1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ceribînek li ser Hevoksaziya Kurmancî
Ceribînek li ser Hevoksaziya Kurmancî,ceribînek,li,ser,hevoksaziya,kurmancî

Ceribînek li ser Hevoksaziya Kurmancî

A+ A-

Ji ber ku ev xebat di mijara hevok û hevosaziya Kurmancî de xebatek nû ye û li ser vê mijarê di paşeroja dîroka Kurmancî de berhemên kûr û berfireh nehatine nivîsîn, bi taybetî di serenava berhemê de peyva cêrîbînê hat bikaranîn. Ji Celadet Bedirxan bigire heta îro, di berhemên li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn de di cureyên peyvan de û her wiha di gelek mijarên rêzimanî de konsensusek çêbûye. Lê dema mijar hatiye hevok û hevoksaziyê an berhem qediyaye an jî li ser vê mijarê çend hevok hatine gotin û mijar qut bûye. Di berhemên ku li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn de, bi nêrîneke berfirehtir û bi awayekî giştî li ser gramera Kurmancî hatiye rawestandin; lê di vê xebatê de, di ronahiya rêzimana Kurmancî de, bî nêrîneke  monografîk li ser komepeyv, hevok û hevoksaziya Kurmancî hatiye rawestandin. Ango ev berhem, berhemeke rêzimanî ya berfireh nîn e; ji ber ku bi tenê di mijara hevok û hevoksaziyê de bi kûrahî li ser hatiye rawestandin, ev berhem bûye berhemeke monografîk.

Ji ber ku ev xebat di vê mijarê de xebateke nû ye, hin têgeh û termên nû di pirtûkê de hatine bikaranîn. Di warê têgeh û terman de pirtûkên li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn, hatin xwendin û term û têgehên ku li ser konsensusek çebûye hatin tercîhkirin. Lê hin term û têgeh wek pêşniyar hatin bikaranîn. Ji bo zelalkirina mijarê û vegotineke zanyarî û bi armanca zimannas ji vê xebatê sûdê werbigirin Îngîlîziya hin term, têgeh û serenavan di nava kevanekê de hat dayîn.
Di vê xebatê de li ser cureyên peyvan nehatiye rawestandin. Wek ku me anî ziman armanc jî ne ew e. Armanc ew e ku, komepeyv çewa tên çêkirin û di hevok û hevoksaziyê de çawa tên bikaranîn.

Îdeaya vê xebatê ew e ku di hevok û hevoksaziyê de teqez komepeyv nayên parçekirin û bi tevahî dibin hêmanên hevokê ên curbicur. Di xebatên li ser rêzimana Kurmancî de hin komepeyv (wek ravekên navdêrî û ravekên hevalnavî) hatine şîrovekirin û konsensusek li ser vana çêbûye. Lê hin komepeyv nehatine şîrovekirin û peywirên van ên di hevokê de nehatine diyarkirin. Ji ber ku di mijara weklêkeran de xebatên berfirehtir nîn in bi zanîna min ev mijar di vê xebatê de cihekî taybet û girîng digire. Komepeyvên Kurmancî di vê xebatê de wekî deh binbeş hatine senifandin. Û di mînakan de peywirên wan ên curbicur hatine diyarkirin.
Di serenava hevokê de hêmanên hevokê yên bingehîn û ên alîkar hatin diyarkirin û binbeşên vê mijarê bi awayekî hûrgilî hatin vekolandin û di vê çarçovê de çi hatiye îdîakirin bi alîkariya mînakan hatiye şênberkirin.

Di serenava hevoksazî û cureyên hevokê de, rê û rêbazên rêzimaniya kevneşopî hatin bikaranîn. Mijara hevoksazî û cureyên hevokê di bin çar binbeşan de hatiye şîrovekirin:
Li gorî cureyê pêveberê,
Li gorî cihê pêveberê,
Li gorî wateyê ,
Li gorî hevoksaziyê.

Di vê mijarê de jî çi hatiye gotin dîsa bi alîkariya mînakan hatîye şênberkirin.

Di vê xebatê de beşa duyem ji sed mînakan pêk tê. Armanca vê beşê ew e ku di naveroka vê xebatê de çi hatiye vegotin û çi hatiye îddîakirin wana li ser hevokên wek mînak hatine dîyarkirin de tatbîqkirin e. Ji bo mînakên hatine hilbijartin gelek pirtûk hatin xwendin û pîvana hilbijartina hevokan jî hestên kurdewarî û gotinên balkêş ên edebî ne. Mînak ji kîjan berhemê hatiye wergirtin di warê rastnivîsê de reseniya wan nehat guhertin. Ango di berheman de çawa hatiye nivîsîn, ew hat tercîhkirin.Him di dawiya mînakan de him jî di beşa çavkaniyê de hevok ji kîjan berhemê hatine wergirtin hat diyarkirin.

Wek ku me anî ziman, mijara hevok û hevoksaziyê di rêzimana Kurmancî de mijareke nû ye. Mixabin di rêzimana Kurmancî de hin mijarên di tariyê de mane hene û yek ji wan jî hevok û hevoksazî ye.

Dema min dest bi vê xebatê kir, tiştê herî neyînî di vî warî de tunebûna çavkaniyên Kurmancî bûn. Lê di arşîva min de hin pirtûkên li ser hevoksaziya Tirkî hatine nivîsîn hebûn û min bi gelemperî ji wan sûd wergirt. Dibe ku ev rewş bi serê xwe bibe sedema hin xeletiyan. Ez dikarim ji dil bibêjim ku bi qasî ku di quweta min de bû, ez li ser mijarê hûr bûm û min gelek ked da vê xebatê. Lê ji ber ku ev xebat di vê mijarê de cêribînek e, mimkun e ku kêmasî û xeletiyên wê hebin. Wek ku hûn jî dizanin zanistî bi nêrînên cuda û bi rexneyan pêş ve diçe. Agahdariya vê ramanê wêrekiyeke bêbempa da min. Lê ev nayê wê maneyê ku ev xebat, xebatek bêqusûr e. Ez hêvîdar im ku ev xebat bi awayekî zanyarî bibe sedema gengeşiyan û di encamê de ev mijara rêzimanî a Kurmancî di pêşerojê de zelal bibe û bibe sedema xebatên hêja. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku ev xebat, di warê nivîsîna rêzimana Kurmancî de nuxuriyê min e; lê nuxuriyekî virnî ye û tiştên virnî jî bi domana demê re geş û balkêş dibin.