1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. EM Ê DI BIN SIYA DÎROKA KEVNAR DE WÊJEYA KURD BIDINE JIYANDIN
EM Ê DI BIN SIYA DÎROKA KEVNAR DE WÊJEYA KURD BIDINE JIYANDIN,em,ê,di,bin,siya,dîroka,kevnar,de,wêjeya,kurd,bidine,jiyandin

EM Ê DI BIN SIYA DÎROKA KEVNAR DE WÊJEYA KURD BIDINE JIYANDIN

A+ A-

 

 

Weke tê zanîn Koma Helbestê ya Amedê ji du hefteyan carekê ji bo nirxandin û danasîna berhema helbestvanek kurd dicive û bernameyên cihêreng li dar dixe. 

 

Koma helbestê ya Amedê vê hefteyê bi boneya nirxandin û danasîna berhema "Gerîneka Hestan" a nivîskar û helbestvan Mervan Serhildan civiya.

 

Bername di çarçoveya danasîna cihên dîrokî û kevnar de, li şikeftên Hîlar a navçeya Erxeniya Amedê û li Bendava Qîza Qral a navçeya Gêlê ya Amedê hat çêkirin.

Di destpêkê de ji bo nirxandina pirtûka Mervan Serhildan a bi navê "Gerîneka Hestan" endamên komê derbasî şikeftên Hîlarê bûn.

 

Di destpêka bernameyê de moderator Roza Metîna, xêrhatina beşdaran kir û danasîna komê û di derheqê xebatên komê de agahdarî kir.

 

Metîna, beriya pirsan ji Mervan Serhildan bike kurteaxaftinek kir û bal kişand ser çand û dîroka kevnar û got; em wekî Koma Helbestê ya Amedê hewl didin ku bi taybet li cihên dîrokî bernameyên xwe çêkin û bi vê helwesta xwe em dixwazin girîngiya dîrokê û wêjeyê bi civakê baş bidin fêmkirin.

 

Piştî vê axaftinê li ser pirsa Roza Metîna, mêvanê bernameyê Mervan Serhildan ji beşdaran re xwe da nasîn û behsa kurteçîroka xwe û hestên xwe yê gerînekê kir.

 

Serhildan got; ez wekî nivîskar û helbestanekî kurd dixwazim heta dawiya emrê xwe xizmeta zimanê kurdî bikim û weke gelek kurdîhezan kevirekî bidim ser ev avahiya dîrokî.

 

Serhildan bal kişand ser girîngiya helbestê û got; bêguman helbest cureyeke wêjeyê ye, pênasekirina hîs û hestan û jiyanê ye. Xwe îfadekirinek cihêreng e. Hemû hest û hişmendiyên ku em dijîn bîr û baweriyên em di nav re derbas dibin min xwest bi têgehan sembolîze bikim, ji bo vê jî rêya herî rast rêya helbestê bû.

 

Mervan Serhildan, bi taybet behsa xebatkara Azadiya Welat a nemir Evîn Bûldanê jî kir û wê bi rêzdarî bibîr anî.

 

Serhildan got; "min ev berhema xwe diyariyê şehîda çapemeniyê Evîn Bûldanê kiriye". Piştre jî derbarê wêrekî û jîrbûna Evîn Buldanê de nirxandinên girîng kir.

 

Serhildan got: "Evîn Bûldan, di karê xwe de gelek serkeftî bû û herî kêm bi qasî sê kesan dixebitî. Di serdema xebata xwe ya rojnameya Azadiya Welat de wekî çavdêrekî min şopand û bi hewla wê, bi kêrhatin û afirîneriya wê Evîn Buldan wekî dahatûya rojnamegeriya kurd didît."

 

Serhildan got; Ji bo bi wijdanî û exlaqî ez peywira xwe bi cih bînim min ev berhema hestên xwe diyariyê wê kir.

 

Piştre Mervan Serhildan, pirsên beşdaran yekoyek bersivand û helbestek li ser hevala xwe Sultan Yaray xwend.

 

Beşdarên bernameyê jî her yekî helbestek ji pirtûka Gerîneka Hestan xwendin û piştre Mervan Serhildan ji bo beşdaran pirtûka xwe destnîşan kir.

 

Piştî destnîşankirina pirtûkan beşdarên bernameyê li ber rîtm û ahenga erbaneyê li şikeftên dîrokî yê Hîlarê reqs û govendê gerandin û piştre derbasî bendava Qîza Qral bûn.

 

Li bendava Qîza Qral xwarin û vexwarin hatin çêkirin û bername di tahma wêjeyê û dîroka kevnar de bi dawî bû.