1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Clinton û keça xwe amadekariya rêzefîlmeka li ser YPJê dikin
Clinton û keça xwe amadekariya rêzefîlmeka li ser YPJê dikin,clinton,û,keça,xwe,amadekariya,rêzefîlmeka,li,ser,ypjê,dikin

Clinton û keça xwe amadekariya rêzefîlmeka li ser YPJê dikin

A+ A-

Hate ragihandin ku şirketa produksiyonê HideenLight ya Wezîra Karen Derve ya DYAyê ya berê Hillary Clinton û ya keça wê Chelsea Clinton, mafê kişandina rêzefîlmeka TVyê ya pirtûkeka li ser şervanên YPJê hatiye nivîsîn, kirîne.

 

Pirtûka bi navê ”Çîroka Keçên Kobaniyê: Serîhildan, wêrekî û edalet”, ji aliyê nivîskar Gayle Tzemach Lemon ve hatiye nivîsîn. 

 

Clinton derbarê vê projeyê de daxuyaniyek da û wiha got: Pêşkêşkirina ”Çîroka Keçên Kobaniyê” ji hemû cîhanê re, kelecaneke mezin e û ji vê kelecanê mezintir nîne. Keçên Kobaniyê ji bo edalet û wekheviyê bi dilêrî û lehengî şer dikin, vegotineke bêhempa ye ev.