1. Hemû Nûçe

  2. 21 Pirs

  3. Bi pêşangeha wêneyan êşa kolberan hate nîşandan
Bi pêşangeha wêneyan êşa kolberan hate nîşandan,bi,pêşangeha,wêneyan,êşa,kolberan,hate,nîşandan

Bi pêşangeha wêneyan êşa kolberan hate nîşandan

Li Muzexaneya Silêmanî jina ji Rojhilatê Kurdistanê di pêşangehek wêneyan de jiyan û êşa kolberiyê nîşanda

A+ A-

  • SILÊMANÎ/ROJNEWS

Di saetên êvarê de li Muzexaneya Silêmanî bi alîkariya Navenda Heft Reng pêşangehek wêneyan ji bo jina şêwekar Fayîze Fetahî ya ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hate vekirin.

Di pêşangehê de 17 tablo, çar wêneyên grafîkî û 13 wêneyên bi navê çiya ku ji gelek rengên cûda têda hatibûn bikaranîn, hatin nîşandan.

jina şêwekar Fayîze Fetahî temenê wê 29 sale û xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev 15 sal in karê şêwekarî dike. Fayîze Fetahî di dema vekirina pêşangehê de anî ziman ku ew gelek keyfxweşe bi vekirina vê pêşangehê û yekem care ew pêşangehek li Başûrê Kurdistanê vedike.

Fayîze Fetahî got; “Ji ber sîstema sermayedar mirov di nava zehmetî û nexweşiyan de jiyan dikin. Ji bona wê erkê hunermendan û şêwekarane ku êş û nexweşiyên wan bi hunera xwe nîşan bidin.”

Pêşangeh wê çar rojan vekirî bimîne.

undefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefinedundefined