1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Cejna Peyman hate pîroz kirin
Cejna Peyman hate pîroz kirin,cejna,peyman,hate,pîroz,kirin

Cejna Peyman hate pîroz kirin

Zerdeştiyan Cejna Peyman pîroz kirin

A+ A-

Cejna Peyman ji aliyê Zerdeştiyan ve bi beşdariya pêkhateyên cûda li Şikefta Qizqapan a li Silêmanî hate pîroz kirin.


Hemû salek bawermendên Zerdeştî roja 21’ê Tebaxê li Şikefta Qizpan a li Silêmanî cejna nûkirina peyamana heskirin û bihevre jiyankirinê pîroz dikin. Ev çarem sale ev cejin tê pîrozkirin.

Di merasîma pîrozkirina cejnê de gelek kesayet û pêkhateyên cûda yên wek Kakeyî, Êzidî û Zerdeştî amadebûn. Beşdarvanan cil û bergên Kurdî  li xwe kiribûn.

Beşdarvanên merasîmê bi meşek berbi şikefta Qizqapan birêketin. Di meşê de ala Zerdeştiyan hate bilindkirin. Piştî gihiştin ber derê şikeftê merasîmê bi deqek rêzgirtin û gotina sirûda Zerdeştiyan despêkir.

Piştre peyama Zerdeştiyan ji aliyê Pîrê Zerdeştiyan Pîr Luqman ve hate xwendin. Piştre peyamên pêkhateyên din hatin xwendin.

Merasîm piştre bi stran gotin û girtina govendê berdewam kir.

1400 sal bûn ev cejin nedihat pîroz kirin. Ev sala çareme ev cejin tê pîrozkirin. Şikefta Qizqapan gora Diyako têde ye ku Diyako împaratoriya Medya avakiriye.

undefinedundefinedundefinedundefined

Bêjeyên Miftehî