1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAYÎKA ÇAR PAKREWANAN KOÇA DAWÎ KIR
DAYÎKA ÇAR PAKREWANAN KOÇA DAWÎ KIR,dayîka,çar,pakrewanan,koça,dawî,kir

DAYÎKA ÇAR PAKREWANAN KOÇA DAWÎ KIR

A+ A-

Dayîka çar pakrewanan Mewlûde Haran (97) jiyana xwe ji dest da.

 

Mewlûde Haran, ev çendî ye ji ber pirsgirêkên tenduristî li mala xwe ya Amedê dihat dermankirin.

 

Dayîka Mewlûde, di salên 90'î da çar zarokên xwe yê bi navê Ûsiv (Serdar), Cevdet (Remzî), Husên (Nûrî) û Wehyaddîn di oxira azadiya Kurdistanê da wenda kiribû. Neviya wê Dozdar (Stêrk Serdar) jî di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê da li Şengalê şehîd ketibû.

 

Malbata Haran, di sala 1994'an da ji ber zext û zorên dewletê ji mezreya Çelebî ya girêdayî gundê Husênik a Licê koçî bajarê Amedê kiribû.

 

Cenazeyê dayîka Mewlûde ji aliyê heskiriyên wê ve li qebristana Yenîkoy hat definkirin. 

 

Ji ber şewba qoronayê dê taziye bi rêya telefonê bêne qebûlkirin.

 

Amida Kurd - Amed