1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efrîniyên li kampa Serdemê xwe ji bo zivistanê amade dikin
Efrîniyên li kampa Serdemê xwe ji bo zivistanê amade dikin,efrîniyên,li,kampa,serdemê,xwe,ji,bo,zivistanê,amade,dikin

Efrîniyên li kampa Serdemê xwe ji bo zivistanê amade dikin

Şêniyên Efrînê yên ku ji cih û warê xwe bi darê zorê koçber bûne û di kampa serdemê de bi cih bûne ji bo ku di zehmetiyên salê borî re derbas nebin bi alîkariya şeredariya kampa serdem amadekariya xwe yê zivistanê dikin

A+ A-

Şêniyên Efrînê yên ku 58 rojan di bin êrîşên dewleta Tirk de li Efrînê berxwedaneke xurt kir û ti carî teslîmkarî qebûl nekir, piştî ku dewleta tirk Efrîn dagirkir, ji neçarî li herêma Şehbayê bi cih bû. Tevî astengiyên ku têre derbas dibin asta berxwedaniya xwe  di bin baran, serma û germahiya havînê de xortir û bilindtir dike.

Ji bo careke din gel di zehmetiyan re derbas nebin, gelê efrînê li kampa serdem bi alîkariya şaredariya kampê amadekariya xwe ji bo zivistanê dikin ji bo ku av, baran nekeve çadirên wan.

Hevşaredarê kampa serdem Qaziqlî Mihemed li ser amadekariya gel ji bo zivistanê ji me ra axivî.

Qaziqlî Mihemed diyar kir ku meheke ji bo demsala zivistanê li kampa serdem dixebitin û got, "Sala derbasbûyî derfetên me yên ku em alîkarî bidin gel tune bû. Ji ber vê jî gelek çadir, dema baran barî, av ketê. Îsal me bêtir karibû alîkarî bidin gel. Ji bo ku wek sala borî nebe, em her çadirekî li gor pêwîstiyên wan, çîmento û ax ji wan re tînin û bi rêya komînan li ser wan tê belav kirin. Gel bi xwe çadirên xwe çê dike. Gelê Efrîn li Efrîn berxweda. Niha jî li kampan berxwe dide. Ji bo ku vegere Efrîn hemû zehmetî daye ber çavên xwe. Heyanî ku bizvire Efrîn."

Koçberê Efrîn ê bi navê Edhem ku li Kampa Serdem bi cih bûye diyar kir, ku ew heya venegerin Efrîn ew ê berxwedaniya xwe berdewam bikin.

Edhem got; "ev nêzîkê du sale em di van kampan de ne. Ji bo ku wek sala borî, di kampê de zehmetiyên me kişandin dubare nebin, bi alîkariyên şaredariyê em çadirê xwe ji nû ve sererast dikin. Ji bo şertên zivistanê amade dikin."

ANF