1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Encamên testa PISA´yê û hevpeyvîna Radyoya Swêdê bi Mahabad Felat re
Encamên testa PISA´yê û hevpeyvîna Radyoya Swêdê bi Mahabad Felat re,encamên,testa,pisa,yê,û,hevpeyvîna,radyoya,swêdê,bi,mahabad,felat,re

Encamên testa PISA´yê û hevpeyvîna Radyoya Swêdê bi Mahabad Felat re

Encamên testa PISA´yê ya li 37 welatên endamên OECD (Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşkeftinê) ya sala 2018an diyar bûn

A+ A-

Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşkeftinê (OECD) ji sê salan carekê ji ser xwendekarên 15 salî re testa PISA´yê dike. Ji bo sala 2018´an jî, ji 79 herêmên 37 welatên OECDyê bi giştî 600 hezar xwendekar beşdarê vê testê bûne. 

 

Li hemû welatên beşdarê PISA 2018’an bûne, di beşa têgihiştina xwendinê de xwendekarên keçik ji xwendekarên kurik 30 puan zêdetir girtine. 

 

Li gor vê encamê Tirkiye di rêza 31´î de ye û di sê beşên li ser test hatine kirin mîna têgihiştina xwendinê, matematîk û xwezanasiyê de, Tirkiye di bin pîvanên navengî de maye.

 

Rewşa Swêdê, li gor salên berê baştir bûye û li ser vê mijarê û li ser mijara pêşniyaza partiya rastgir a Swêdê SD ya derbarê xwendekarên nû hatine Swede de, Radyoya Swêdê beşa kurdî bi berpirsê malpera me nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Mahabad Felat re hevpeyvînek kir. Mahabad Felat nêrînên xwe bi guhdarên radyoyê re parve kirin û niha em wê hevpeyvînê pêşkêşî mêvanên Amîda Kurd´ê dikin. 

Hûn dikarin ji vê lînkê gundar bikin: https://sverigesradio.se/radioswedenkurdishradyoyaswede