Deh şervanên YPG/YPJ’ê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin
10 şervanên YPG/YPJ'ê ên ku di ancama êrîşa hewayê a balafirên dewleta Tirk a li ser navça Qereçox ya girêdayî bajarê Dêrikê pêkhatî de Şehîd ketîn ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeya 'Şehîd Namirin' hatin oxirkirin
Dewleta Tirk 25'ê Nîsanê bi balafirên şer êrîşî baregehên Şervanên YPG/YPJ'ê û YBŞ/YJŞ'ê yên li Qereşox û Şengalê kirîbû. Di encama êrîşa li Qereçoxê de 20 şevanên YPG/YPJ'ê şehîd bibûn. Ji wan Şehîdan 10 Şehîd ji aliyê hezaran welatiyên hersê kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê ve ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê ber bi Goristan Şehîd Xebat ve birin. Li goristanê merasîmek leşkerî pêk hat. Piştî merasîma leşkerî nûner, rêveber, serokên partî, sazî û rêxistinên Rojava yên tevlî merasîmê bûyîn axivîn û soza şopandina rêya şehîdan kirin.
Li ser navê Fermandariya YPJ'ê Zozan Dêrik axivî sersaxi ji malbatên Şehîdan û hemû gelê Kurdistanê re xwest û got: "Dewleta Tirk ji serkeftinên gelê Kurd ditirse lewma êrîşên xwe li ser hêzên parastina gelê Kurd zêde dike. Dê dewleta Tirk hewl bide nehêlê Kurd li ser axa ku bi xwîna Şehîdan hatî rizgarkirin bijîn. Lê emê berxwedana xwe bidomîn û emê li pey şopa şehîdên xwe bin û rêya wan dewam bikin."
