1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Evran û Qamişlo tên oxir kirin
Evran û Qamişlo tên oxir kirin,evran,û,qamişlo,tên,oxir,kirin

Evran û Qamişlo tên oxir kirin

A+ A-

Rojnamevan, nivîskar, şoreşger û lêgerê heqîqetê Seyîd Evran ku ji ber nexweşiya dil şehîd bû û yek ji fermandarên YPG’ê Aslan Qamişlo, bi awayekî girseyî ber bi bêdawîbûnê ve tên oxirkirin.

 

Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê, lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kir, 22’yê îlonê ji ber nexweşiya dil şehîd bû.

 

Yek jî fermandarên YPG’ê Aslan Qamişlo jî, di 17’ê Îlonê de di encama êrişa balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bibû. 

 

Bernameya merasîmê ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Cizîrê ve tê organîzekirin, wê saet di 11.00’an de ji ber morga bajarê Qamişlo destpê bike. Cenazeyê Şehîd Seyîd Evran wê ji vir bê wergirtin û li ser milan bi meşê bibin Şehîdgeha Şehîd Delîl Saruxan. Piştî meşê wê li goristanê merasîm pêk were û cenaze bispêrin axê.

 

YENI ÖZGÛ POLITIKA / NAVENDA NÛÇEYAN