1. Hemû Nûçe

  2. Berhevk

  3. Dest û piyên girtiyên di greva birçîbûnê de şikandin!
Dest û piyên girtiyên di greva birçîbûnê de şikandin!,dest,û,piyên,girtiyên,di,greva,birçîbûnê,de,şikandin

Dest û piyên girtiyên di greva birçîbûnê de şikandin!

Yekîneya taybet di dewrê de ye: Dest û piyên girtiyên di greva birçîbûnê de şikandin!

A+ A-

 

 

AMED - Hat hînbûn ku, li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê yekîneya ku ji leşker û polîsên "gazî" pêk tê, êrîşî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin, dest û lingên wan şikandin. 

Li girtîgehan grevên birçîbûnê yên li dijî muameleyên kirêt, binpêkirina mafan û îşekenceyan hatin destpêkirin, her diçe berbelav dibe. Li gel vê îşkence û pêkûtî jî zêde dibin. Hat ragihandin ku, li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê, binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan vegiherîn êrîşên fizîkî. Di hevdîtinên ku du roj berê bi malbatan re hatin kirin de, hat diyarkirin ku li girtîgehê şideta fizîkî û devkî zêde bûye. Her wiha hat hînbûn ku, li vê girtîgehê ekîbeke ku bi awayekî taybet şidetê li girtiyan dike hatiye avakirin û hat derpêşkirin ku ev ekîb ji leşker û polîsên "gazî" pêk tê. Hat diyarkirin ku, piraniya gardiyanên girtîgehê kesên di statuya "gazî"yê de ne. 

DEST Û PIYÊN GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE HATIN ŞIKANDIN 

Hat zanîn ku, hefteyek berê li girtîgehê vê "ekîba taybet a şidetê" dest û piyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne şikandine. Hat ragihandin ku, li vê girtîgehê her sibeh dirûşmeya "çi bextewar im ku ez tirk im" li girtiyan tê ferzkirin û her wiha hat îfadekirin ku vegotinên wek "Hûn ê hêza tirkan bibînin" ji girtiyan re tê gotin. 

Her wiha girtiyên ku hatine derbkirin doza raporê kirine, lê rapor nedane wan. 

Malbatan bang li raya giştî kir, da demildest dengê girtiyan bê ragihandin. 

Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan. Mudurê Girtîgehê wiha bersiv da: "Rayeya min a daxuyaniyê bidim tune ye. Lê, ev nayê wateya ku hayê min ji pêkanînên li girtîgehê tune ne. Hûn ê li Serdozgerê Komarê bigerin, dê ew der barê mijarê de agahiyan bide we."