1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Du jinên Êzidî, du serpêhatî, du hevok...
Du jinên Êzidî, du serpêhatî, du hevok...,du,jinên,êzidî,du,serpêhatî,du,hevok

Du jinên Êzidî, du serpêhatî, du hevok...

Du jinên Êzidî, yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgar kirin serpêhitiya xwe vegotin. Jina Êzidî ya bi navê H.S., serpêhatiya xwe bi hevoka 'Pêşmerge soza parastinê dabû me!' dide destpêkirin û bi hevoka, 'Em ê her tim bêjin hevalan em xilas kirine' dawî dike...

A+ A-

 

PELŞÎN DELÎLA-ARGEŞ ŞENGALÎ/ŞENGAL/ROJNEWS

 

Du jin û zarokek Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgar kirin behsa serpêhitiya xwe û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kirin. Gelê Êzidî, di 3’ê Tebaxa 2014’an de rastî fermana 73’an hatin, bi hezaran kes hatin qetil kirin û sedan jin û keçên Êzidiyan ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Keç û jinên Êzidî di sedsala 21’an de li bazaran hatin firotin. Şervanên YBŞ/YJŞ’ê du jinên Êzidî û zarokek, di encama operasyoneke taybet de ji destê çeteyan rizgar kirin. Her jinên Êzidî yên ji destê çeteyan hatinî rizgar kirin serpêhatiya xwe ji ajansa me RojNews'ê re vegotin.

 

'Ez mêvanî hatibûm Şengalê'

 

Jina Êzidî ya bi navê L.T., diyar dike ku ew beriye fermanê hatibû Şengalê malbata xwe bibîne û wiha dest bi serpêhatiya xwe dike: “Ez li Başîqa zewicî bûm. Beriya ku ferman li me rabe, ez hatim mala bavê xwe ya li Şengalê, me bihîst ku DAIŞnêzî gundê Domîsê bûye. Dema me wisa bihîst me got em ji malên xwe derbikevin. Ji me re gotin tiştek nîn e û bila malbat ji wesayîtên xwe dernekevin, lê hema bi carekê me dît çete ketine nava me. Dema me dît hatin, me jî wek her kesî xwe spart çiyayan. Li wir wesayîta biraye min xira bû û bi ser çiyê neket, em li wir asê man. DAIŞhat û fîşek avêtin, çeteyan gotin bila kes ji cihê xwe nelive û em wisa girtin."

 

'Em girtin û birin Telaferê'

 

L.T., got ku piştî dîl ketinê ew birin Telafer'e wiha pê de diçe: "Piştî em hatin girtin em jin û zilam ji hev cuda kirin û em birin malek li Şengalê. Me tu carî bawer nedikir ku jinan ji xwe re bibin û bi zorê li xwe mehr bikin. Destpêkê keçik birin, ez û jinbira min û xwişkên min em birin bajarê Behic, li wir jî ji xwe re keç û jin dibirin. Piştî sê roja em li wir man, em ji wir birin Telefer. Em birin zindana Badûşê ez nizanim çend rojan em li wir man. Ji ber ku roj li min bûbûn sal. Li wir em hemû ji hev cûda kirin, keç birin, zarok û jin em hemû ji hev qut kirin."

 

'Hin keçikan ji bo ku çete wan nas nekin porê xwe qut kirin'

 

Jina Êzidî L.T., diyar kir ku ji bo ew malbata xwe bibînin bi zora çeteyan ola wan dan guhertin û wiha got: "Ji me re gotin her kesa ku ji we dixwaze were ser dînê me, em ê malbata wê bînin balê, me her tişt li ser xwe qebûl kir. Ji bo ku me ji xwe re nebin. Bi wê yekê malbata min hemû anîn gel min, lê keça birayê min ew nedan me, em  birin gundekî li Telefer navê wî kesê DAIŞ’ê El-Mihrab bû. Ji me re gotin ger hûn pezê me xwedî bikin em tiştekî bi we nakin. Me jî ew yek jî qebûl kir, tenê me dixwest em ji ber çavên wan xilas bibin da ku em wan nebînin. Malbatek ji gel me reviyan xwe xelas kirin. Dema wisa dîtin ku malbat dikarin xwe xelas bikin, gotin hûn derewa li me dikin û we tiştekî me jî li ser xwe qebûl nekiriye. Hin keçikan porê xwe xistibûn wek xortan û da ku wan nas nekin, li wan ketibûn şikê ew ji nava me dibirin û di xistin odeyekê û cilê wan ji wan dikirin heta bizanibin ka jin e an xort e.”

 

'Em birin Reqayê'

 

L.T., anî ziman ku çeteyan ew bi birina Suriyê tehdît kirine û gotinên xwe wiha domand: "Ji me re gotin em ê we bibin Sûriye û ger hûn dixwazin li welatê xwe bijîn divê her yek we bi yekî me re bizewicin. Pişt re em birin Sûriyê, di rê de jî di carê wesayîtek yan jî motorek dihat, em didan sekinandin û li nav me digeriyan û jin û keçik ji xwe re dibirin. Heta em gihandin Reqa gelek kes ji nav me birin. Li Reqa em xistin zindaneke bin erdê ku wek tunelan bû. Li wir me mirina xwe bi çavê xwe didît. Em derdora sê rojan li wir man, bi dehan jin û zarok nexweşketin. Hatin navê me hemûya nivîsandin û ji me re gotin em ê we bibin gel malbatên we, piştî wê yekê her roj hinek dihatin û navên me dixwendin û em ji xwe re dibirin."

 

'Em wekî diyarî didan hev'

 

Wehşeta çeteyên DAIŞdi berdewamiya axaftina L.T., de bi van gotinan tê ziman: "Piştî wê du emîr hatin bi navê Ebû Enes El-Iraqî û Ebû Mutesim, ez û hevalek min birin û ji me re gotin hûn ji van herduyan re ne, ez û hevala min birin em xistin xaniyekî û min carek din nedît. Yek din ji şûna xwe şand navê wî Seyif bû, got tu daye min. Ez mehek û 15 rojan li ba Seyif mam û tiştek nema bi serê me nedikirin, piştî ewqas roj ez diyarî dam yek din bi navê Ebdulah El-Haşimî. Ew bi xwe doxtor bû. 8 mehan li gel wî jî mam, hin tiştên min û hevjînê min li gel min bûn. Min veşartibûn wekî saet û gustîlk... Rojek ew bi min re dît, gelekî xwe li min aciz kir û ji min re got çawa heta niha tu bi hevjînê xwe difikirî û ew kafir e."

 

'Ez careke din hatim firotim' 

 

L.T., dibêje piştî vê bûyerê çeteyî xwestiye wê bifiroşe wiha berdewam kir: "Piştî ew tişt li ba min dîtin gote min ez ê te bifiroşim, ez birim xistim malekê ku ji min re wek zindanê dihat. Ji min re digot ew kafir in, tu wî li ku bibîne divê tu wî bikujî. Ji min re digot lazim e tu birayê xwe bibînî û tu wî bikujî. Min digot ma ez ê çawa wisa bikim, digot belê ger tu misilman be, tu dê bikî. Em jî neçar diman me xwe bêdeng dikir. Piştî ewqas êşû nexweşî, ez firotim yekî ji Cezayir navê wî Ebû Hemza bû. Jinek din li cem Ebû Hemze hebû. Ew jî yek ji keçên Êzdiyan bû û ew jî xwe re kirîbû. Ebû Hemze ji min re got, ez ê te bifiroşim, min jê re got çima tu min nafiroşe malbata min. Ji min re got, na ez te nafiroşim kafiran. 8 mehan min xulamtiya wî û mala wî kir. Li min û zarokên min dida, min newêriya ez xwe bilivînim."

 

'Êdî tiştek nema ku em jê bitirsin...'

 

Jina Êzidî ya ku di fermana 3'yê Tebaxê ketî destê çeteyên DAIŞ, serpêhatiya xwe ya bi tije êşû keder wiha dawî kir: "Min got her tu min difiroşe ez ji te rica dikim, min bifiroşe malbata min, got temam. Ez çûm bi mala xwe re peyivîm, malbata min got em ê ji we re pere rê bikin, bes ka bi çi şeklî be pêwîst e tu her roj bi me re biaxive lê wî qebûl nekir. Piştî malbatê pere şand, ez birim dadgehê kaxezeke min çêkir û ez serbest bûm. Bes min nedizanî ku ez berê xwe bidim ku derê. Ji ber min tu cih nas nedikirin, min telefon da wî min got ez nikarim bi tu cihan ve bibim. Êdî tiştek nema ku em jê bitirsin, ewqas bi serê me hat, em nema ditirsin ji kesî. Dema em hatin rizgar kirin ez hatim Kobanê, malbata ez lê dimam, ez wek keça xwe dihesibandim tu ferq di nava min û malbatê de nebû, mala wan hezar carî ava ji me re kedek mezin dan.”

 

'Pêşmerge soza parastinê dabû me!'

 

Jina bi navê H.S., serpêhatiya xwe ya dîl ketina destê çeteyên DAIŞ'ê bi gotinên, "Me qet bawer nedikir ku bikevin Şengalê. Ji ber ku pêşmergeyan soz dabû me biparêzin" dide destpêkirin, wiha dibêje, "Lê soza xwe pêk neanîn. Em di saetên dawiya şevê de ji malên xwe derketin me berê xwe da çiyayan, em şevekê li çiyayan man. Ji me re gotin DAIŞtu ziyanê nade kesî û her kes dikare derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Em roja din ji çiya daketin deştê, li ser rêya gundê Digurê, çete derketin pêşiya me. Em girtin bi xwe re birin Şengalê. Em hemû ji hev cuda kirin, jin û zarok û zilam ji hev qetandin. Wê demê em pir tirsiyan me got qey wê me hemûyan li wir bikujin. Cardin em ji wir jî rakirin û ji me re gotin em ê we bibin gundên we. Em xistin otobusan em ji wir birin Telafer. Em xistin dibistanekê û piştî sê rojan em ji wir jî birin zindana Badûşê, em nêzî hefteyekê di wir de man.”

 

'Zarok ji me qut kirin û birin şer'

 

H.S bal kişand ser hovîtiya çeteyan ku zarok çawan bi zorê dibirin şer û ev tişt gotin: “Li wir zarokên dayîkan ji wan dibirin û ji wan re digotin pêwîst hûn werin şer bikin û xwe fêrî şer bikin. Piştî wisa gotin zarokên me hemûyan ji me birin, kesên kal jî ji me qut kirin. Emîrek wan hat defterek di destê wî de bû kesên ku teslîm bûbûn, navê wan tê de bûn ji me re dixwendin em ji wir birin gundê El-Miharb. Ji wir birin Mûsilê em mehekê li Mûsilê man, li wir jî zarokên nexweşû dayikên bi temen ji nava me birin û gotin me ev firotine."

 

'Xort û zilam jî, ji me qut kirin'

 

H.S., got ku li Telaferê xort û zilam ji wan cûda kirin û wiha berdewam kir: "Em anine Telaferê li wir em xistin mezra û ji me re gotin pêwîst e hûn daran av bidin û navên xortên li gel me dinivîsandin û dibirin kar. Piştre zilam ji me qut kirin û me cardin ew nedîtin. Dema zilam ji me qut kirin û em li wir man me got çeteyan, hûn ê me bi ku ve bibin? Ji me re negotin, hûn direvin em ê we têxin zindanê. Birina zilaman li me gelek bi zehmet bû, em digiriyan, yek hat got, xwe aciz nekin wê van rojan werin wê keçik û zarokên we yên biçûk jî we bibin. Zarokên me yen temenê wan ji 8 salî heya 10 salî ji me qut kirin. Em birine dibistanekê, li wir jî her jina xweşik ji xwe re hildibijartin û ji nav me dibirin."

 

'Em ê her tim bêjin hevalan em xilas kirine' 

 

Jina bi navê H.S., dibêje pişt re ew birine Reqayê u bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: "Piştî demekê em birin Reqa em li wir xistin zindaneke bin erdê. Em heftiyekê li wir jî man, rewşa me li wir xirab bû. Ji ber ava wan ya kanalîzasyonê di nava me re diçû. Me ji wan xwest ku me ji wir derxin, piştî wê em ji wir derxistin em birin xaniyekî li Reqa, em mehekê li wir man. Piştî mehekê cardin hatin navê me hemûya nivîsandin û birin gelek ji wan yên ku navê wan nivîsîn, birin. Lê ez û kesek din li wir man û nehiştin em ji gel wan herin cihekî din. Piştre emîrekî wan hat ez û yek din ji wir birin cem xwe, em xistin malekê û navê emîr jî Ebû Enes El- Îraqî bû. Ez 4 mehan li ba wî mam, em ji wê malê birin gundê Kesir El-Ferc ez li wir jî li ba wî dimam. Ez nêzî salekê û çar mehan li cem wî bûm, piştî ewqas wext ew emîr mir û ez hatim. Ji derveyî hevalan kesekî em xilas nekirine. Em herin ku derê li ku derê jî bi me re bidin û bistînin, em ê her tim bibêjin hevalan em xelas kirine û li ser destê wan em azad bûne. Ev rastiyek e û tu kes nikare înkar jî bike.”