1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Cawîdan Hesen: Bi girtina qenalan dengê rastiyê nayê birîn
Cawîdan Hesen: Bi girtina qenalan dengê rastiyê nayê birîn,cawîdan,hesen,bi,girtina,qenalan,dengê,rastiyê,nayê,birîn

Cawîdan Hesen: Bi girtina qenalan dengê rastiyê nayê birîn

Hevserokê Nûnertiya Rojava li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen anî ziman ku ev ne cara yekeme ku Tirkiye hewldana girtina qenalên Kurdî dide û got: "Bi girtina yek du kanalan dengê rastiyê nayê birîn."

A+ A-

DANA OMER/ROJNEWS

 

Ji ber zextên Dewleta Tirkiyê şirketa Eutelsat a Fransayê 14'ê Nîsanê bi nivîsek fermî biryara girtina hersê qenalên Kurdî Ronahî Tv, Sterk Tv û News Channel da. Ev jî bû sedama nerazûbûna gelê Kurd, siyasetmedarên Kurd, rewşenbîr û rojnamegeran.

 

Hevserokê Nûnertiya Rojava li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen divê derbarê de ji ajansa me re axivî û got: "Ev ne cara yekeme  ku Tirkiye ji bo girtina qenalên Kurdî zextê li welatên Ewropa dike. Lê tişta ji bo me nexweş ewe ku dewletên Ewropa dikevin di bin zextên dewleta Tirk de. Di demek ku YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Sûriyeyê li cihê hemû mirovahiyê şerê terorîstên DAIŞ'ê dikin de. "

 

Cawîdan Hesen ev jî got: "Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Li gorî me bi girtina qenalek du kanalan dengê rastiyê qut nabe. Dê gelê me xebata xwe berdewam bike. Dê  sîstama xwe ya demokratîk û aştîxwazane li herêmê berdewam bike."

 

Hevserokê Nûnertiya Rojava li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Tirkiye ji bo projeyên me rawestîne hemû hewldanan dide. Lê serkeftin ya me ye. Ji ber ku dema gelê me dest bi şoreşê kir pişta xwe neda tu kesî. Em hêvîdarin ku dewletên Ewropa nekevin di bin zextên Tirkiyê de. Em hêvîdikin ku ew jî rastiyê bibinin ku em li cihê wan jî şerê çeteyên DAIŞ'ê dikin."

 

(at)