1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Eleqeyeke zêde ji bo Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê
Eleqeyeke zêde ji bo Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê,eleqeyeke,zêde,ji,bo,festîvala,fîlmên,kurd,a,hambûrgê

Eleqeyeke zêde ji bo Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê

Di galaya Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê fîlmê li ser jinên Kurd ê Carolîne Fourest hate nîşandan

A+ A-

MEHMET ZAHÎT EKÎNCΠ HAMBÛRG  ANF

 

Di Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê ya 10’emîn de fîlmê Carolîne Foûrest yê bi navê ‘Soeûrs d’arms’ hate nîşandan ê ku qala jinên Kurd dike.

 

Galaya festîvalê diyarî Mazdek Ararat hate kirin ê ku yek ji avakarê Kolektîfa Sînemayê ya Rojava bû. Gelek derhêner û lîstikvanên sînemayê tevlî festîvalê bûn.

 

Beriya nîşandana fîlman hunermenda ji Fransayê Elenore Foûrnîaû konserek da.

 

Piştî konsera biçûk fîlmê Carolîne Foûret hate nîşandan. Fîlm qala şervanên jin ên li dijî DAÎŞ’ê û hovîtiya li ser jinên Êzidî dike. Lîstîkvana fîlm Maya Şansa piştî nîşandana fîlm axivî û got ku “Me xwest em peyama jinên li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê bigihînin hemû dinyayê. Hêvîdar im wê gelê Kurd di demeke nêz de bigihêje azadiya xwe.”

 

Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê wê heta 6’ê Mijdarê bibome. Di festîvalê de wê 37 fîlm were nîşandan. Di roja 3’emîn a festîvalê de jî wê fîlmên li ser Rojava were nîşandan.