1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedana Samiyan a li dijî mêtingeriyê
Berxwedana Samiyan a li dijî mêtingeriyê,berxwedana,samiyan,a,li,dijî,mêtingeriyê

Berxwedana Samiyan a li dijî mêtingeriyê

A+ A-

Wêne û berhemên hunerî yên li ser berxwedana Samiyan a li dijî çêkirina santrala hîdroelektrîk a li ser Çemê Alta yê li bakurê Norwêcê, li paytexta Swêd Stockholmê tên nîşandan.

Pêşangeha bi navê "Bihêle bila Çem biherike" li salona hunerê ya Tenstayê hate vekirin û berhemên 40 hunermendan lê tên nîşandan.

Yek ji van hunermendan nivîskar, helbestvan Nîls Aslak Valkepee ye ku di emrê xwe de (1943-2001) de ji bo pêşvebirina çanda Samiyan gelek muzîk çêkir. Li pêşangehê her wiha berhemên hunermendên Samî û Skandînavyayî yên nifşên kevn û nû jî hene.

Pêşangeh ji berhemên hunermend, akademîsyen, wênevan û saziyên din ên çandê yên çar parçeyên Laponyayê pêk tê, ku Laponya di navbera Norwêc, Swêd, Fînlandiya û Rûsyayê de hatiye parçekirin.

Pêşangeha "Bihêle bila Çem biherike" qala berxwedana Samiyan û aktîvîstên hawirdorê dike ku li dijî talankirina cih û warê Samiyan ji aliyê delwta Norwêcê ve hatiye kirin.

Yekemîn berxwedana pasîf û çalakiya bê îteatiya sivîl a li dijî çêkirina santrala hîdroelektrîkê, 5'ê Tîrmeha 1979'an dest pê kir. Xwepêşandêr ji bo pêşî li çêkirina santralê bigirin, xwe li ber makîneyên kar dirêj kirin. Bi beşdariya mirovên ji çar aliyên welêt hatin, çalakî heta meha Cotmehê dewam kir. Di demeke kin de hawirdorparêz, masîgir, mirovên pêşverû û sosyalîst jî tevlî berxwedana Samiyan bûn û berxwedan bi vî rengî berfireh bû.

 

ANF