1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ferhenga Mîtolojiya Kurdî derket
Ferhenga Mîtolojiya Kurdî derket,ferhenga,mîtolojiya,kurdî,derket

Ferhenga Mîtolojiya Kurdî derket

A+ A-

Berhemeke nû, pirtûka bi navê FERHENGA MÎTOLOJIYA KURDÎ ya ku ji hêla dû hevalên girtî Ramazan Çeper û Kamîran Yîtîk ve hatiye nivîsandin ji nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket.

Mirov dikare bibêje ku mîtolojiya nexşeya civakê ya herî kevn e. Kodên çandê herî zehf di vê qadê de tên ziman. Kriptoyên nifşên hezar salan ku di nav xweza û civakê de xwe rêsandine herî baş di wê qadê de tên ziman. Mîtolojiya her gelî hinekî dişibe wî gelî. Yezdanên her gelî di şayesandinên mîtolojîk de hinek jî dişibin mirovên wî. "Bi kurtasî ji bo ku mirov kesayetî û giyanê civakekê nas bike, bi qasî ziman, çand û dîroka wî gelî divê mirov mîtolojiya wî gelî jî nas bike.
Ji bo têkiliyê Telefon: 0212 621 82 00