1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Divê aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê bikin’
‘Divê aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê bikin’,divê,aliyên,siyasî,yên,her,çar,parçên,kurdistanê,piştgiriya,rojhilatê,kurdistanê,bikin

‘Divê aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê bikin’

A+ A-

Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku serhildana ku bi pêşengtiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin, bibe wesîleya yekrêzî û yekdengiya aliyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha gotin ku divê hemû hêz û aliyên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê piştgiriyê bidin Rojhilatê Kurdistanê.”

Xwepêşandan û nerazîbûnên ku li dijî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkiribûn, ket hefteya çaremîn de. Xwepêşandan bi pêşengtiya jinan û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Mirin ji bo dîkdator” li seranserî Îranê berdewamin.

Derbarê serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, Endamê Tevgera Komarîxwaz a Rojhilatê Kurdistan Azad Mihemed Zade ji Rojnews re axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd dijminahiya wan a li dijî gelê Kurd nîşan dide. Tevî ku Kurdan ti demê dijminahiya gelên din nekiriye, lê dijminên Kurdan bi her awayî hewil didin gelê Kurd tine bike.”

Derbarê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê de jî Azad Mihemed Zade da zanîn, “Li Rojhilatê Kurdistanê serhildanê destpêkiriye. Pêwîste aliyên siyasî ji bo bidestxistina mafên netewî yekgirtî bin. Piştgiriya her çar parçên Kurdistanê ji bo vê serhildana Rojhilatê Kurdistanê giringe. Ji berku jinek bûye hevênê serhildana Rojhilatê Kurdistanê. Pêwîste yekrêziya netewî ya gelê Kurd hebe.”

Derbarê heman mijarê de Endamê Polîtbûroya Partiya Welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê Hêma Sofî jî axivî û diyarkir; “Giringe li her çar parçên Kurdistanê yekrêzî û yekitiya Kurdan li ser mafên netewî hebe. Divê asta me ya hişyariya netewî bilind be ji bo pêkanîna piştgiriya navdewletî. Her wiha aliyên siyasî yên parçên din ên Kurdistanê jî divê yekrêzî û yekdengiya xwe çêkin.”

Hêma Sofî destnîşankir ku rejima Îranê gelek caran xwestiye dûbendiyê têxe nava Kurdan û got, “Divê hêz û aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekê û ji bo bidestxistina azadiyê bi hevre bixebitin û serhildana ku jin bûne hevênê wê berfirehtir bikin.”

(kş) rojnews