1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Dayîka 71 salî fêrî zimanê kurdî bû
Dayîka 71 salî fêrî zimanê kurdî bû,dayîka,71,salî,fêrî,zimanê,kurdî,bû

Dayîka 71 salî fêrî zimanê kurdî bû

A+ A-

SILAVA EBULREHMAN

QAMIŞLO –Dayîka bi navê Siltane Husên Îbrehîm (71) ya ji gundê Elî Fero tevî temenê xwe yê mezin xwe fêrî zimanê kurdî kir.QAM-BTMNE_ XOA_EI_ MAZN_FIRE_ZMAN1 ‫(1)‬ ‫‬

Dayîka bi navê Siltane Husên Îbrehîm (71) ya ji gundê Elî Fero ya Qamişlo di 17 saliya xwe hate zewicandin û jig und çû bajarê Qamişlo. Dayîk Sultana li taxa Hilêliyê ya Qamişlo niştecih bû, kurê dayîk Sultana 20 sal berê di nava tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest da. Niha jî 8 zarokên dayîk Sultane hene. Dayîk Sultana ji zarotiya xwe de dixwest fêrî zimanê kurdî bibe. Lê ji ber rewşa herêmê û zextên rêjîma Baas ne dikarî hêviya xwe pêk bîne û fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibe.

Piştî şoreşa gel a Rojava destpê kir, dibistan û peymangeh hatin vekirin, dayîk Sultane jî biyara xwe da ku êdî dikare fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibe û tevlî temenê xwe yê mezin xwe fêrî zimanê xwe yê dayîkê kir û xewna xwe ya zarokatiyê pêk anî, êdî dayîk Sultana bi kurdî dixwîne û dinivîse.

Dayîk Sultana destpêkê tevî dewereya perwedeyê ya li dibistanê bû ,ê ji ber ku di Meclîsa Malbatên Şehîdan de û wekî Endama Komîteya LIhevanînê ya kOmîna Şehîd Arma, her wiha Endama Meclîsa Gel a Qamişlo ye ne dikarî çûna dibistanê bidomîne. Ji ber vê yekê kurê dayîk Sultane Xebat ku mamosteyê zimanê kurdiye li ser daxwaza wê wê li malê fêrî zimanê kurdî kir.

Dayîk Sultane niha bi tena xwe dikare bixwîne û nivîsên li ser TV dixwîne. Dayîk Sultana bi fêrbûna zimanê dayîkê kêfxweş bû ye û têkildarî mijarê wiha got: ʺEz bi fêrbûna zimanê xwe yê zikmakî gelekî kêfxwe bûm.ʺ

(dc)

ANHA