1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Daxuyaniya Salih Muslim: Em li benda êrîşan bûn
Daxuyaniya Salih Muslim: Em li benda êrîşan bûn,daxuyaniya,salih,muslim,em,li,benda,êrîşan,bûn

Daxuyaniya Salih Muslim: Em li benda êrîşan bûn

A+ A-

 

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
 

Hevserokê PYD’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a ên bi ser Şengal û Rojava de ku bi balafirên şer ên dewleta Tirk pêk hat helwest nîşan da û got: ‘’Şengal û Rojava kirine hedef. Lê rastiyeke gel a berxwedêr heye. Gelê me di asta herî jor de wê helwesta xwe nîşan bide. Divê hêzên koalîsyonê jî bêdeng nemînin.’’

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şengal û Rojava de ku bi balafirên şer pêk hatî ji News Channelê re axivî û got: ‘’Êrîş ji bicihbûna li ser sînor diyar bû. Li ser tevahiya sînor bombekirin jixwe çêdibûn, keşf dihatin kirin. Dihate zanîn û em li bendê bûn. Bi van êrîşên nikarin gelê Kurdistanê bitirsînin. Gelê Kurdistanê berxwedêr e. Wê li dijî êrîşên wiha yê hov raweste. Gelê me di asta jor de wê helwesta xwe nîşan bide.’’

‘DIVÊ HÊZÊN KOALÎSYONÊ BÊDENG NEMÎNIN’

Muslim diyar kir ku êrîşên hewayî bi mebesta alîkariya bi DAIŞ’ê re ye û got divê hêzên koalîsyonê li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin û wiha domand: ‘Ji paş ve li civakeke wiha dixin ku li dijî terorîzmê têdikoşe. Divê hêzên koalîsyonê li dijî vê bêdeng nemînin. Divê kesek van êrîşan qebûl neke.’’