1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Daxwaza berhemên xwemalî bilind dibe
Daxwaza berhemên xwemalî bilind dibe,daxwaza,berhemên,xwemalî,bilind,dibe

Daxwaza berhemên xwemalî bilind dibe

Mamoste, xwendekar, dikandar û welatiyên Silêmaniyê xwestin ku boykotkirina malên Tirkiyeyê bê mezinkirin, li şuna wan jî berhem û kargehên xwemalî bên zêdekirin

A+ A-

Li Başûrê Kurdistanê hêrsa gel a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, mezin dibe. Li Silêmaniyê ku boykota malên Tirkiyeyê li tevahiya parêzgehê belav bûye, mamoste, xwendekar û dikandaran nêrînên xwe anî ziman û bang kir.

Mamosteya peymangehê: Divê berhemên xwemalî çêbikin

Mamosteya Peymangeha Hunerên Bedew a Silêmaniyê Xoşî Şewkî da zanîn ku Tirkiye bi pereyê ku ji herêmê bidest dixe, çekan dikire û Kurdan dikuje, lewma divê malên Tirkiyeyê bên boykotkirin û aboriya wê bê têkbirin. 

Xoşî Şewkî bal kişand ku boykot li aliyekê bersivek ji bo Tirkiyeyêye û zirarê dide wê, li aliyê din jî, li Başûr derfetên kar derdixîne holê û wiha dom kir: “Li gel boykotê berhemên xwemalî zêde dibin û ji bo xelkê herêmê kar peyda dibe. Lewma kesên ku bêkar dimînin jî, derfeta kar dibînin.”

Xoşî da zanîn ku ew bixwe jî êdî tiştên xwemalî çêdike û got: “Minak tişta herî hêsan reçel e.  Ewqas fêkiyên me yên tamxweş hene. Em wana dikarin bikin reçel. Çima em biçin tiştên Tirkiyeyê bikirin?”

Dikandar: Bila êdî şîrketên me bixwe hebin 

Dikandarê bi navê Biryar Talib diyar kir ku ew bi tu şêwazî tiştên Tirkiyeyê nakire û bal kişand ser berhemên xwemalî. Talib got gelê herêmê jî êdî berê xwe dide berhemên xwemalî û wiha pê de çû: “Xelk ji min pirs dike û dibêje ‘malên te yên Tirkî ne yan na?’ Piştî ku ez dibêjim ‘tiştên xwemalî ne, dikirin. Ez hêvî dikim tiştên xwamalî zêdetir bibin. Bila tiştên Tirkiyeyê qet li vir nebin. Bila şîrketên me bixwe hebin.”

Xwendekarên Zanîngehê: Divê her Kurdek li êrîşan binêre û helwest nîşan bide  

Xwendekarê Beşa Hunerê ya Zanîngeha Silêmaniyê Ramyar Welît anî ziman ku wan wekî xwendekarên Beşa Hûnerî hemû malên Tirkiyeyê boykot kirine û li ser girîngiya berhemên xwemalî rawestiya. Welît da zanîn ku boykot ji bo pêşxistina berhemên xwemalî û peydakirina kar ji kesên bêkar re jî derfetên mezin çêdike. Welît da zanîn ku bi berhemên xwemalî re ji bo gelek kesan derfeta kar derdikeve û xwest ku boykot û zêdekirina tiştên xwemalî berdewam bike. 

Xwendekarê Beşa Hûnerê ya Zanîngeha Silêmaniyê Cêgir Mihemed Fetulah jî xwest ku ji xwarin-vexwarin, hetanî cil û berg her tiştek Tirkiyeyê bên boykotkirin Mihemed Fetulah hêvî kir ku her Kurdek êrîşên Tirkiyeyê li ber çavan bigre û malên Tirkiyêyê boykot bike.

Welatiyê bi navê Xelîl Mortezewî jî, boykot li hemberî Tirkiyeyê wekî “cenga nerim” binav kir û da zanîn ku Kurd dikarin bi vî rengî derbeyek li siyaseta Erdogan bidin.  Xelîl Mortezewî xwest ku hemû Kurd û raya giştî ya cîhanê Rojavayê Kurdistanê biparêzin û herkes tevlî boykotkirina malên Tirkiyeyê bibe.