1. Hemû Nûçe

  2. Nivîs

  3. Birîna 1937-8, beşek ji romana “Dîlên li ber Pûkê”
Birîna 1937-8, beşek ji romana “Dîlên li ber Pûkê”,birîna,1937,8,beşek,ji,romana,dîlên,li,ber,pûkê

Birîna 1937-8, beşek ji romana “Dîlên li ber Pûkê”

Her kesê ku dixweze birîna Dêrsimê fêm bike bila vê rûpela Romana min ya bi navê “Dîlên li ber Pûkê” bixwîne

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

"Wela wela yaman o,
Ordî gurlax amo, dormê ma qapan o
Bextê Heyder û Demenû rê kes xirav nêvano
Ordiya Tirkî zaf o, cayê welaxî ma nêdano,
ma zuvinî qirkemê, çemê Munzirî cendeg û lasû ano
Ondêrî de damê pêro tehde şîn û şîwan o."

Ji vegotine Memoyê ji gundê Bêşkiz -Sungurlu -Çorum: 

Li pey ku seyê fermandar li leşkeran nêrî, bi carê ve laçika serê wê kaşkir, porê wê yên sorik ên delal li ber bayê ket, wek pêlên avê li hewayê pêl da, her çû li ba bû, xwast wê jî, bi xwe re rabike û ji nav wan lemên xwînîn bifilitînê, lê nikanîbû, hêza xwe negîhîştê, tenê bi awayekî hewar xwastinê li ba dibûn. Kûçikê fermandar bi carê ve lemên xwe yên gemar û xwînin avit wan porên delal, wek cinawirekî ber bi xwe kişand û xwast paçî bike, Naaaaa!.. Lê bûka delal, xwişk û dayîka min, keça şêran, xwişka pilingan bi wê resenî û curheta xwe ve hetanî tê de hebû, tuyê nava çavên wî kûçikê heramê dolê dêlegurê kir. Kûçikê fermandar qariya, li pey ser û çavên xwe bi pîlên xwe pakir, pê porê wê girt û bi zeft ber bi xwe kaşkir. Di nava didanê qiricandî de, Bi wî dengê xwe yê wek zirîna keran û bi tevgerek dijminî:"Tuyê bibe ya min!" got...
Bi carê ve qêjînîkî wisa bi bûka delal ket, min got qey li ber gohên min bombeyek teqiya. Bi hêsrên çavan re, "wî dayê!.." Bi min wisa hat, çawa ku ji ber dengê wê erd û ezmen bilerize, şîrqînî bi ewran bikeve, bûbe ba û baran, mij û moran! Wek gilokek agir li ser xaka welat re bifizire dilên bi kul. Agir û şewat bi dil û bedena min ket, êş û lerzînek ecêv canê min girt, cîhana ronî li min tarî bû, Ew dar û berana, ew kevir û xaniyana, ew çiyana di dora min re wekî vîtek hat û çû, Mêjiyê min zingiya. Ez wer gêj û sewsî bûm. Min xwe bi xwe got: "Xwedêyo tu çawa vê zulm û bê namusiyê dipejirînî! Ezê vê xezala delala birîndar, vê ronahiya çavan, vê bedewa Kurdan çawa ji destê vî cinawirî rizgarbikim." Bûka delal bi zarava xwe, bi dengek gîrî û axîn bang kir, hey hewar! Xwedê tu nedî ser kevir û daran:

"Şima mîyan de sefkanode, qehremanode wayîrê namusê çîno? Min bikisê! Ez nêwazena ke no zalim namuse mi paymal bikero! Min bixelasnê ra, gonîya min şima re helal a!" Min bikisê!... Min biksê!.. Min bikisêêê!...."

Agir bi dilê minê melûlê li vir ber bi rizandinê diçû, ket. Hêstirên çavên min jixwe diherikî, wekî çavkaniyên Munzurê hat çoşê, di ser hinarikên min, yê ji ber kerban sorbûyî de şeqitî, bi min bû wekî lehîya agirî û ber bi dilê min ve herikî. Ez berê wer sewsî bûm, mîna gêjekî hatim û çûm. Min nizanîbû ku ka ez çi bikim! Min ji xwe û camêriya xwe şerm kir, camêriyê cîh bihêle min ji mirovtiya xwe fedî kir. Hele hûn li zimanê minê bêyom binêrin, rast ma mirovtî heye?.. Mirov berê tev hevê gundî û xismê yekî di kujeriyê re derbaz bike û cardin jî dest bavêje namûsê! Xwedê cinawirtiyek wisa jî dibe? Ma ez ne Kurd im? Ev ne namûsa min e jî? Min çeka dijmin hilgirtiye, ev ne xiyanet e? Erdo tu biqelişe, ez têde herim. Ez çi mirovekî ketiyê bêrûmet im! Ma mirin ji vê rewşa min ne çêtir bû.! Van leşkerana tev hev behsa namûsê dikin, lê kanê namûs? Ma xwişk û jinên wan, yan jî keçên wan jî tune? Yek li wan wisa bike, dê ewê çi bibêjin? Cardin ev fikra hat min, min got, "ezê têkevim nava vanan çend hevan ji wan bikujim" lê tenê du guleyên min hebûn, wan baweriya xwe bi min nedianîn, lema gule yan nedidan min yan jî pir hindik didan min. Di vê navberê de bûka delal cardin bang kir. Yek rêyekê li ber min hebû, ya minê li bûkê bida û yan jî li xwe bida. Min xwe bi xwe got; "çare nîne, ezê lêxim, bila ev beraza li ber çavên min xiraviyê li vê xwişka min neke." Min tivinga xwe bi dizî rakir, nîşana sîngê bûkê girt, destê xwe da ser tetikê, lê lerzînêkê bê hempa ez girtim, bû zingîna didanên min, çareyek din jî nemabû û min tetik kişand. Bi tetik kişandinê re min çavên xwe girt. Bûk li erdê dirêj bû, carê serê xwe rakir, bi çavekî dostî li min nêrî û ji min re:

"Heq to ra razî bo, ti birayî min a... Gonya min tora helal bo.... "