunermendên berê wek tawan pênase kir.

Di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezareta Rewşenbîrî heye û berpirse li rêgirtin û sansorkirina kes û aliyên ku bi navê hunerê hunera Kurdî lekedar dikin. Lê heya niha di vî warî de Wezareta Rewşenbîrî bi erka xwe ranebûye û lêpirsîn di derbarê kesên ku berhemên folklora Kurdî û hunermendên din dixin xizmeta bazirganiyê de nedaye destpêkirin.

(kş) Rojnews