1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fîlma ”Xwişkîtiya Çekdarî” li New Yorkê hat pêşandan
Fîlma ”Xwişkîtiya Çekdarî” li New Yorkê hat pêşandan,fîlma,xwişkîtiya,çekdarî,li,new,yorkê,hat,pêşandan

Fîlma ”Xwişkîtiya Çekdarî” li New Yorkê hat pêşandan

Fîlma li ser jiyana şervanên jin ên kurd ên li dijî DAÎŞê têdikoşin ”Xwişkîtiya Çekdarî” li New Yorkê hat pêşandan

A+ A-

Di fîlmê de du jinên fransî bi navên Kenza û Yael ji bo li dijî DAÎŞê şer bikin, tevlî nav refên şervanên jin ên kurd dibin û di nav şer de jina kurd a êzdî bi navê Zara ku ji destê DAÎŞê rizgar bûye dinasin. 

 

Derhêneriya vê fîlmê ji aliyê derhênera fransî Carolîne Fourest ve hatiye kirin. 

 

Li ser pirsa ka film çendî kariye şerê li dijî DAÎŞê vebêje derhêner Carolîne Forest wiha bersiv dide: Karakterên wêrek ên vê fîlmê mirovan di nav şaşwaziyeke mezin de dihêlin. Fîlm rastiyên hatine jiyîn yekser pêşkêş dike. 

 

Şervanên jin ên YPGê û YBŞê jî di vê fîlmê de dilîzin. 

 

Carolîne Fourest vê filma di encama xebata sê salan de hatiye amadekirin, wekî ”berhemeka xiyalî ya ji rastiyan daweriviye.” dide nasîn. 

 

Fîlm cara yekem e li DYAyê tê pêşandan û ji aliyê gelek kesên navdar ve hat temaşekirin.