1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAIŞ... çîroka tirsnak li Kobanê têk çû – 1
DAIŞ... çîroka tirsnak li Kobanê têk çû – 1,daiş,çîroka,tirsnak,li,kobanê,têk,çû,1

DAIŞ... çîroka tirsnak li Kobanê têk çû – 1

Di sala sêyemîn a aloziya Sûriyê de hêzeke tarî ya nû bi navê DAIŞ`ê derket û berê şerê li Sûriyê guherand. Niha em çend salan şûnde vegerin da ku em bibînin çawa şer li ser axa Sûriyê dest pê kir, çawa DAIŞ derket û di şer û berxwedana Kobanê de çi qewimî ku ew şer bû binketina yekemîn a DAIŞ`ê. Di çaremîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê de, vê berxwedanê bandoreke çawa li cîhanê kir?

A+ A-

ZANA SEYDÊ / KOBANÊ


Berî hatina DAIŞ`ê Sûriye


Di dawiya sala 2014`an de li tevahiya herêmên Sûriyê tevliheviyeke mezin rû da, ew sala sêyemîn a şerê navxweyî bû ku ji aliyê hin dewletan ve dihate birêvebirin. Ji aliyekî ve hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan hewl dida komên tundraw yên mîna El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ`ê li dijî rêveberiya xweser a ku ji aliyê pêkhateyên Bakurê Sûriyê ve hatibû ragihandin, bi kar bîne û desthilatdariya Sûriyê bixe destên wan.


Li aliyekî din jî rejîma Sûriyê bi alîkariya Hizbullaha Lubnanî dixwest çekdarên opozîsyona Sûriyê ji gelek bajarên Sûriyê derxe, jixwe ew bajarên mîna Eqisêr, Heresta, Xanşêxûn, Heleb û Resten û hwd. di encama bomberana hêzên rejîmê de bûbûn kavil.


DAIŞ diranên xwe qîç dike


Di nava vê dîmena bi mij û moran de ku Sûriye ber wêraniyê ve diçû û tu hewldanên navdewletî yên rawestandina vê pevçûna bixwîn derneketin, komeke tarî ku ji xwe re kuştin û şewitandin û serjêkirina gelê Sûriyê kiribû awayê desthilatdariyê, diranên xwe qîç kirin. Ew kom jî DAIŞ bû.


DAIŞ`ê ku wê çaxê ji çend sed çeteyan pêk dihat, di demeke kurt de qadeke fireh a Sûriyê û Iraqê dagir kir. Di nava saetan de bajarên mezin ên mîna Mûsil a Iraqê û Reqaya Sûriyê ketin destê DAIŞ`ê, her wiha mezintirîn baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê desteser kirin û bi sedan leşker tune kirin û wê çaxê aloziya Sûriyê kete pêvajoyeke din.


Bi hevkariya Tirkiyê DAIŞ şer ber bi Kobanê ve diajo

Li derdora bajarê Kobanê û li derdora hin gundên biçûk car caran di navbera şervanên ku ji bajarê Kobanê û gundên derdorê hatine û hin komên çete de, şerên demkî bi çekên sivik diqewimîn, wan şervanan herêmên xwe li dijî komên terorîst yên mîna Cebhet El-Nusra diparastin, paşê ew kom bi xwe jî tev li DAIŞ`ê bûn.


Li derdora DAIŞ`ê propagandayeke mezin di çapemeniyê de çêbû. Digotin hêzeke ku têk naçe, herêma ku bixwaze di nava saetan de digire. Piştî hin hevpeymanên bi îstixbarata Tirkiyê re, li gorî belgeyên ku hin fermandarên DAIŞ`ê eşkere kirine, DAIŞ`ê 3 caran hewl da bikeve hin herêmên nêzî bajarê Kobanê, lê ew hewldan têk çûn. Paşê DAIŞ`ê bi hezaran çeteyên ku berê li welatên mîna Iraqê û Afganistanê şer kirine, anîn derdora Kobanê, her wiha bi dehan tankên ku ji baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê desteser kiribûn, anîn Kobanê. Jixwe Kobanê ew du sal bû di nava dorpêçê de bû.


Tirkiye û DAIŞ xwediyê heman armancê bûn, ew jî ew bû ku bajarê ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê lê dest pê kiribû, tune bikin. Ew jî dê ji bo rêveberiya xweser di hêla leşkerî û siyasî de bibûya derbeyeke mezin û dê DAIŞ’ê deriyê sînor ê Tirkiyê jî bixista bin kontrola xwe.


DAIŞ`ê 300 gund û hin taxên Kobanê dagir kirin


Êrîşa DAIŞ`ê li dijî kantona Kobanê di 15`ê Îlonê de dest pê kir. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li her gundekî berxwedanên bêhempa nîşan dan da ku welatiyên gundan biparêzin û wan bigihînin herêmên ewle. Lê belê DAIŞ`ê hêzeke mezin anîbû, her wiha Kobanê ji hemû aliyan ve dorpêçkirî bû, lewma DAIŞ`ê di destpêka Cotmeha sala 2014`an re 300 gund û hinek taxên bajarê Kobanê jî dagir kirin. Di encama êrîşê de 300 hezar sivîlan malên xwe berdan û çûne bajarê Pirsûs ê bakurê Kurdistanê û li wir mertalên zindî çêkirin da ku komên çete ji aliyê sînor ve nekevin taxên bajêr. Di vê navberê de gelek ciwan û xelkên bajêr jî li taxên xwe man û li kêleka şervanan şerê man û nemanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bilind kirin.


Ji bo şervanên YPG`ê û YPJ`ê ku li hin taxên bajêr çeperên xwe çêkirin, tenê yek bijarte hebû; ew jî berxwedan bû. Bi çekên xwe yên sivik 21 rojan li ber xwe dan û rê nedan DAIŞ`ê ku li bajêr bi pêş bikeve, ta ku balafirên hêzên hevpeymanê hatin û çeperên çeteyan yên li bajêr bombebaran kirin. Wê çaxê şervan jî bi pêş de çûn û hin taxên bajêr rizgar kirin.


Cîhan ji bo berxwedana Kobanê serî hildide


Roja 1`ê Mijdara sala 2014`an wek Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê hate ragihandin. Bi sedan alîgirên berxwedanê li balafirgeh û avahiyên saziyên bajarên Ewropayê û avahiyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kom bûn, xwepêşandan hatin lidarxistin, xwepêşandêran dirûşmeyên li dijî Tirkiyê ku bi awayekî rasterast piştgiriya DAIŞ`ê dikir, berz kirin.


Wêneyên şervanên YPG`ê û YPJ`ê û şervanên enternasyonalîst ku li Kobanê şer dikirin, li gelek qad û kolanên bajarên cîhanê (yên Ewropayê û welatên mîna Afganistan û Japonyayê jî) hatin daliqandin, êdî çavên cîhanê li şerê man û nemanê yê li Kobanê ye, ji ber ku DAIŞ êdî ji bo hemû cîhanê metirsiyeke mezin bû.


DAIŞ cara yekemîn li Kobanê têk çû


DAIŞ li tax û kolanên bajarê Kobanê rastî berxwedaneke mezin hat. Li gorî agahiyên fermandarekî DAIŞ`ê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatiye girtin, wê çaxê ji gelek welatên cuda û bi taybet ji welatên Ereban ên Mexribê (Fas, Cezayîr û Tûnis) nêzî 3 hezar çete tev li DAIŞ`ê bûn û li Sûriyê û Iraqê belav bûn.


Li du taxên dawîn ên bajarê Kobanê şerên dijwar qewimîn, di encama şer û berxwedana dijwar a şervanan û piştgiriya balafirên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê û bi taybet di şerê deriyê sînor ê Murşîdpinarê de, nêzî 3 hezar çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û neçar man ku paşde vekişin.


Êdî DAIŞ têk diçû û xwe paşde vedikişand. Şervanên YPG û YPJ`ê û hin şervanên Artêşa Sûriyê ya Azad û şervanên enternasyonalîst hemû taxên bajêr rizgar kirin, piştî şer û berxwedana 134 rojan, roja 1`ê Berfanbara sala 2015`an serkeftina mezin hate ragihandin û tevahiya bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û ala YPG`ê li ser girê Kaniya Kurdan ê li rojhilatî bajêr hate hildan û li gelek bajarên cîhanê şahiyên serkeftinê hatin lidarxistin.


(k)
ANHA