1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cejna Xwedan (Xuda, Ezda, Yêzdan, Ezdan)
Cejna Xwedan (Xuda, Ezda, Yêzdan, Ezdan),cejna,xwedan,xuda,ezda,yêzdan,ezdan

Cejna Xwedan (Xuda, Ezda, Yêzdan, Ezdan)

Em hemû îro bi hev r’a Cejna Êzdî li hemû k’urd û k’urdistanîyan pîroz bikin!

A+ A-

Ezîzê CEWO
Bila Ezdanê p’ak ê dilovan ji welatê me r’a Yekîtîyê, Aştî û Aramîyê bîne! – Tiştên ku îro bêhtir pêdivîya gelê me pê heye jî, ev in, û, ez bi bawer im, di van r’ojên pîroz da bawermendên me wê ji Xwedayê xwe evan tiştan hîvî bikin!
Berî vê cejnê ya Mêrê R’ojê bû, ya ku li ser p’êla îslamîkirinê hatye werguhêr’tin û şêwazê Îda Şêşims wergirtye, ev cejna bi çi navî gihîştibe k’ê jî, yek e, ew her Cejna Mêrê R’ojê ye (ango, ya Xwedavend/Melekê Rojê ye!), û ev jî bingeheke xwe ya net’ewî heye, lewra ku t’avahîya net’ewa k’urd di dîroka xwe ya hezarsalan da xwe wek civaka zar’okên Êgir û R’ojê hîs kirye û têgihîştye! Ev hemû cejnên gelê me yên xwezayî ne, yên ku li ser r’êya pêkhatina me – wek net’ewekê, sêwirîne. 
Ev hemû nirx, pîrozî û dewlemendîyên me yên net’ewî ne, bila ew li we hemûyan pîroz bin!
Naha li ser pirsa r’ojên r’ojîgirtinê û pîrozkirina cejnan!
Ên ku di zar’otîya xwe da di nav kevneşopîyên me yên net’ewî da mezin bûne, wê bê bîra wan, R’ojî û Cejna Êzdî di hevtêya sêyem a berfanbarê da pêk dihatin, ango gelê me di hevtêya sêyem da r’adibû paşîvê: r’oja duşemê berva diçûn, sêşem, çarşem û pêşemê r’ojî digirtin û r’oja înîyê jî Cejn bû – hemûyan Cejna Êzdî hev pîroz dikirin!
Bi heman şêwazî jî R’ojî û Cejna Xidirnebî pêk tanîn – di hevtêya sêyem a meha sibatê da! 
Heman tişt ji bo Kuloç’a Sersalê – Newrozê bû: di meha sibatê da sê çarşemên hesavan pîroz dikirin, di ya sêyem da Kuloç’ dipetin û sibetirê ker dikirin…
Lê naha ji bo r’ojên pîrozkirina r’ojî û cejnan di navendan da hinek bir’yar tên dayîn, mirov tê nagihîje, k’a – li ser çi bingehê ne! 
Her çi jî hebe, mirov r’ojîyên xwe k’engê jî bigirin, û cejnên xwe k’engê pîroz bikin, ew r’ojî û cejnên wan in, û em hemûyan jî pîroz dikin!