1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cîlda Duduyan hate wergerandin
Cîlda Duduyan hate wergerandin,cîlda,duduyan,hate,wergerandin

Cîlda Duduyan hate wergerandin

Cîlda Duduyan a berhema Manîfesyona Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, ‘’Şaristaniya Kapîtalîst: ‘’Serdema Xwedawendên Bê Rûpoş û Keyên Tazî’’ li Italî hate wergerandin û çap bû.

A+ A-

Cîlda Duduyan a berhema Manîfesyona Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, ‘’Şaristaniya Kapîtalîst: ‘’Serdema Xwedawendên Bê Rûpoş  û Keyên Tazî’’ li Italî hate wergerandin û çap bû.. Pirtûk ji hêla Edîsyona Insîyatîfa Navnetewî bi Punto Rosso re çap bû.

Hate diyarkirin cîlda sêyan a pirtûkê jî biharî wê were çapkirin, ku Insîyatîva Ji Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Kurdistanê re Aştî pirtûk gihandibû ber destê xwenevanan.

Têkilî çapbûna pirtûkê Insîyatîvê got,’’Em pê şanaz û bextewar in ku em cîlda duyan a pirtûka bi navê ’Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema Xwedawendên Bê Rûpoş  û Keyên Tazî’’ digihînin ber destê xwendevanên Italî.

Di vê pirtûkê de Abdullah Ocalan datîne holê ku kapîtalîzm ne tenê berhema van çarsed salên dawî ye, domdariya şaristaniya klasik e. Ocalan di vê pirtûkê de dikeve pey kana hîyerarşî, desthilat, yekdestî û netewdewletê ku rê li çêbûna kapîtalîzmê û serweriya vêdike. Ocalan ku li ser pênaseya kapîtalîzmê ji Marx bêhtir nêzî ya Brudel disekine, ji şêwaza hilberandinê bêhtir girîngî dide nirxa-zêdek û serhevîbûna desthilatê. Ji ber vê jî hedefa navendî ya rexneya Wî netew-dewleta kapîtalîst e ku yekdestiya herî xurt a aborî, leşkerî û îdeolojîk e.

Li gel vê jî Ocalan diyar dike hêza sereke ya hegemonyaya kapîtalîst rekabeta koledariya dildar e ku vê hegemonyaya kapîtalîst rê li vê vekiriye. (Ti karkeker tine ku destheqekî zêdetir red bike)

Ocalan diyar dike kapîtalîzm her çendî li bilindciha globalbûnê ye jî di rastiyê de ne ewqasî xurt e û dibêje dibe ku di qonaxa xwe ya herî qels û li ber hilweşandinê jî be. Ocalan dibêje, krîz niha ji her demê kûrtir diçe. Pêngava globalbûnê ya DYEy’ê ku tê nûjenkirin bi berbelavkirina krîzê ya li zemên û mekên hewl dide ku krîzê kontrol bike û Rojhilata Navîn a ku herêma sereke ya krîzan e weke herêma şerê stratejik radigihîne.

Ev cîlda duyan rêwîtiya Abdullah Ocalan a di dîroka şaristaniyê û azadiyê de temam dike, zemîna cîlda sêyan ‘’Sosyolojiya Azadiyê’’ ku biharî wê derkeve, hazir dike. Ev pirtûk bi pêşgotina Radha D’souze dest pê dike ku di pêşgotinê de nîqaşên Abdullah Ocalan ên li ser hişmendiyê têne destnîşankirin. Li ser berga dawî hevoka Antonîo Negrî heye ku ji nivîsa wî ya bi navê ‘’Diyalogên Avakirina Jiyana Azad’’ hatiye standin. Di nivîsê de wiha tê gotin: ‘’Weke Mandelayê sedsala 20’an, Ocalan jî di sedsala 21’ê de girtiyekî efsane ye. Di sedsala 21’ê de rêze tegînan datîne holê ku her diçe ev têgÎn dibine kevirên hîmî yên avakirina siyasî ya cihana nû.’’

https://ocalanbooks.com/#/book/la-civilta-capitalista


Bêjeyên Miftehî