1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DIVÊ HER CIWANÊ KURD BIBE ŞITLEK WÊJEYÎ Û BIŞAFTINÊ BIŞKÎNE
DIVÊ HER CIWANÊ KURD BIBE ŞITLEK WÊJEYÎ Û BIŞAFTINÊ BIŞKÎNE,divê,her,ciwanê,kurd,bibe,şitlek,wêjeyî,û,bişaftinê,bişkîne

DIVÊ HER CIWANÊ KURD BIBE ŞITLEK WÊJEYÎ Û BIŞAFTINÊ BIŞKÎNE

A+ A-

 

Koma Helbestê ya Amedê, di çarçoveya rêzebernameyên xwe de, vê hefteyê bi boneya danasîna berhema helbestkar Hasbey Koksal a bi navê "Klamên Bêdeng" li Dersîmê bû.

 

Koma Helbestê ya Amedê, di nav şert û mercên neyînî de ev nêzîkî du salane xebatên xwe yên wêjeyî didomîne û li wêjeya kurdî xwedî derdikeve. 

 

Rêzebernameyên komê vê hefteyê li gundê Dirbanê ya girêdayî ser navçeya Mezgir a Dersîmê hat lidarxistin û li ser çand û wêjeya Dersîmê nirxandin hatin kirin.

 

Di destpêka bernameyê de moderatör Roza Metîna, kurteaxaftinek kir û behsa xebatên wan ê komê kir û got; Em, weke Koma Helbestê ya Amedê, ji 15 rojan carekê bernameyên wêjeyî li dar dixin û her carê helbestvanekî kurd dikin mêvan. Metîna got: Armanca me, ji nû ve zindîkirina rihê wêjeya kurd e û em dixwazin li her deverê Kurdistanê bernameyên bi vî rengî çêbikin û balê bikşînin ser wêjeya Kurdî. Her wiha Metîna, di derbarê Dersîmê û erdnîgariya wê de jî hestên xwe bi çend gotinan anî zimên û got; Divê Dersîm, bi qansî di nav wêjeyê de tê hezkirin ewqas jî Dersîmî hezkiriyê wêjeyê bin.

 

Helbestkar Hasbey Koksal jî, di derbarê xebatên xwe de agahdarî da û li ser berhema xwe ya Klamên Bêdeng nirxandinan kir. Koksal got; Ez weke kurdekî Dersîmî, bi salane li ser wêjeya kurdî dixebitim û dixwazim bibim xizmetkarekî wêjeya kurdî. Koksal, got; heta niha du berhemên wî yê helbestan hatine çapkirin û niha jî li ser biwêj û peyvên kurdî amadekariya xebatek nû dike. Her wiha Koksal, di derbarê pîrozgehên herêmê de jî agahdarî da û bal kişand ser bawerî û têkildariya civakê ya bi van pîrozgehan. Koksal, li ser xemsarî û pişaftina ciwanê Dersîmê jî axivî û got; Divê keç û xortên Dersîmê ji qalib û qaşikê pişaftinê derkevin û her yek bibin şitlek ji dara Seyîd Rizayan.

 

Şêwra komê, bi xwendina helbest û stranan bi dawî bû.

 

Piştî bernameyê endamên Koma Helbestê ya Amedê bi boneya ziyaretkirinê derbasî pîrozgeha Dizgûno bûn. Endamên komê li gor pîvanên ziyaretê hilkişiyan çiyayê Dizgûno û her yekî daxwaz û hêviyên xwe li gor ya dilê xwe radestî ziyaretê kirin.

 

Piştî ziyaretkirina pîrozgeha Dizgûno, karwana komê ji bo seyrangehê çûn ber çemê Minzûro û seyrangeha xwe kirin.

 

Ger û geşta Komê, bi çûyîna navenda Dersîmê domiya. Endamên Komê, li navenda Dersîmê jî, qada Seyîd Riza û peykerê azadiyê ziyaret kirin.

 

Rêwîtiya Koma Helbestê ya Amedê bi ziyaretkirina Mala Cemê ya Dersîmê bi dawî bû. 

 

07/07/2019

Dersîm