1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Egîd diçe Emerîkayê
Egîd diçe Emerîkayê,egîd,diçe,emerîkayê

Egîd diçe Emerîkayê

A+ A-

Boksorê Kurd ê ku şampiyonê sikleta giran ê Ewrûpayê ye, Agit (Egîd) Kabayel, berê xwe da Emerîkayê û çav li rê ye maça xwe ya yekê di dawiya îsal de yan jî destpêka 2020´an de bike. Li gorî ku Top Rank By Round By Round Boxingê da zanîn, wê peyman bi Egîd Kabayel re mohr kiriye û wî tîne Emerîkayê. Egîd weke yek ji mezintirîn boksorê dinyayê tê qebûlkirin di sikleta giran de. Li gorî IBF´ê ew di rêza 4´an de ye û li gorî WBO û WBC´ê jî di rêza 9´an de ye.

Egîd li ser peymanê got, “Ez bê sebr im, dixwazim hunerê xwe nîşan bidim li DYE´yê li ESPN´ê. Eke şampiyonê Ewrûpayê, êdî wext e ez bibim yekem şampiyonê dinyayê yê ji Elmanyayê piştî Max Schmeling ê mezin.” Di 19 maçên xwe yên profesyonel de Kabayel hîç bi bin nektiye. Îsal 2´yê Adarê Egîd maça xwe ya destpêka salê bi Andriy Rudenko re li bajarê Elmanyayê Magdeburgê re kir û bi encama juriyê ya yekdengî bi ser ket.

  NEW YORK


Bêjeyên Miftehî