1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cezayê girtîgehê dane Nergîs Muhammedî
Cezayê girtîgehê dane Nergîs Muhammedî,cezayê,girtîgehê,dane,nergîs,muhammedî

Cezayê girtîgehê dane Nergîs Muhammedî

15 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta girtî ya Îranê Nargîs Muhammadî ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye, hate birîn.

A+ A-

Di doza ku aktivîsta Îranê Nergîz Muhammadî ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye de dihat darizandin bi îdîaya “li dijî Komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgehê ji bilî cezayê girtîgehê, du sal cezayê rêwîtiyê, tevlîbûna komên sosyo-polîtîk û bikaranîna telefonên biaqil, li Nergîs Muhammedî birî.

Nergîs Muhammedî, dadgeha şoreşê ku rûniştina dozê wê ya berî vê li wir pêk hatibû weke “mezbaha” bi nav kir û destnîşan kir ku ev dadgeh ew dadgeh e ku biryara darvekirina gelek ciwanên li Îranê daye bi gotina, "Ez baweriyek biçûk jî nadim dadgehên di bin fermandariya serwîsên veşartî de dozên sexte organîze dikin û red dikim" tevlî rûniştinê nebûbû.