1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Bêdengiya li hemberî dorpêça li ser Mexmûrê şermekî mezin e’
‘Bêdengiya li hemberî dorpêça li ser Mexmûrê şermekî mezin e’,bêdengiya,li,hemberî,dorpêça,li,ser,mexmûrê,şermekî,mezin,e

‘Bêdengiya li hemberî dorpêça li ser Mexmûrê şermekî mezin e’

Welatiyên herêma Germiyan têkildarî dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku nêzî 7 mehane didome diyar kirin ku dorpêç binpêkirina mafê mirovane û gotin; “Erka parlamentoyên Iraqê û Herêma Kurdistanê ye ku dengê xwe derbixin.” Herwiha eşkere kirin kirin ku bêdengiya partî û rêxistinan jî şermezeke mezine

A+ A-

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tîrmeha 2019’an heya niha ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 12 hezar şêniyan pêktê. Piştî bûyera Hokkabaz a Hewlêrê ku çend ciwanên Kurd Berpirsê MÎT’ê yê Başûr Osman Kose kuştibûn şûnde, bi bahaneya ku peywendiya bûyerê bi wargehê re heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoyeke dijwar daniye ser wargehê. Ji ber ambargoyê her ku diçe rewşa wargehê xerab dibe û DAIŞ jî weke firset dibîne û ji wê demê ve du caran êriş biriye li ser.

Welatiyên herêma Germiyan têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.

Kemal Ezîz diyar kir ku bêdengiya beşek zêde ya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya li hemberî ambargoya li ser wargehê ji ber tirsa wan a berjewendiyên wan ên li gel dewleta Tirk e û got ku bêdengiya wan a li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê, dagirkeriyê rewa dikin.

 Kemal Ezîz wiha got; “Ambargo danîna li ser welatiyên Kurd ên li wargehê û bêdengiya partî, aliyên siyasî û rêxistinên civakî û mafên mirovan şermek mezine û wê di dîrokê de şermî ji bo wan bimîne. Lewma erk û pêwîstiyek mezine partiyên Başûrê Kurdistanê van reftar û tevgerên Tirkiyeyê qebûl nekin.”

Şaho Îbrahim diyar kir ku amborgoya li ser wargeha Mexmûrê binpêkirina mafê mirovane û li dijî hemû bendên mafê mirovane û got;”Erka Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê ye li dijî vê ambargoyê dengê xwe derbixe û bibin xwedî helwestek cidî.”

Şaho Îbrahim diyar kir ku erka sereke ya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyîne (NY) yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne dawî li ambargoya li ser wargehê bînin û wiha domand;”Ew welatiyên li wargehê ne rizgar bikin û pêwîstiyên wan ên rojane pêk bînin. Ew bûne qurbanê şerê PDK li Herêma Kurdistanê bi wekalet ji bo Tirkiyeyê dike.”

ROJNEWS (ab)