1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ”Dotên Kobaniyê” ket lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş”
”Dotên Kobaniyê” ket lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş”,dotên,kobaniyê,ket,lîsteya,pirtûkên,dîrokî,yên,herî,baş

”Dotên Kobaniyê” ket lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş”

Pirtûka nivîskarê amerîkî Gayle Tzemach Lemmon ”Dotên Kobaniyê” di Amazon’ê de ket lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş Ên Heya Niha”

A+ A-

 

Nivîskarê Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon têkoşîna jinên kurd ên li dijî çeteyê DAÎŞê vedibêje. Pirtûka bi navê ”Dotên Kobaniyê: Çîroka Serîhildan, Dilêrî û Dadmendiyê” (Daughters of Kobani) di a Amazon’ê de di lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş Ên Heya Niha” de ye.

 

Nivîskar Gayle Tzemach Lemmon di rûpela xwe ya medyaya civakî de wiha ragihand: ”Dotên Kobaniyê: Çîroka Serîhildan, Dilêrî û Dadmendiyê” (Daughters of Kobani) di a Amazon’ê de di lîsteya ”Pirtûkên Dîrokî Yên Herî Baş Ên Heya Niha” de ye. Dema hûn dizanin çîrokek heye û divê hemû cîhan pê bizane û hûn vê çîrokê parve dikin, hûn pêre xiyal jî dikin ku ev alîkariya mirovan dike ku mirov bi awirekî din li jiyanê binêrin. Spasiya we hemuyan dikim hûn bûne alîkar û ez gihiştime vê xiyala xwe.

 

Beriya vê jî, fîrmaya Wezîra Karê Derve ya Amerîkayê ya berê Hillary Clinton û ya qîza wê Chelsea Clinton Hidden Light Prodüksiyon, mafê  bernameya TV´yê ya pirtûka bi navê ”Dotên Kobaniyê: Çîroka Serîhildan, Dilêrî û Dadmendiyê” (Daughters of Kobani) stendibû.